Rijênê lîkê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Rijênê xweziyê hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
Rijênê lîkê
Illu quiz hn 02.jpg
Rijênê lîkê:
1. Rijenê bineguhê an binguhî
2. Rijenê bineçeneyê
3. Rijenê bineziman
Latînî glandulae salivariae
Sîstem Sîstema herisê

Rijenên lîkê, lîkerijên ,rijênên tûkê, rijênên xweziyê (bi îngilîzî salivary glands; bi latînî glandulae salivariae).

Gelek rijên di lînceperdeya dev û ziman de cih bûne û rojê bi qasî 1-1,5 lître lîk(tûk) berhem dikin û der didin nava dev[1]. Ji ber derdana lîkê devê mirov tu car zuha nabe. Bi taybet dema xwarin û cûtinê, derdana lîkê jî zêdetir dibe. Lîk xurekan nerm dike û herisa kîmyayî ya xurekên karbohîdradî dide destpêkirin[2][3]. Her çiqas di devê mirov de gelek rijênên lîkê hebin jî ji wan sê cot hê pirtir bi bandor in[1][4].

Rijênên binguh (Parotid glands): Ev cota rijên li nezikê binê guhê rast û çepê de cih digire. Rijên bi navbeynkariya coga parotîdê derdanên xwe dirijînên nava dev. Serê coga parotîde ji rijênan heta nêzikê diranê kursî yê duyem dirêj dibe.

Rijênên binziman: (Sublingual glands): Di binê ziman de cih bûne. Lîkê der didin nav dev. Derdana lîkê li gor rijênên din hindik e.

Rijênên çena jêrîn (submandibular glands): Ev rijên li aliyê jerê dev de cih bûne. Lîkê bi navbeynkariya cogan der dide nav dev.

Erk û pêkhateya lîkê[biguherîne]

Di devê mirov de gelek rijênên piçûk heye lê, ev sê cot rijênên lîkê yên herî bibandor in.

%95.5 ê lîkê av e[1]. Ji xeynî avê, di nav lîkê de enzîma amîlaz, enzîma lîzozîm, iyonên wekî sodyum, potasyum, fosfat û bîkarbonat, lînc(mukus), dijetena A heye[1]. Lê ji boy erka herisê pekhateyên herî girîng enzîma amîlaz, lînc, iyonên bîkarbonat û fosfat e. Enzîma amîlaz xurekên karbohîdradî diherisînê, dike karbohîdradên hûriktir[4][3] . Lînc xurekan nerm dike, daqurtîna xurek hêsantir dibe. Herwisa ji ber lîncê, xurek bi hêsanî di nav coga herisê de xij dibe[2]. Iyonên fosfat û bîkarbonat pileya pHa dev rêk dixin. Pileya asayî ya pH a dev 6.35- 6.85 e[1]. Ango nêzikê pileya nêtar e (pH = 7). Dijetena A û enzîma lîzozîm li dij hokarên nexweşiyê bergiriya giştî dabîn dikin.

Rêkxistina derdana lîkê[biguherîne]

Rijênên lîkê her dem bi heman rêjeyê lîk berhem nakin û dernadin. Berhemkirin û derdana lîkê ji aliyê koendama demara xoyî( autonomic nervous system) ve tê rêkxistin[1]. Gava di dev de xurek tune be, sîstema sîmpasawî ya koendama demara xoyî derdana lîkê kêm dike. Bi cûyîna xurekan, an jî ji ber bihna xurekan îcar sîstema parasîmpasawî ya koendama demar a xoyî çalak dibe[4]. Sîstema parasîmpasawî bandor li ser rijênên lîkê dike, rijên lîk berhem dikin û der didin. Piraniya lîkê di rûviyan de cardin tê mijandin û tevlê xwînê dibe[1].

Çavkanî[biguherîne]

  1. a b c d e f g OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
  2. a b Johnson, Leland G. (1987 )Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8
  3. a b Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  4. a b c Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4