Misira kevnare yan jî Misira kevin, bi navê giştî yê welatê Misira dîrokî (ya berî zayînê) ye. Navê misirî yê vî welatî Kemet e û kare bi 'Warê reş' bê wergerandin. Herwiha, ev gotin ji deltaya çemê Nîlê hatiye wergirtin, li cihê ku her sal ava Nîlê bilind dibe û piştî vekişandinê erda der û dorê bi celbên reş tijî dike. Gava celbê tarî zêde bû, ev dihate vê wateyê ku wê cotkarî pir berdar derbas bibe. Naveke din ê vî welatî 'Ta meri' (T3 mrj) bû û wek 'Welatê hezkirî' tê wergerandin. Pêkhatin û damezrandina çanda misirî digihije heta demên herî kevnar ên mirovahiyê. Çanda ku îro wek çandeke pêşketî binavûdeng e di serdema berî xanedanê de (bi îngilîzî Predynastic period) dest pê kir, gava ku li Misira Jorîn împeratoriyeke yekem hat damezrandin. Digel tevgerên leşkerî yên dagirkirinê ev împeratorî her ku çû berve Deltaya Nîlê mezintir bû. Li wê derê Misira Jêrîn a îro hate bidestxistin. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1839 – Li Humen (lîmanek Çînê), Lin Tse-Hsu 1.2 milyon kg esrarê ku ji bazirganên Brîtanyayê hatibûn bi dest xistin da îmha kirin, Brîtanya jî vê sedemek (casus belli) qebûl kir û bi vî awayî di navbera wan de "Şerê Afyonê ya Yekem" dest pê kir.
1892 – Tîma fotbolê yê Brîtanyayê, a bi navê Liverpool FC, hate damezrandin.
1940 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Luftwaffe (hêzên hewayî yên Almanyaya Nazî) Parîsê bombebaran kirin.
2006 – Yekîtiya Serbistan û Montenegroyê danezana serxwebûnê yê Montenegroyê bi dawî dibe.
2013 – Bi kêmî 119 kes di şewata ku di zeviya mirîşkan de, yê li parêzgeha Jilin ya li bakûrê Çînê derket hatine kuştin.