Xanedana Xurşîdiyan
(Ji Lurî Piçûk hat beralîkirin)
Jump to navigation
Jump to search
Lorê Biçûk[1], Lurî Giçke[2], Lorî Kuçug[3], Lurê Piçûk[çavkanî hewce ye] an jî dewleta Xurşîdiyan (bi lurî û farsî: لُر کُوچَک, Lor-e Kūček an jî Ḵoršīdī[4] yek ji dewletên kurdan ên dîrokî ye. Şerefxanê Bedlîsî di Şerefnameyê de behsa wê dike.
Ev xanedan ji 1184'an heta 1597'an bi paytexta xwe Xuremabadê ve li Luristanê hikm kiriye. Gorê Şerefnameyê ev dewlet ji aliye Mîr Xurşîd serekê êla kurdan a cengrewî ve hatiya avakirin. Belê Mehrdad Izady bawer dike ku cengrewî şaxeke êla kurdêne çîngînî bû ye[5]. Di we demê de Luristan di navbera du dewletên kurdan ve hatibû ye belavkirin: Lurî Mezin (Fedlewî) û Lurî Piçûk.
Atabeg û Melîkên Lurî Piçûk[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Şuca'edîn Xurşîdê kurê Ebubekrê kurê Mihamedê Xurşîd[6]
- Seyfedîn Rustemê kurê Nuredîn
- Şerefedîn Ebûbekr
- Îzedîn Garşasp
- Hisamedîn Xelîl kurê Bedirê Şuca
- Bediredîn Mesûd
- Tacdîn kurê Hisamedîn Xelîl
- Felekedîn Hesen
- Cemaledîn Xidir kurê Tacdîn
- Hisamedîn Emerê kurê Şemsedîn Dernekî yê Şerefedînê Tahamtanê Bedirê Şuca
- Şemsedîn Mehmûdê kurê Nuredînê Îzedîn Garşasp
- Îzedîn Mihamedê kurê Îzedîn
- Dewlet Xatûn
- Îzedîn Hisên
- Şuca'edîn Mihemed
- Melîk Îzedînê kurê Şuca'adîn
- Sidî Ehmed
- Şah Hisên Ebasî
- Şah Ristem
- Oẍûr
- Cîhangîr
- Ristemxan
Bibîne[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- ↑ Cigerxwîn (1987). Tarîxa Kurdistan 2.
- ↑ Gîwî Mukriyanî (2010). Ferhengî Kurdistan. Înstîtuta Kurdî ya Amedê.
- ↑ Ismail Kamandar Fattah (2000). Les dialectes kurdes méridionaux.
- ↑ Iranica: Atabekan-e Lorestan
- ↑ Sharaf al-Dîn Bitlîsî. The Sharafnama (werger: M. R. Izady). 2005. r. 106-110
- ↑ (înglîzî) The Travels of Marco Polo, Volume 1, Kurd Shodja ed-din Khurshid...
Dewletên kurdan | ||||
---|---|---|---|---|
Hilhatin | Serdema Navîn | Serdema Nûjen | Sedsala 20an | Sedsala 21ê |