Portal:Dîrok
Portalên Wîkîpediya: Dîn • Dîrok • Erdnîgarî • Huner • Jînenîgarî • Matematîk • Teknolojî • Zanist
Portala Dîrokê
![]()
Historia by Nikolaos Gyzis
Dîrok an jî tarîx lêkolîna zanistî ya zemanê berê ye ku bûyerên berê li gorî konteksta kronolojiyê û çavkaniyan bi sedem û netîceyên xwe bi awayekî rexneyî tên nirxandin. Pisporên dîrokê dîroknas (dîrokzan, dîrokvan) in. Dîroknas di lêkolîna zemanê berê de çavkaniyên tarîxî yên wekî belgeyên nivîskî, tecribeyên devkî, nîşanên xwezayî û objeyên maddî wekî berhemên hunerî bi kar tînin.
Dîroknas bi riya vegotinan hewl didin ku zemanê berê fêm bikin û pêşkêş bikin. Bi gelemperî li ser kîjan vegotin bûyerekê herî baş rave dike û li ser muhîmiya sedem û netîceyên wan yên cuda nîqaş dikin.
Hêrodotos, dîroknasekî yewnan ê sedsala 5an, di nav tradisyona rojavayê de wek "bavê tarîxê" tê nasîn, tevî ku carinan jê re "bavê derewan" jî hatibe gotin. Li gel Tûkûdîdesî, wî bingehên lêkolîna tarîxa mirovahiyê ya modern damezrand. (Gotarê bixwînê...)
Gotarên dîrokê
Wêneyên bijartî
Di dîrokê de îro
Bûyer
- 1793 – Li Parîsê Muzeya Louvre hate vekirin.
- 1889 – Montana bû dewleta 41em a DYAyê.
- 1960 – John F. Kennedy bû 35em serokdewletê DYAyê.
- 1971 – Albûma çarem a koma îngilîz a muzîka rockê Led Zeppelin derket.
Jidayikbûn
- 1923 – Jack Kilby, endezyarê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1953 – Îvan Bunîn, nivîskar û wergêrê xwediyê Xelata Nobelê
- 2009 – Vîtalî Gînzburg, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê
![Image 1 Plebs an jî plebey[çavkanî hewce ye] (bi latînî: plebs, plebeius, ango "gel") çîneke romayiyên azad li Komara Romê bû ku ne patrîsyen bû. Bi gelemperî karker û cotkar bûn û 2/3 ji gelheya Romê pêk hatine.[çavkanî hewce ye] Plebs ji xulam û dîlan veqetî bûn. (Gotarê bixwîne...)](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/d/d2/Blank.png)





