Wîkîpediya:Dîwan (tevlîhev): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 229: Rêz 229:


: Ji xeynî vê wekî ku kekê [[Bikarhêner:Mohajeer|Mohajeer]] jî diyar kiribû. Herçiqas kêmasiyên wîkiya me zahf bin jî, ev twît ji bo reklama Wîkîpediya, Wîkîferheng û zimanê kurdî baş in. -- [[Bikarhêner:Bikarhêner|Bikarhêner]] ([[Gotûbêja bikarhêner:Bikarhêner|gotûbêj]]) 07:20, 10 tebax 2020 (UTC)
: Ji xeynî vê wekî ku kekê [[Bikarhêner:Mohajeer|Mohajeer]] jî diyar kiribû. Herçiqas kêmasiyên wîkiya me zahf bin jî, ev twît ji bo reklama Wîkîpediya, Wîkîferheng û zimanê kurdî baş in. -- [[Bikarhêner:Bikarhêner|Bikarhêner]] ([[Gotûbêja bikarhêner:Bikarhêner|gotûbêj]]) 07:20, 10 tebax 2020 (UTC)
::Erê, gotina we ye, reklama bo Wîkîpediya kurdî baş e, lê mixabin mirov dibêje "hîhooo, zêdeyî 30.000 gotarî, her bijî!" Lê, gelo, Wîkîpediya me ji bona wan kesan referansek e? Ez pê bawer nakim. Ez mirovekî erênî me, bila ez çewt bim, divê em êdî êdî asta Wîkîpediyê bilindtir bikin, çavkanîne bi kar bînin û dûrî wergerên bi lez bikevin. Qewet be, min mehekê bêhna xwe kir û min bêriya xebatkarên Wîkîpediya kurdî kiriye :) Bi silav û rêz. --[[Bikarhêner:MikaelF|MikaelF]] ([[Gotûbêja bikarhêner:MikaelF|gotûbêj]]) 19:04, 10 tebax 2020 (UTC)
::Erê, gotina we ye, reklama bo Wîkîpediya kurdî baş e, lê mixabin mirov dibêje "hîhooo, zêdeyî 30.000 gotarî, her bijî!" Lê, gelo, Wîkîpediya me ji bona wan kesan referansek e? Ez pê bawer nakim. Ez mirovekî erênî me, bila ez çewt bim, divê em êdî êdî asta Wîkîpediyê bilindtir bikin, çavkanîne bi kar bînin û dûrî wergerên bi lez bikevin. Qewet be, min mehekê bêhna xwe veda û min bêriya xebatkarên Wîkîpediya kurdî kiriye :) Bi silav û rêz. --[[Bikarhêner:MikaelF|MikaelF]] ([[Gotûbêja bikarhêner:MikaelF|gotûbêj]]) 19:04, 10 tebax 2020 (UTC)

Guhartoya 19:05, 10 tebax 2020

    Dîwan (tevlîhev)

    Tu bi xêr hatî Dîwanê! Ji kerema xwe re ji bo parvekirinên xwe beşên têkilîdar bikarbîne!

    Nûçeyên Wîkîpediyayê biguhêre
    Daxwaz
    Daxwazên jêbirinê
    Kurtenav:
    WP:DTH
    Mijarekê lê zêde bike

    Arşîv
    1 - 2 - 3

    2020

    Silav ji we re hevalno sersala we ya nû pîroz be.Mehk63 Peyam 23:03, 25 kanûna pêşîn 2019 (UTC)[bersiv bide]

    Ya te jî pîroz be, bimîne di xweşiyê de. --MikaelF (gotûbêj) 08:27, 26 kanûna pêşîn 2019 (UTC)[bersiv bide]
    sala 2020 an li me hemuyan pîroz be, lê ev sal bi gelekî eş û mirin berdewam dike Rasti 28 Adar 2020

    Gotarên dirêj

    @Gomada û Ghybu: Silav hevalên hêja, gelo mîna û , em dikarin çawa lîsteya gotarên kurdî ên dirêj ên rêzkirî bi dest bixin? --Jiju (gotûbêj) 16:51, 19 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

    @Jiju: erê BişirînTaybet:Rûpelên dirêj. Herwiha binêre Taybet:SpecialPages...--Ghybu (gotûbêj) 17:12, 19 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
    @Ghybu: Spas dikim lê xwezî min nepirsiya :/ sihetxweş.--Jiju (gotûbêj) 17:23, 19 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
    @Jiju: çima? bi gelemberî bikarhênerên nû (yên din jî Pêkenok) "Rûpelên taybet" nas nakin. Pirsgirêk nîne... Bişirîn--Ghybu (gotûbêj) 17:34, 19 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
    @Ghybu: ehuehu :) divê bîr hatima lê qasta min ne ev bû, hevalê hêja. ji aliyê naverokê ve ew lîste xapandineke erzan e :( --Jiju (gotûbêj) 18:24, 19 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
    Mixabin, gotarên me yên xwediyê naverokeke biserûber û dirêj pir kêm in. Bimînin di xweşiyê de!—Gomadapeyam 16:12, 20 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

    Additional interface for edit conflicts on talk pages

    Sorry, for writing this text in English. If you could help to translate it, it would be appreciated.

    You might know the new interface for edit conflicts (currently a beta feature). Now, Wikimedia Germany is designing an additional interface to solve edit conflicts on talk pages. This interface is shown to you when you write on a discussion page and another person writes a discussion post in the same line and saves it before you do. With this additional editing conflict interface you can adjust the order of the comments and edit your comment. We are inviting everyone to have a look at the planned feature. Let us know what you think on our central feedback page! -- For the Technical Wishes Team: Max Klemm (WMDE) 14:15, 26 sibat 2020 (UTC)[bersiv bide]

    Please help

    Hello! c:Commons:Categories for discussion/2018/11/Category:Yezidis it is unclear which spelling, Yazidis or Yezidis, is preferred. Could you please share your thoughts on that page? I am sorry to write in English. Thank you very much!--Roy17 (gotûbêj) 13:39, 9 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]

    Çalakî

    @Ezdînşêr Bêkendî: Pismam ku bixwazî xizmetê "knowledge" zanîn / zanyariyê bikî kerem bike were Wîkîpediyaya kurdî û li vir him xizmetê knowledge-yê him jî xizmetê ziman û miletê xwe bike. Em jî ji ber van sedeman li vir in. Fêdeyek gotar û nivîsarên di wîkîpediyaya tirkî de nîn e ji bo zimanê kurdî. -- Bikarhêner (gotûbêj) 23:23, 15 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    @Bikarhêner: silav û rêz êdî ez ê, di nav Wîkîpediya yê Kurdî de beşdarî peyda bikim.Lê belê zehf kemasî yê Wîkîpediya yê Kurdî heye. Kî guncav e ku em hevre projekî ava bikin û em wê pirsgirêkî çareser bikin. --Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 16:18, 17 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    @Ezdînşêr Bêkendî: Kerem bike, projeya xwe bêje, ku baş / bifêde be dibe ku çend kesên din jî beşdar bin.
    RAGIHANDIN: @Avestaboy, Balyozxane, û Bazibda: @Bedelboseli, Bibliophile, Biyolojiyabikurdi, û Dilbirîn H.K: @Eniboyy, Ezdînşêr Bêkendî, Feqîyê Teyrann, û Ghybu: @Gomada, Gulsumake, Heval xera, û KurdoChali: @MikaelF, Men2050, û Mehdî Silêvanî: -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:08, 17 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    @Bikarhêner û Ezdînşêr Bêkendî: Ez li ser gotara kurd dixebitim. heke projeyekê amade bikin, ez jî beşdarî bibim. --Balyozxane (gotûbêj) 17:22, 17 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    *@Bikarhêner: wîkîpediya Kurdî ne wekê Tirkî ye, mîsal hûn çawa beşdari peyde dikin ?
    @Ezdînşêr Bêkendî: Belê peydakirin an jî tevlîkirina beşdarên nû piçekî zehmet e. Tu bêje em çawa peyda bikin? -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:25, 17 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    @Bikarhêner: @Balyozxane: Ji bo rûpelên di nav Wîkîpediya Kurdî em geş bikin gerek em hevre xebat bikin û ji bo wî em hewcê proje kî ne. Binêrîn: WikiProject 1, Vikiproje, WikiProject. Bi saya wan proje, em dikarîn wîkîpediya Kurdî pêşbixin.--Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 17:34, 17 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    @Ezdînşêr Bêkendî: Tu dixwazî wîkîprojekê bidî destpêkirin ji bo Wîkîpediya kurdî. Baş e. Lê wisa dixuye ku divê yên amadekar kedeke mezin bidin bo dandestpêkirin û hazirkirinê. Bi rastî wextê ku ez karibin bo vê terxan bikim min ne zêde zêde ye, lê dîsa jî çi ji dest min were ez ê jî bikim. Mijareke jî divê bê bijartin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:47, 17 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    @Bikarhêner: Em jî dikarîn çêkin. Wê hefte ez ê serde bişuxlîm --Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 18:27, 17 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    Silav Ezdînşêr Bêkendî, tu bi xêr hatî Bişirîn Hejmara bikarhênerên çalak li ser ku.wikipedia pirr kêm e (tenê sê û çar bikarhêner çalak in; tr.wikipedia: 3.281 bikarhêner; en.wikipedia: 138.711!). Hêz û demên xwe di tiştin witira de wenda mekin. Ji bo pirs û pêşniyazan WP:DTH û gotûbêja Portal heye.--Ghybu (gotûbêj) 22:34, 17 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    Dîsa jî en:Wikipedia:Be bold :)--Ghybu (gotûbêj) 22:50, 17 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]

    Şablonê Xebat

    @Ghybu: silav û rêz jî were. Ez şablonekî wusa çêkirim lê belê "revisiontimestamp" çêne bû jî kerema xwe hûn dikarîn binêrin.--Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 07:18, 18 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]

    Silav Ezdînşêr Bêkendî! ✓ Çêbû--Ghybu (gotûbêj) 10:03, 18 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    @Ghybu: Gelek spas :) --Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 10:21, 18 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]

    Wîkîçavkanî

    Min duh serrûpela wîkîçavkanî çêkir lê belê guherandina min qebûl nekir çîma ? Ez li ser coding dişuxlîm em bihevre dikarîn projeyên wîkîmedîa hemû çêkîn. Jî min re regedarî bidin ku em rûpela peyde bikin hûn zehf ne çalakin zana min de.--Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 09:05, 20 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]

    @Ezdînşêr Bêkendî: Girêdan (lînk)?--Ghybu (gotûbêj) 10:47, 20 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    @Ghybu: Wîkîçavkanî ez ser de dişuxlîm. Ji kerema xwe binêre çawa çê bû ?--Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 10:49, 20 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    Rind e... guhertoya pêşî vitira bû: [1]--Ghybu (gotûbêj) 11:01, 20 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    @Ghybu:Gerek em di nav malbata wîkîmedîa hemû kurdî bikin em gelek paş mane :/--Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 11:55, 20 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    @Ghybu: Em çawa biguherînîn ? --Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 12:01, 20 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    @Ezdînşêr Bêkendî: Projeya Wîkîçavkanî bi kurdî nehatiye vekirin. Malpera Wîkîçavkanî (Destpêk bi kurdî) ji bo hemû zimanên ku Wîkîçavkanî ne hatiye vekirin e: hemû ziman tevlî hev in. Projeyen vekirî bi kurdî vana ne: Wîkîferheng, Wîkîgotin û Wîkîpirtûk.--Ghybu (gotûbêj) 12:17, 20 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    @Ghybu:Em vekin, em çîma paş dimênin --Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 13:41, 20 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    @Ezdînşêr Bêkendî: Ji ber ku kesên ku bi kurdî dinivîsin pirr kêm in an jî bi tirkî dinivîsin Bişirîn. Tenê projeyên ku çalak in tên vekirin (du û sê bikarhênerên çalak pêwîst e), ji bo xwastinê bnr.: [2] û meta:Language proposal policy#Requisites for final approval (A project must start on one of these wikis. This will demonstrate that there is sufficient community to build the project.). Herwiha bnr. bersiva min li ser Wîkîzanîngeh... --Ghybu (gotûbêj) 14:05, 20 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    @Ghybu: Nexwe WîkîmedîaKurdî jî tune ye.Gerek em hêdî hêdî xwe pêşbixin em çiqas kêm bin jî hêvîdarim ku em ê bihevre her tiştî bikar bin bikin. --Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 17:05, 20 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    @Ezdînşêr Bêkendî: Heye, bnr.: meta:Destpêk / meta:Template:Main Page/ku--Ghybu (gotûbêj) 17:53, 20 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    @Ghybu:Xwezî em jî biketana orgaîzasyonê de. Niha em çend bikarhênerin ? Em nav xwe de kom bibin û ser medyaya sosyal de ragihandina hev bikin. Çê nabe ?Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 18:53, 20 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    Hejmara bikarhênerên çalak: 0-5 li gorî avûhewayê Bişirîn. Min va jî ji bîr kiriye: meta:Requests for new languages/Wikisource Kurdish. Ser Twitterê: Wîkîferheng û Wîkîpediay.Mixabin bi min kurmancî li Bakurê zimanekî mirî ye ji ber ku niha di nav kurdan de zimankî ne hewce ye; jixwe siyasetmedarên kurd jî nizanin, deng nakin û nanivîsin... Binêre, li Îraqê dîtinên Wîkîpediyaya soranî: 457K !!/ li Tirkiyeyê dîtinên Wîkîpediyaya kurmancî: 44 K / dimilkî: 8K...--Ghybu (gotûbêj) 19:38, 20 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    @Ghybu: Min rûpelêk Twitterê vekîr li ser wê ez reklamên xwe bikim.Tenê ne Tirkîya de Iraqê de Kurd hene. Kurdên diaspora jî bîr nekin..Ezê berandama rêvebertîye bikim ji bo ku wîkîpediya din re jî ez çalak bim û dixwazîm ku bi hevre komekî wîkîmedia em ava bikin.Ezê her roj destpêk ê serast bikim û ez hêvîdarim ew hewl me hemûya re bibe mînak.Lewma alîkarîya we jî gelek girîng e ji bo min. Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 10:52, 21 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]

    Li ser tevgêrên "Beralîkirin"an (an jî Melayê Ço!)

    @Balyozxane, Ghybu, MikaelF, Mohajeer, û Gomada:, @Pispor, Bikarhêner, Bargiranewe, û Xwedêda: Hevalên hêja, Newroza we ya hemûyan pîroz be û Xwedê bike ku hûn bi neviyên xwe tev de gelek Newrozan bibînin.

    Ka naveroka Ço û Melayê Cizirî (pirtûk) yek e? Ev gemarkirina Wîkiyê ye!

    Di vê gotûbejê de tiştekî ecêb der hatiye û hevalin bala we kişandiye lê ji ber ku ditirsim kirinên navborî mîna vîrûsa coronayê berfireh bibe, min xwest wê gotûbêjê bînim vir û bala we hamûyan bikişînim ser wê.

    Piştî xwendina hemû nêrînên wîkîvanên delal, min got qey mesela li wir "Notability (Kayda degerlik)" a gotarekî ye û ev prensîb divê her tim bê sepandin. Lê piştre min dît ku mesele qet ne ev e, binpêkirina taybetmendiya beralîkirinê ye, bi min rasterast gemarkirina Wîkîpediyayê ye!

    Hevalê @Xwedêda: rabûye gotara "Melayê Cizirî (pirtûk)" ber bi gotara "Ço"yê ve alî kiriye bi navê Wîkîpediya Kurdî nekin gemarxane! Ev ne gemarîkirin be, tu tiştên din nakeve naveroka gemarîkirinê! Em ji bo avakirina gotarên rast û pêbawer dixebitin, heta çi ji destên me hat! Lê bi kirinên navborî him rastiyê û him jî pêbaweriyê bin pê kiriye! Çi pêwendî di nav wê pirtûkê û wê Ço-yê heye? Yekî ket Wîkîpediyayê û xwest "Melayê Cizirî (pirtûk)"ê bixwîne lê tew lê dinêre, malper wê dibe ser gotara Çoyê! Ka rastî li ku, pêbawerî li ku? Ya ew paqijî û gemarî li ku?

    Heke gotarek derensîklopedîk hebe, prosedur li ortê ye: ya tu yê hişyariyê bo vî tiştî dînî ser rûpelê, ya tu yê gotûbêjek biafirîne û sebebên xwe îzah bike û serî li nêrînên wîkîvanên din bidî yan jî heke bi rastî jî gotareke nebaş be, tu yê rabî jê bibî lê dîsa bi sebebek esnîklopedîk! Li vir, divê em ji bîr nekin ku em her tim û yekser bi prensîbên Wîkîpediyayê tev bidin, ne bi yên xwe!

    Niha bikarhêner Xwedêda çima beralîkirinek wiha derensîklopedîk kiriye? Sebaba herî mezin a beralîkirinê ev e: Du sernav lê yek naverok hebe! Wekî Dîyarbekir û Amed. Ka naveroka Ço û Melayê Cizirî (pirtûk) yek e? Heke bi navê Melayê Ço tiştek heye û nizanibim, li qisûra min mêze nekin!

    Ji kerema xwe Wîkîpediya Kurdî nekin gemarxane! Heke pir lazim be, rûpelên bikarhêneran ji bo vê heye, herin têra xwe henekên xwe bikin lê gotar ne cihê wê ye. Hevalên xwedî heq jî divê yekser vê xeletiyê bidin rawestandin da ku nebe mînak!--Jiju (gotûbêj) 20:02, 21 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]

    Silav Jijucan, Newroz li te pîroz be! --MikaelF (gotûbêj) 23:19, 21 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]

    Tablo çêkirin

    Silav hevalên hêja; @Ghybu û MikaelF: Gelo hûn dikarin wek vê tabloyê [3] ji bo wîk3ipedyaya me tabloyekê çêbikin ? Mohajeer (gotûbêj) 21:12, 23 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]

    Silav Mohajeer tu bixwazî em bi hev re serê bişuxlin kekê ? Bişirîn --Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 21:17, 23 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    Dibe hevalê hêja :) Jixwe em dişixulin :) Mohajeer (gotûbêj) 21:18, 23 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    Ez li benda te me @Ezdînşêr Bêkendî: Mohajeer (gotûbêj) 21:29, 23 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    @Mohajeer:Min çêkir heval belgekirina vê amede dikim. --Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 21:52, 23 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    @Ghybu: Heval tu çima jêbirî --Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 21:55, 23 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    @Ezdînşêr Bêkendî: Min jênebir, kodek kevn bû Bişirîn. Min bi modulan çêkir...--Ghybu (gotûbêj) 21:57, 23 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    @Ghybu: modul çava çê dibin heval û tu vê şablonê min jî tere şandî çi kir. Evqas ez serê de şixulîm çêne bû Bişirîn--Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 22:00, 23 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    Min li gorî en.wikipedia çêkir, mînak Gotûbêja şablonê:Şecere--Ghybu (gotûbêj) 22:04, 23 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    @Ghybu: Min dît kekê destê te saxbî, li ser mijarê wîkîproje yê çi dibêjî 5 bikarhênerên çalak hebe em heta 2021 ên dikarîn 80.000 gotar ava bikin armancê min ew e --Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 22:07, 23 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]

    Gotarên ku bi Google Translate-ê têne çêkirin

    @Bikarhêner, Ghybu, Gomada, Xwedêda, Avestaboy, û Ezdînşêr Bêkendî: @Mohajeer, Penaber49, Bibliophile, û KurdoChali: @Jiju, Heval xera, Feqîyê Teyrann, û Bedelboseli: @Bazibda, Bargiranewe, Balyozxane, û Ahmed KANÎ: @Ararat2020: @Penaber49: Merheba hevalino. Van rojan dibînim ku hin kes gotarên xwe bi Google Translate-ê çêdikin. Ev bû du kes ku bala min dikişinin.

    Hevalino, wekî ku tê zanîn Google Translate bi zimanê kurdî hêj pir pêşketî nîn e. Lewra tê de gelek çewtî derdikevin. Herwiha ji ber problema nestandardiya di zimanê kurdî de di mijara têgihên zanistî gelek zêtir çewtî derdikevin, herwiha ji ber Google Translate bi zimanê me pêşketî nîn e, Google Translate nikare hevokên dirêj û kompleks rast wergerîne. Lewra ez wergerandina bi Translate-ê şaş dibînim. Herwiha di gotaran de gelek çewtî hene û sererastkirinên wan jî pir zehmet e. Lewra ji wan hevalan rica dikim ku gotaran an bi wasiteya Google Translate-ê çênekin, an ger çêbikin jî bila piştî ku çêkirin sererast bikin. Bi awayê din dibe problem. Spas ji bo beşdariyên we. -- Bikarhêner (gotûbêj) 01:14, 30 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]

    Silav û rêz. Min fêm nekir. Anko tu dixwazî bibêjî ez bi Googlê wergerrê dikim?? KurdoChali (gotûbêj) 09:53, 2 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

    Spas Bikarhêner. Tu dikarî şablonên {{ne rind kurdî}} an {{jêbirin}} tevlî di nav wan gotaran bikî. An jî şablonek ji bo gotarên ku bi Google translatê hatine wergerandin çêkinê ({{google translate}})?--Ghybu (gotûbêj) 01:29, 30 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]

    Erê hevalê hêja Tu pir rast dibêjî. Gerek were dîqet kirin. Di wergera Google de şaşiyê mezin çêdibin. Xwedêda (gotûbêj) 07:12, 30 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]

    @Ghybu:,@Bikarhêner: silav jî were bikarhênerên hêja, ez jî car carinan li ser translate ê dixebitim, lê belê mirovekî ser hişê xwe zane ku kêmasîya translate ê heye. Bikarhêner dikarin li ser translate bixebitin lê belê dema ku li ser vî em bixebitin divê em jî ber xwe ji biguherînekî din ji bikin. Translate dema wusa pêk bê ji bo pirsgîrêk nîne. --Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 08:28, 30 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    Roja we bi xêr. Min gelek caran bi riya beşa Wergerê, Google Translate bi kar anî wekî di Harry Potter, Ludwik Lejzer Zamenhof, Beirut (kom) û Şehriyar Cemşîdî de tê dîtin. Beşa Werger a Wîkîpediyayê derfetek mezin dide heke bikarhêneran bi xweşî bala xwe bidê û hevok hevok rastbûna wergerê qontrol bike û heke şaşî tê de hebe serast bike. Kesek nikare ber xeletiyên biçûk bigire, ew bi hevkariyê ji holê radibin. Ya na, rabe dest bi encama wergerandina Translateê nede û bêyî qontrolê li vir biweşîne, ev xeletiyek mezin e û her wiha tembelî û xwenedîtî ye. Di ya tirkî de gelek gotarên bi vî rengî hatine afirandin, hene û hişyariyê datînin ser rûpelê wekî "Ziman û şêweya vê rûpelê xeletiyan dihewîne". Em jî gikarin tiştek wiha bikin. --Jiju (gotûbêj) 10:23, 30 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]
    Silav Jiju ez ji li ser fîkrê te me. Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 21:14, 30 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]

    Kurterêbera rastnivîsînê ya Wîkîpediya Kurdî li ser YouTube

    Ev dema û hemû demên we bi xêr bin, kurterêbera rastnivîsinê ya Wîkîpediya Kurdî li ser YouTube heye (Kurterêbera rastnivîsinê ya Wîkîpediya Kurdî li ser Youtubê (08.04.2020)). Birêz mamosta Amed Çeko Jiyan, tu her hebî! --MikaelF (gotûbêj) 13:38, 8 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]

    Penaber49

    Hi! I'm not sure if this is the right place to post this, but I am a Wikidata administrator investigating cross-wiki issues, and I would like to recommend that someone reviews Taybet:Contributions/Penaber49. I am not an expert in the subject area, but they appear to have specific opinions about whether certain places are in Turkey. Cheers, Bovlb (gotûbêj) 17:52, 9 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

    Hello Bovlb. The Infobox is incomplete, the "State" (Dûgel) parameter is not specified. Just the area... I guess it will be given later. @Penaber49:. Spas--Ghybu (gotûbêj) 18:35, 9 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
    Herwiha gund peyveke nêr e (gund), gundekî--Ghybu (gotûbêj) 19:05, 9 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

    Hello Mr.Bovlb ! thank you for your sensitivity. I wrote all the settlements in all the existing names in the Kurdistan region of Turkey. These articles are all in draft form. I will struggle to complete. Thanks.. Penaber49

    Unfortunately, I think this post is also a sign that pressure from the Turkish government on Wikipedia has worked somewhat (we are becoming more vigilant about this state). I notice this more and more even here. The users are scared...--Ghybu (gotûbêj) 21:10, 9 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
    It's strange someone tried to force my password Bişirîn it had never happened to me before...--Ghybu (gotûbêj) 00:27, 10 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

    Wêne jêbirin

    Merheba @Ghybu û Gomada: hûn dikarin vî wêneyî jê bibin, xwediyê wêne dixwaze jê bibe lê nikare @MelaMihyedin: [4] Mohajeer (gotûbêj) 19:47, 20 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]

    Şablona Bajar û gundan

    @Ghybu, Mohajeer, û MikaelF: Ez li ser nifûsa gundên Sirûcê dixebitim niha. Daneya xwe ji Tûikê min wergirt. Piştî 2012an bajarok bi çend taxên din re bûne tax û Dewleta tirk dev ji bajarokan berda. Gund jî wisa ne. Gundên biçûk hatine girêdan gundên mezin û gundên mezin bûne tax. Ez dibêm ez li şûna bajarokên sirûcê navên taxan binivîsim û li şûna gundan jî gundên biçûk ku girêdayî gundên mezin binivîsim. Çitto dibe? Erê an na? --Balyozxane (gotûbêj) 14:56, 2 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

    Wek tu dibêjî bi dehan bajarên mezin yên kurdan hene li Tirkiyeyê, eger tu şablona Rihayê biguherînî divê tu yên din jî biguherînî. Lê eger tu bibêjî ez nikarim, wê demê jî divê tu bi usilê berê çêbikî. Fikra min ev e. Silav û rêz. Mohajeer (gotûbêj) 19:42, 2 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

    @Bikarhêner, Ghybu, Gomada, Xwedêda, Avestaboy, û Ezdînşêr Bêkendî: @Mohajeer, Penaber49, Bibliophile, û KurdoChali: @Jiju, Heval xera, Pispor, û Bedelboseli: @Bazibda, Bargiranewe, û Ahmed KANÎ: @Ararat2020: @Penaber49:

    Hûn li ser vê mijarê çi difikirin? Bi ya min divê wîkîpediya me nûjen be. Ez bixwe nikarim hemû biguherînim lê divê em yekî nû standard bikin û ji bo yên ku nû tê çêkirin vê şablonê em bi kar bînin. Yên din jî hêdî hêdî werin nûjenkirin.--Balyozxane (gotûbêj) 22:35, 2 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
    @Balyozxane:Rast dibêjî kekê, divê wîkîpediya me nûjen be. --Thothr(mesaj) 12:34, 3 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

    Şablonên Parêzgehên Îranê

    Hevalên delal @Ghybu, MikaelF, Gomada, û Thothr:, ez teqsîmata parêzgehên Îranê çêdikim. Di parêzgehên Îranê de divê şablon hebin. Divê hemû li gor vê formatê werin çêkirin [5]. Hevalê @Penaber49: gelek li ser parêzgehên dewletên din dixebite, divê rêvebirên me alîkarî bikin ji bo hinek kêmasiyan. Hewcehiya me bi aktîfbûna rêvebirên me heye Mohajeer (gotûbêj) 15:44, 24 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

    @Mohajeer: Ji kerema xwe ji bîr neke ku em navên gundistan, şaristan (mînak: Seqiz (şaristan) hwd. di destpêka sernavê de nanivîsin. Herwiha li vê gotarê binêre. Qewet be!—Gomadapeyam 18:57, 24 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
    Kekê @Gomada:, pirsgirêk li vir sernav nînin, ji bilî te jî kes nabêje min biguherîne. Li ser vê mijarê niqaşek hebe, ji kerema xwe re tu dikarî nîşanî min bidî? Ji bo dabeşkirina parêzgehên Îranê pêşniyazek hebe, ez amade me ku li ser bifikirim. Wek din gelek kêmasî di gotaran de hene, divê tu wek rêvebirekî wîkîpedyayê hinekî aktîf bibî ji bo sererastkirinan. Qewet be ! Mohajeer (gotûbêj) 20:57, 24 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
    @Mohajeer: Mixabin li ser Wîkîpediyaya kurdî kes kesî guhdarî nake û pêşta seh nakin çî hatiye çêkirin çî nahtiye çêkirin, kes formata wikiyê hu nake... Piraniya bikarhênerên kurd gotarên rind çênakin tenê hejmara gotaran lê zêde dikin. We hejmara gotan kir 30.000 feqet di nav wan de gotarek baş hat çêkirin? Na! Pêşta min gotar û şablonan sererast dikir niha tiştik nakim. Li ser dabeşkirina Îranê pirr tişt hatine çêkirin feqet kes seh nake: Kategorî:Dabeşkirina Îranê / Ûrmiye# Dabeşkirina bexşê / Ûrmiye (şaristan) / Kategorî:Şablon (Îran) / Kategorî:Gundên Seqizê / {{Bajar û gundên Mehabadê}} (Afan, ...) / Kategorî:Erdnîgariya Rojhilata Kurdistanê. Herwiha kes wîkiya înglîzî jî seh nake wana çito kirine... Mixabin formakta Wîkîpediyaya kurdî kirêt bûye. Binêrin me formata çêkirina gundan guherandin (Boydî) feqet kes wana kopî nake. Bi gotina kurt gotarek rind bi hezar gotaran çêtir e...--Ghybu (gotûbêj) 23:29, 24 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
    Brayê @Ghybu: ez di serî de spasiya te dikim ku xebata te ya li vir bêhempa ye. Elbete zengînkirina gotaran tiştek pir giring e, jixwe em tenê gotaran zêde nakin. Gotarên gundan hewcehî bi zanyariyên ewqas akademîk nînin. Jixwe ev bajar û gund li berçav in. Her wisa ez bi şexsê xwe tenê gotara zêde nakim, ema ez dibîniim ku şerme wîkîpediyaya kurdî di rêza 107ê de ye, em tenê gundan jî tomar bikin, em dikarin rêza xwe bllind bikin. Heta gotar neyê afirandin, zengînkirina wê jî çênabe. Ev gotar Dîroka Kurdistanê min neafirandiye, lê ez dikarim bibêjim ku zengînkirina wê hemû min çêkiriye. Tu dikarî gelek zanyariyên akademîk li vir bibînî. Her wisa ev gotar Dîroka Bakurê Kurdistanê min afirandiye û zengînkirin jî min çêkiriye, ez dikarim bibêjim ku mafê vê gotare ew e ku li kovarekê de bê weşandin ku ewqas ez li ser hesas difikirim û çêdikim, her wisa gelek gotarên din jî hene hem min afirandine hem jî zengînkiri ne. Formata ji bo dabeşkirina Îranê di serî ti kesê ji min re tiştek negotibû. Ez jî li gorî fermiyeta dewleta Îranê mecbûrim dabeşkirina îdarî li vir çêbikim. Min jî alîkariya wiha (Boydî) dixwast ku em zengîn bikin. Wîkîpediyaya Kurdî mezin dibe, divê jinûve hindek tişt bên niqaşkirin û li gor fikra hevpar ya bikarhêneran were biryar dan. Ji bo alîkariya we jî rêvebirên nû hewce ne. Ez jî dizanin hûn tenê nikarin ewqas tiştan çêbikin lê hinek heval hene ji teknîkê fêm dikin bila bibin rêveber. Her wisa hevalê Gomada jî bila hinekî aktîf be. Hevalê penaber ewqas gotar çêkirin, hemû jî xwedî zanyariyên kêrhatî ne û elbete ne bes e. Di gotarên zimanên din de jî hinek caran qasî me zanayrî tune ne. Lê çend bikarhêner zêde bibin, zengînkirin jî ewqas zêde dibin. Ji zêdebûna bikarhêneran netirsin. Elbete ji her kesî de dengek derdikeve lê ev de ensîklopediyeke azad e, her kes dikare were vir û li gor rê û rêbazan gotaran çêbikin an jî biguherînin. Wek din berî ku ez li ser dabeşkirina Îranê xebitîm, di derbarê dabeşkirina Îranê de ewqas gotar nehatibûn çêkirin. Yên hatibûn çêkirin jî xelet bûn. Mînak Kûgîluyî wek bajarek hatibû pênasekirin lê devok e. Min ev zanyarî jî sererastkirin, bi sedan gotarên din wiha min sererast kirin. Her wisa ev jî Pehle ma wiha bimîne an ez sererast bikim? Jixwe wek vana min gelek sererast kirin. li ser vê elbete mafê min e, ez jî hinek biryaran bidim. Lê pêşniyazên we ji bo min girîng in, ya xelet hebe hûn dikarin bibêjim ku ez biguherînim. Wek din hevalê Gomada dibêje, me li şûna Gundistanê, Dehistan biryar daye. Eger tiştek wiha hebe, guherandina wê gelek asan e, bi rêya Botekê em dikarin hemûyan biguherînin. Divê li vir em ji bo ziman bixebitin, ne ez ne tu ne jî Gomada li vir pere qezenc nake. Ji ber wê, hevkariya me şert e ,Silav û rêz Mohajeer (gotûbêj) 07:51, 25 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
    @Mohajeer:Ez bawer dikim, zimanê ku tu pê daxwazan dikî, xelet e. Kes ne mecbûr e li te guhdar bike dema tu bi vî awayî biaxivî. Di serî de min agahî ji te re nivîsîn ku tu bizanibî di Wîkiya me de gotarên li ser Îranê hene û tu bikaribî xwe li ser konseptê agahdar bikî û kêmasiyên heyî serast bikî. Ti kes nabêje daxwazên xwe parve neke, lê heke tu bixwazî li ser mijarekê gotûbêjê bikî, kerem bike bi zimanekî nerm bike û li benda bersivan be. Bi ya min, divê mirov pêşî fêhm bike û piştre binivîse. Mixabin min di bersivên te de ev nedît.
    Ev îthama te —Wek din hevalê Gomada dibêje, me li şûna Gundistanê, Dehistan biryar daye. jî ne di cih de ye. Ji ber ku min tiştekî wisa ne gotiye. Herwiha tu li vê guhertinê binêrî, tu yê bibînî ku min bi xwe dêhistan kiriye gundistan. Ez dîsa dibêjim, ji kerema xwe pêşî fêhm bike û piştre binivîse.
    Te dîsa wisa gotiye; — 1. Formata ji bo dabeşkirina Îranê di serî ti kesê ji min re tiştek negotibû.
    — 2. Kekê @Gomada:, pirsgirêk li vir sernav nînin, ji bilî te jî kes nabêje min biguherîne.
    Tu dibêjî ti kesî ji min re negotiye, lê dema tê gotin jî li xweşiya te naçe. Em çawa bikin? Jixwe Ghybu jî gazin kirine û dibêje —Li ser dabeşkirina Îranê pirr tişt hatine çêkirin feqet kes seh nake. Heqê wî ye, berî ku tu xwe agahdar bikî, tu dibêjî ka bikarhênerino ez aciz im, ez çi bibêjim qebûl bikin. Heke mebesta te xwestina alîkariyê be, kerem bike, lê na tenê nîqaş be, dema kesî ji bo vê nîne.
    Herwiha ez ti têkiliya van gotinên te —Her wisa hevalê Gomada jî bila hinekî aktîf be. û —Ji bo alîkariya we jî rêvebirên nû hewce ne. bi gotarên Îranê ve nabînim. Ji bo çêkirina gotareke biserûber, ne hewce ye tu bibî rêveber. Mînak te ev gotar Gundistana Teybî Serhedî Rojava çêkiriye. Gelo ev gotareke biserûber e? Ez bawer dikim ev bersiva te (—ema ez dibîniim ku şerme wîkîpediyaya kurdî di rêza 107ê de ye, em tenê gundan jî tomar bikin, em dikarin rêza xwe bllind bikin.) ne hîncetek e ji bo ku gotar bêserûber bên çêkirin. Weke bikarhênerên wîkîya kurdî me heta niha hewl daye ku divê naverok ji hejmaran girîngtir be. Bila 20.000 gotarên me hebin, lê bila gotarên biserûber bin. Jixwe birêz Ghybu jî di bersiva xwe de ev piştrast kiriye. Em di rêza çendê de bin, şermeke gelê kurd e, ne ya bikarhênerên ku li vir dixebitin e. Jixwe her bikarhêner hewl dide ya ji destên wê/î te bike.
    Di dawiyê de ez dikarim bibêjim ku em li vir karekî kolektîf dikin, loma divê em bi hev re biaxivin û alîkariya hev bikin, lê bi zimanekî nerm. Bimînin di xweşiyê de!—Gomadapeyam 14:04, 25 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
    Kekê @Gomada: min negotiye ez bibim rêveber, jixwe ez ewqas ji teknîkê fêm nakim. Her wisa eger bixwazim bibim rêveber rê û rêbazên wê hene û evder nîne. Gundistana Teybî Serhedî Rojava ev gotara min tenê di 3-4 zimanan de hatiye çêkirin, dibe ku agahî tê de kêm bin. Tenê tiştek jê kêm e, şablon. Ez jî ji şablonan fêm nakim ku tevlî bikim, jixwe min ji bo vê alîkarî xwest lê tu behsê mijareke din dikî. Wek din ez te şermezar dikim ku tu dibêjî gotarên te bêserûber in. Tu dizanî çend keda min di van gotaran heye ?Tu behsê zimanekê nerm dikî lê zimanê te çima ewqas kirêt e ? Ka bêje min ev gotarên te Bewek&Samuel Barzanî çend ji yên min çêtir e ku tu ji gotarên min re dibêjî bêserûber !Ji kerema xwe re pêşiyê li gotarên xwe binêre û paşî heqareta li gotarên min bike. Min tu rexne kirî û min got tu kêm dixebitî, heqaret e ev? Rexne ye !Ez êdî te etîket nakim û alîkarî ji te naxwazim. Spas Mohajeer (gotûbêj) 15:10, 25 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

    Nehebûna çavkaniyan

    @Bikarhêner, Ghybu, Gomada, Xwedêda, Avestaboy, û Ezdînşêr Bêkendî: @Mohajeer, Penaber49, Bibliophile, û KurdoChali: @Jiju, Balyozxane, û Pispor: Bi dîtina min, yek ji kêmasiyên herî mezin ên Wîkîpediya Kurdî nehebûna çavkanî û jêderan e, ji ber ku, bi kurt û kurmancî, gotareke bê çavkanî, ne ensîklopedîk, ne wîkîpedîk, ne gotar ne şitleke bikalîte ye. Piraniya xebatkarên me ev mesele pişt guhê xwe re diavêjin, çima? Ez ji hemû xebatkarên îro re tika û daxwaz dikim, ji kerema xwe re, nivîsarên bêçavkanî nenivîsin li ser Wîkîpediya Kurdî, bila em Wîkîpediyeke bikalîte û qenc û geş çêkin lê divê em di nav kurdan de Wîkîpediya Kurdî ya bikalîte wekî referans çêkin. Ez dixwazim bi taybetî spasiya rêveberekî wek birêz Ghybu bikim ji bo karên wî yên teknîkî yên bêhempa. Gotarên Mohajeer yên li ser dîrokê jî tekûz in. Dînamîka ha ya bikaranîna "google translator" û wergerandina nivîsarên Wîkîpediya tirkî ji bo çêkirina heta mimkun be zû hejmareke herî mezin a gotarên nû û bê çavkanî, bila wisa nebe pêşeroja Wîkîpediya Kurdî. --MikaelF (gotûbêj) 07:01, 26 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

    @Ghybu û MikaelF: ji bo çavkaniyan ez ê bêhtir hesas bim li ser. Pirsgirêkek din heye, navdana dabeşkirina Îranê. Gelo min li vir [6] bi fonetîka latinî dabeşkirina Îranê bi peyvên farisî nivîsîye, hûn kîjanê bibêjin ez ê jî li gorî wê gotaran çêbikim. Gelo di wan qutiyan de ji kerema xwe re peyvên ku em bikarbînin ku ez jî wisa binivîsim. Dema min destpêkirî bo dabeşa Îranê, mixabin li vir çavkaniyên wisa an jî agahî tunebûn di derbarê dabeşkirina Îranê de, min jî li gorî xwe navên wan çêkirin. Peyva şehristan di farisî de ye, lê min ya soranî bikaranî şaristan. Lê ez niha li ser difikirim ku şehristan ji bo kurmancî çêtir e, çûnkî ev peyva şar bikarnayînin, peyva şehr li kar e. Her wiha peyva beş li kurmancî tê bikaranîn lê em ê bexşê bikarbînin. Divê em van nakokiyan ji holê rakin. Hûn ji bo van terîman alîkarî min bibin dê gelek baş be. Hevalên ferhengvan @Bikarhêner, Pispor, Balyozxane, Jiju, û Bibliophile: hûn jî lê binêrin ji kerema xwe re Mohajeer (gotûbêj) 07:38, 26 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
    @Mohajeer: bi ya min, eva ha dirust e:
    Rêvebirina îdarî ya Îranê
    Cûreyên dabeşê Ostan = parêzgeh Şehristan = şaristan, qeza, navçe Bexş = nahiye, navçe Dehistan = gundistan Şehr = bajar Rusta = gund
    Rêvebirê îdarî Ostandar = parêzgar Fermandar = qeymeqam Bexşdar = rêveberê nahiyê, rêveberê navçeyê Bexşdar = rêveberê gundistanê Şehrdar = şaredar Dehyar = muxtar
    Navê rêvebirinê Ostandarî = parêzgarî Fermandarî = qeymeqamî Bexşdarî = rêveberiya nahiyê, rêveberiya navçeyê Bexşdarî = rêveberiya gundistanê Şehrdarî = şaredarî Dehyarî = muxtarî
    --MikaelF (gotûbêj) 16:53, 26 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

    Vandal

    Silav, min ne dît be yek li kû derê karê IPyên vandala binivîsênê (Wîkîpediya:Vandalîzm/Destpêk gelekî kevn e) û ji bonî wê ez li vir dinivîsênim.

    • Tîpên ne di alfabeyên kurdî de (mînak ḧ) û tiştên li ser kurdî û Kurdistan jê dibê: 109.197.152.21

    -- Guherto (gotûbêj) 10:02, 6 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]

    @Bikarhêner: Hevalê hêja jkxr tiştekî bike.. Hêjî tiştan jê dibê, ev bêaqil tiştên li ser kurdî di Wîkîpedîyaya înglîzî jî jê dibê! -- Guherto (gotûbêj) 18:23, 30 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]
    @Guherto: Merheba. Di pêşiyê de divê ez bêjim ku ez li ser Wîkîpediyayê ne admînek im. Lewma nikarim wî IPyê asteng bikim. Ji xeynî vê jî astengkirin divê di asta dawîn de were bikaranîn. Yanî ger yek guhertinên li gor xwe rast lê li gor me xelet bike, divê pêşî were hişyarkirin. Lê ger ew bi awayekî sîstematîk û zêde xebatên vandalî ên wek bi niyetxirabî valakirina naveroka rûpelan, zivirandina guhertinên li ser rûpelan hwd. pêk bîne dikare were astengkirin. Lê astengkirin hergav divê wek "vebijêrka dawîn" were bikaranîn. Spas.
    @Ghybu û Gomada: -- Bikarhêner (gotûbêj) 22:18, 30 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]
    Tenê deh guherandinên IPyê hene (109.197.152.21 (g · b · a)) û hatine betal kirin, ew jî israr nekiriye. Livira da sedemeke astengkirinê tine ye. Herwiha 1)Em nikarin IPyan ji bo her demî asteng bikinê (proxy, dynamic ip address, ...) 2) Rêveveber wekî bikarhênerên din in.--Ghybu (gotûbêj) 06:55, 31 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]

    Koma bikarhênerên kurd

    @Ghybu, Balyozxane, Bargiranewe, û MikaelF: @Avestaboy, Bibliophile, Biyolojiyabikurdi, û Gomada: @Dilo2121, Dilyaramude, Ehmed Omerî, û Fawaz rengzerî: @Mohajeer, Ferhad Kurdi, Ilir1312, û KurdoChali: @Penaber49, Rasti, Rewiye tine, û Thothr: @Xwedêda û Ûsibê Bêmal: @Ahuracik, Aghpazoki, Amine yousefi, û Antoinethesmartass: @Ashkan P., Aurelio de Sandoval, Avdila doskî, û Avesode: @AviarL, Bodhi-Baum, Bovlb, û Bozbegê Şikakî: @Calistemon, Chelik99, Dieter123, û Dr-Taher: @DutchTina, E4024, Elisardojm, û Emperor of Emperors: @Fry1989, Gerd Eichmann, Gzhegozh, û Hevalishotaf: @K6ka, Kamanchejan, Karalainza, û Martin Urbanec: @Matiia, Moeng, Mordem Zel, û Mwanammrefukki: @Nadzik, Neribij, Nesimis, û Niegodzisie: @Osmen2163, Petroyovski, Praxidicae, û Psiĥedelisto: @Qadoserin, Qoan, RezanTovjin, û Rezancejn: @Sakretsu, Semyan sindi, Serchia, û Sinar Zaito: @Sotiale, StuD44, Tarih, û Tks4Fish: @TonyBallioni, Turkmen, TÎRÊJ ZANA, û Urgal: @Wanly0065, WikiBayer, Xorasan, û Yazarbilir: @Yug, Zhenyar2003, Érico, û İmatsun: @Γεωργός, احسان أحمد, ريبر هبون, û علی مکریانی: @عمرو بن كلثوم, وضاح عاصم, û নকীব বট:

    Merheba hevalino. Avakirina komeke bikarhêneran pêşniyar dikim. Bi navê "Wikimedians of Kurdish Languages User Group" an "Wikimedia Community User Group Kurdistan". Ji bo komên bikarhêneran yên mewcûd li vir binêrin ji kerema xwe: [7]https://meta.wikimedia.org/wiki/Wikimedia_movement_affiliates#wugs. Fêdeyên van koman pir in. Nimûneten berî çend mehan tirk bi koma xwe ya bikarhêneran gotin (ji Wîkîmediyayê re ragihandin) ku wê pêşbaziyeke çêkirina gotaran bidin destpêkirin û ji bo vê projeya xwe ji Weqfê pere girtin. Ji bo ku em jî karibin projeyên wisa bidin destpêkirin divê em organîze bibin û komên wisa ava bikin. Lewma ji we piştgiriyê dixwazim. Bikarhêner (gotûbêj) 23:05, 8 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]

    @Thothr: Bira hêvî dikim ku em karibin pêşbirkên wekî ku tu haziriya wê dikî bi sponsoriya Weqfê karibin li dar bixin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 23:07, 8 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]
    @Bikarhêner: Ez ê tiştekî pirs bikim dema em wê weqfê ava bikin, rêveberên me jî alîkarî bikin jî me re ? Lewra ez ne bawerîm ku rêveberên wîkîpediya Kurdî karên xwe dikin. 3-4 rêveber heye tu dibêjî wîkîpediya Kurdî mala bave wa ye, muamele kî wusa dikin. Eger bikarhênerek bixwaze wîkîpediya pêşbixe divê gotarên şaş serast bike. Em mirov in, xetayê me elbet çê dibe ez xete kî bikim gerek tu serast bikî an jî tu bikî divê ez serast bikim lê belê dema em ê îro tê de ne wusa ye. Wîkîpediya Kurdî vale ye. Çîma vale ye hûn zanîn ? Ji bo bikarhêner ê wîkîpediya hindik e kes xwe alakadarê pêşxistina wîkîpediya Kurdî nake. Ez wê mijarê de zehf acîz im. Em 4-5 bikarhêner bin jî divê polîtîkayên me hebe lê heta wê dem ê kes xwe ne daye alê polîtîkayên wîkîpediya. Herin binêrîn wîkîpediya Azerbaycan ê ew jî wek me 7-8 bikarhêner in lê belê nav wan de yekîtî heye. Ew ne wekê me ne dişuxlîn lê em dibêjîn amaaan zaten 4-5 bikarhêner heye tiştek nabe. Sal bûye 2020 hêja di nav wîkîpediya me de polîtîka, gotarên bijartî, gotarên baş tune ye. Ew çî ye demek rêveber û admînê wîkîpdiya Kurdî xweş xebat nakin kes bila nebêje em hindik in an jî ne çalak in. Heta ew bihane nav me de hebe em nikarin tiştekî bikin... --Thothr(peyam) 08:26, 9 tîrmeh 2020 (UTC)

    Peyama pîrozbahiyê

    Merheba hevalino. @Ghybu, Balyozxane, Bargiranewe, û MikaelF: @Avestaboy, Bibliophile, Biyolojiyabikurdi, û Gomada: @Dilo2121, Dilyaramude, Ehmed Omerî, û Fawaz rengzerî: @Mohajeer, Ferhad Kurdi, Ilir1312, û KurdoChali: @Penaber49, Rasti, Rewiye tine, û Thothr: @Xwedêda û Ûsibê Bêmal: @Ahuracik, Aghpazoki, Amine yousefi, û Antoinethesmartass: @Ashkan P., Aurelio de Sandoval, Avdila doskî, û Avesode: @AviarL, Bodhi-Baum, Bovlb, û Bozbegê Şikakî: @Calistemon, Chelik99, Dieter123, û Dr-Taher: @DutchTina, E4024, Elisardojm, û Emperor of Emperors: @Fry1989, Gerd Eichmann, Gzhegozh, û Hevalishotaf: @K6ka, Kamanchejan, Karalainza, û Martin Urbanec: @Matiia, Moeng, Mordem Zel, û Mwanammrefukki: @Nadzik, Neribij, Nesimis, û Niegodzisie: @Osmen2163, Petroyovski, Praxidicae, û Psiĥedelisto: @Qadoserin, Qoan, RezanTovjin, û Rezancejn: @Sakretsu, Semyan sindi, Serchia, û Sinar Zaito: @Sotiale, StuD44, Tarih, û Tks4Fish: @TonyBallioni, Turkmen, TÎRÊJ ZANA, û Urgal: @Wanly0065, WikiBayer, Xorasan, û Yazarbilir: @Yug, Zhenyar2003, Érico, û İmatsun: @Γεωργός, احسان أحمد, ريبر هبون, û علی مکریانی: @عمرو بن كلثوم, وضاح عاصم, û নকীব বট:

    Wîkîpediya kurdî ji 30 hezar gotaran derbas bû. Pîroz be. Spasiyên taybet bo @Mohajeer, Rasti, û Penaber49:. Peyama pîrozcahiyê ya Wîkîmedyayê bo Wîkîpediya kurdî: https://twitter.com/Wikimedia/status/1282702868349284352 -- Bikarhêner (gotûbêj) 19:43, 15 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]
    Mizgînî? Mixabin di nav wan de gotareke baş tine ye û gotarên nû yên dirêj jî bi Google translatê hatine kurdîkirin... Rewşa Wîkîpediyaya kurdî va ye.--Ghybu (gotûbêj) 19:58, 17 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]

    Slav xebatkarên wîkîpedîya Kurdî, Demekî dirêj e hemî şîroveyan dixwînim û li ser difikirim. Brêz Ghybu ez ji sedî sed beşdarî gotina te dibim lê mixabin gotarên baş jî, nebaş jî nayên çêkirin gelo hatiye çêkirin min nedîtiye. Ez bi mehan e livirim ji sê çar hevalan pêştir kes gotara çêke tineye û li vir jibo bikarhênerên nû tû alîkariyek yan jî û karekî hevpar tineye. Bi mehanê ku ez li vir jibo pêşvebirina wîkîpediya kurdî bi şev bi roj difikirim gelo bi çi awayî çi destê min tê ez çawa bikim li ser difikirim. Di vê demêde ji 2-3 kesan pêştir min alîkarî yan jî pêşnîyarî tu kesê li vir nedît. Tenê alîkariya birêz MikaelF gelek ji min re çêbu jibo keda wî bi taybetî spas dikim ji MikaelF re û hêvîdarim ku di demekê nêz de dîsa were. Daxwaza min ji hemî rêveber û bikarhênêrên wîkîpediya kurdî ev e. Bila tu kes di derbarê pêşnîyar alîkariya de xwe nede paş hewcedariya me jibo bikarhênerên nû re heye ev ji bi alîkariya û karên hevpar çêdibî û zêde dibî. Slav û rêz. Penaber49

    @Ghybu, Bikarhêner, û Penaber49: Silav hevalên hêja, dibe em hemû ji bo pêsvebirina wîkîpediyaya kurdî cuda cuda bifikirin lê ez di wê baweriyê de me ku em hemî dixwazin wîkîpediyaya kurdî pêshve bice. Armanca me hemûyan yek e. Lê cima em nabin yek ? Herkes pêngavekê nêzî hev be problemên me dê chareser bibin. Divê em hinekî bêhnfireh bin. Hevalê @Ghybu: ji bo zengînkirina gotaran ez jî li gel te me. Lê madem gotar hate afirandin, chima ez kêmasiyên gotarê temam nakin ?Pîrozbahiya 30 hezarê ji bo me serkeftineke mezin e ku di medyaya kurdî de cihê xwe girt. Her chend li vir hinek gotaran cêdikin û zengîndikin û rêve dibin, her wisa li ser medyaya civakî jî hinek heval propagandaya wîkîpediyaya kurdî dikin ku bikarhêner zêde bibin. Bawer bike ev bikarhênerên nû hemû bi xêra van propaganda û reklaman hatin vir. Ew kesên gotarên qels j dinivîsin, zengîn jî dinivisînxwedî yek armanc in; Pêshvebirina wîkîpediyaya kurdî. Em dikarin komxebatan ava bikin û kêmasiyên hev temam bikin. Ez bawer dikim em li vir xebatên bash dewam bikin, ev der dê ji bo sîstema perwerdehiya dewleta kurdî bibe bingeh. Lê ji ber béhnkurtiyê em tehemula hev nakin. Ev yek zererê dide me û xebatên me. Ez di warê sitasetê de gotarên xwe wek meqaleyên kovaran dinivîsim. Lê ez dibînim gotar zêde nabin, min dest bi zêdekirina gundê û bajarên welatê Îranê kir lê bawer im ev bû pirsgirêk. Ez rexneyên we dipejirînim lê bi rastî min dixwast hûn gotaran zengîn bikin. Lê hûn sil bûn. Mamoste Mikael û tu ji bo wîkîpediyaya kurdî wekî du bingehên sereke ne. Bi taybetî xebata te ji bo me hêja ye. Gotarzêdekirin ji bo reklama wîkîpediyaya me gelek girîng e. Elbete divê dû re gotar were zengînkirin lê mixabin di nava me de komxebatî tine ye. Divê em li ser vê bixebitin. Divê penaber xeletiya min temam bike, ez ya bikarhêner, bikarhêner xeletiya te, tu xeletiya penaber durist bikî. Eger em li ser vê xalê li hev bên, bawer im KU em ê xebatên gelek hêja amade bikin. Silavên germ Mohajeer (gotûbêj) 10:47, 31 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]

    Technical Wishes: FileExporter and FileImporter become default features on all Wikis

    Max Klemm (WMDE) 09:13, 6 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

    Peyama pîrozbahiyê 2

    Merheba hevalino. @Ghybu, Balyozxane, Bargiranewe, û MikaelF: @Avestaboy, Bibliophile, Biyolojiyabikurdi, û Gomada: @Dilo2121, Dilyaramude, Ehmed Omerî, û Fawaz rengzerî: @Mohajeer, Ferhad Kurdi, Ilir1312, û KurdoChali: @Penaber49, Rasti, Rewiye tine, û Thothr: @Xwedêda û Ûsibê Bêmal: @Ahuracik, Aghpazoki, Amine yousefi, û Antoinethesmartass: @Ashkan P., Aurelio de Sandoval, Avdila doskî, û Avesode: @AviarL, Bodhi-Baum, Bovlb, û Bozbegê Şikakî: @Calistemon, Chelik99, Dieter123, û Dr-Taher: @DutchTina, E4024, Elisardojm, û Emperor of Emperors: @Fry1989, Gerd Eichmann, Gzhegozh, û Hevalishotaf: @K6ka, Kamanchejan, Karalainza, û Martin Urbanec: @Matiia, Moeng, Mordem Zel, û Mwanammrefukki: @Nadzik, Neribij, Nesimis, û Niegodzisie: @Osmen2163, Petroyovski, Praxidicae, û Psiĥedelisto: @Qadoserin, Qoan, RezanTovjin, û Rezancejn: @Sakretsu, Semyan sindi, Serchia, û Sinar Zaito: @Sotiale, StuD44, Tarih, û Tks4Fish: @TonyBallioni, Turkmen, TÎRÊJ ZANA, û Urgal: @Wanly0065, WikiBayer, Xorasan, û Yazarbilir: @Yug, Zhenyar2003, Érico, û İmatsun: @Γεωργός, احسان أحمد, ريبر هبون, û علی مکریانی: @عمرو بن كلثوم, وضاح عاصم, û নকীব বট:

    Wîkîpediya ji ser hesabê xwe cardin pîrozbahiyê li me kir. Cara din ji ser hesabê Wîkîmediyayê hatibû kirin, vê carê ji ser hesabê Wîkîpediyayê peyamekî weşandin.
    Twîtên nû:
    1 - https://twitter.com/Wikipedia/status/1292506273792040962
    2 - https://twitter.com/Wikipedia/status/1292506275276828672
    Twîtên berê:
    1 - https://twitter.com/Wikimedia/status/1282702868349284352
    2 - https://twitter.com/Wikimedia/status/1288189789204750337
    Ji xeynî vê wekî ku kekê Mohajeer jî diyar kiribû. Herçiqas kêmasiyên wîkiya me zahf bin jî, ev twît ji bo reklama Wîkîpediya, Wîkîferheng û zimanê kurdî baş in. -- Bikarhêner (gotûbêj) 07:20, 10 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
    Erê, gotina we ye, reklama bo Wîkîpediya kurdî baş e, lê mixabin mirov dibêje "hîhooo, zêdeyî 30.000 gotarî, her bijî!" Lê, gelo, Wîkîpediya me ji bona wan kesan referansek e? Ez pê bawer nakim. Ez mirovekî erênî me, bila ez çewt bim, divê em êdî êdî asta Wîkîpediyê bilindtir bikin, çavkanîne bi kar bînin û dûrî wergerên bi lez bikevin. Qewet be, min mehekê bêhna xwe veda û min bêriya xebatkarên Wîkîpediya kurdî kiriye :) Bi silav û rêz. --MikaelF (gotûbêj) 19:04, 10 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]