Kardox
|
Keyaniya Kardoxyayê
|
|||||
|
Sala 189ê beriya zayînê – Sala 90ê beriya zayînê | |||||
Nexşeya xanedanên Kardoxyayê | |||||
| Agahiyên gelemperî | |||||
| Ziman | Kardoxî | ||||
| Rêveberî | |||||
| Key | |||||
| • Sedsala 1ê ya berî zayînê | Zarbiyenûs | ||||
| • Sala 115ê piştî zayînê | Key Manîsarûs | ||||
| • Sala 340ê piştî zayînê | Ardaşîr | ||||
| • Sala 359ê piştî zayînê | Jovîniyan [1] | ||||
| |||||
Kardox, Kardoxya an jî Kordyene (bi yewnaniya kevnare: Κορδυηνή, Kordyene) herêmeke dîrokî û keyaniyeke kevnare bû ku li Bakurê Kurdistana îro (li başûrê Gola Wanê) serwerî kiriye. Herêma Kardoxyayê di bin serweriya kardoxan de bû ku li gorî hinek dîroknasan kardoxî gelekî kevnare yên kurd bûn[2] ku bi zimaneke hind û îranî axivîne. Di heman de ji aliyê dîroknasan ve hatiye diyarkirin ku navê Kordyene peyveke proto kurdî ye.
Li gorî Ksenofon kardoxî gelek serbixwe û şervan bûn ku bi ti awayê guh nedabûn şahê persan. Ksenofon diyar kiriye ku şahê persan bi 120.000 şervanan li dijî Kardoxyayê şer daye destpêkirin di vê şer a di navbera şahê persan û Kardoxyayê de, şahê persan têk çûye û li gorî Ksenofon rêjeyeke mezin ê ji şervanên wî di vê şerê li dijî Kardoxyayê jiyana xwe jidest dane.[3]
Etnografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Her çiqas hinek zanyaran teoriyên ku kardoxiyan wekê civakeke xwemaliyên berê gelên îranî diyar kiribe jî, fikrê gelemper kardoxiyan bi gutî û bi medan ve girê daye.[3]
Teoriyeke kevneşopî heye ku Kordyene wekê hevwateya kevnar a ferhengî ya "Kurdistanê" û civaka Kardoxyayê wekê proto-kurdan destnîşan kiriye.[2]
Erdnîgarî û aborî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Herêma Kardoxyayê (herêma Botan a îro) devereke çiyayî ye lê berhemdar e ku bi çêregeh û bi daristanên fireh hatiye wesfkirin.[4][5] Strabo li herêmê hebûna çavkaniyên xwezayî yên hêja yên wekê naftayê ku linavhevketiyeke hîdrokarbonê ya şile ya şewatbar e, destnîşan kiriye.[6]
Kardoxî di warê avahîsaziyê de kesên pispor bûn û di heman demê de kardoxî ji bo pisporî ya xwe yê ji bo afirandina makîneyên dorpêçkirinê xwedî navûdengeke bêhempa bûn.
Xanedanên kardoxî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ The Later Roman Empire: AD 354-378, Ammianus Marcellinus, Translated by Walter Hamilton, page 155, Contributor Andrew Wallace-Hadrill, Published 1986, Penguin Classics, ISBN 0-14-044406-8
- 1 2 "Kurds. The Columbia Encyclopedia, Sixth Edition. 2001-05". www.bartleby.com. Roja gihiştinê 20 gulan 2026.
- 1 2 "Xenophon ( c . 428– c. 354 bc ), Greek Historian and Miscellaneous Writer". Shakespeare's Books. 2016. doi:10.5040/9781472555328.7995.
- ↑ "Strabon Book 11". soltdm.com. Roja gihiştinê 21 gulan 2026.
- ↑ E.J. Brill's First Encyclopaedia of Islam 1913-1936 (bi îngilîzî). BRILL. 1987. ISBN 978-90-04-08265-6.
- ↑ "Erdnîgariya Straboyê". penelope.uchicago.edu. Roja gihiştinê 21 gulan 2026.
