Tep, Gimgim
Tep an Tepê (bi romî kirine: Tepe) gundekî girêdayî Gimgima Mûşê ye.
Wateya navê gund
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Navê gund ne bi tirkî ye. Tirkan dema navên gund û bajarên Kurd kirine tirkî, seî de lê geriya ne ka navê kurdî dişibe bêjeyek tirkî yan na. Li vir wisa kirine, nav şibandine. Tep peyveke kurdî ye û gelek wateyên xwe hene. Li ser bingeha navê gund ehya niha lêkolîneke zanistî nehatiye kirin.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bi texmînî bingeha gund di serdema 17. de hatiye avêtin. Gundekî stratejîk e, li ser riya Mûş - Gimgimê ye. Nêzîkê Pira Evdirehmanpaşa ye. Di serhildanên kurd de vê gundê roleke mezin lîstiye. Bi taybetî gelek alîkarî daye pêşmergeyên Şêx Seîd. Di şerê Osmanî û Rûsan de tirkan çend malên Qefqazê jî anîn bicih kirin. Terekeme, Çeçenên li parêzgeha Mûşê hatibûn bicihkirin, bi kurdan re di nava biratiyê de dijîn.
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]14 km ji Gimgim, 46 km ji Mûşê dûr dikeve.
Avhewa
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Klîmaya gund çiyayî ye. Bi havînan ziwa û tavî, bi zivistanan jî ziwa û berfî ye. Zivistan dirêj û sar in.
Aborî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ajalvanî û çandinî tê kirin. Di salên 1970yî de aboriya gund gelek baş bûbû, lê şer xirab kir.
Wargehên balkêş
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Navdarên Tepê, Tepêyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |