Gotûbêj:Kurd/Arşîv 1

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mafê guhertinê[çavkaniyê biguhêre]

Min xwest hinek tiştan di vê gotarê de biguherînim, lê gotar parastiye. Li gor min divê gotarên parastî ji bo bikarhênerên qeydkirî vekirî bê. Eger na, gelo çawa wê gotar berfireh bibê. Jixwe evyek ne li gor fîlozofiya wîkîpediya ye jî. --Kurdodino 11:19, 5 reşemî 2009 (UTC)

can someone add interwikis on this page? --78.161.84.169 13:55, 29 sermawez 2010 (UTC)

Pêwste ku hinek zêdebun bên kirin lê ev gotar hatîye parastin. Ji kerema xwera an parastinê rakin an jî mafê bidin hinek bikarhênira ku gotarêdewlemend bikin.--Rasti 21:04, 7 berfanbar 2010 (UTC)

Kurd/Arşîv 1
Gelhe tevahî
ji 28 ta 38 milyon
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne
 Tirkiye14-19.5 milyon
 Îran5-8 milyon
 Îraq4.5-7 milyon
 Sûrî1.4-2 milyon
 Afganistan200.000
 Azerbaycan150.000
 Ermenistan50.000
 Gurcistan40.000
 Turkmenistan50.000
 Almanya750.000
 Fransa135.000
 Keyaniya Yekbûyî90.000
 Swêd90.000
 Holand75.000
 DYA40.000
 Kanada6.000
Ziman
Kurmancî, zazakî, soranî, goranî
Baweriya dînî
Îslam (şafiî, sunî), elewîtî
êzîdîtî, zerdeştîtî, cihûtî, xiristiyanî

Hîç ne rind e. Serî de nexşeya Kurdistanê nerast e. Dezînformatîv e. Kurdistan ji Deryaya Naverast (ji axa Sînemiliyan) destpê dike. Li ser înternetê heya bêjî dezînformasyon hene. Kê Kurdistanê înkar bike, ew xwe bi ava Zemzemê jî bişo, xwe bike postê berxika jî nabe. Diçin û tên bi hemî rêbazan xerîteya Kurdistanê xirab dikin. Xebat xweş. --Bablekan 06:43, 27 avrêl 2011 (UTC)

Min jibîr kir, orgînala vê wêneyê (zarok) jî ne wisa ye. Wênesaz xirab kiriye. Tîpîk nîne. Wêneyên baştirîn gelek in. Bi kurtî ev shablona han Kurd û Kurdistanê temsîl nake, bibîr naxe.. --Bablekan 06:47, 27 avrêl 2011 (UTC)

Pêşniyar?

wêne

nexşe

--Ghybu 09:58, 27 avrêl 2011 (UTC)

Heger em mecbûr in hilbijêrin, bi ya min ne ev wêne rind in, ne jî nexşe. Ev nexşe bi tevayi dezînformasyon in (yek ne tê de) û xelkê ji xwe re çêkirine, bi hin hesaban didin pêş. Wêneya we pêshniyar kiriye (xwepêshandan li Kerkûk) polîtîk e. Hinekê bisekinin, bila karber gotinên xwe bêjin. Yek jî, heger ev shablon bo xelkê ye, pêdivî bi tîpên Erebî nîne. Dinya Latînî bikartîne. Bêjeya "Kurd" bi tîpên Erebî ne hewce ye. Soran ji xwe xwe nas dikin, ango dizanin Kurd û Kurdistan chi ye. Ev shablon qey ji bo xelkê ye. --Bablekan 10:10, 27 avrêl 2011 (UTC)

Parastina vê rûpelê[çavkaniyê biguhêre]

Hevalên hêja, ev rûpel çima hatiye parastin? Gelo em dikarin biguherînin vê rûpelê normal û ne parastî bikin? silav --MikaelF 08:17, 25 gulan 2011 (UTC)[bersiv bide]

Rehim Moeynî Kermanşahî[çavkaniyê biguhêre]

Gelo Rehim Moeynî Kermanşahî Kurd e? —Gomadaji min re binivîse 16:30, 18 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Bnr. [1]… çavkaniyên din hene?--Ghybu 14:56, 18 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Kîtziyas, Geznefon, Mêcersûn... erê hûn navê orijînal ê van nivîskaran dizanin? Silav --MikaelF (gotûbêj) 07:06, 14 gulan 2013 (UTC)[bersiv bide]

Kîtziyas = Ctesias, Geznefon = Xenophon, lê nizanim Mêcersûn kî ye. Silav!—Gomadapeyam 09:41, 14 gulan 2013 (UTC)[bersiv bide]
Destxwesh bî, Gomada... Mêcersûn, dibe Majerson, Majorson... be? Ez jî nizanim kî ye. Silavên germ ji te re dishînim --MikaelF (gotûbêj) 10:50, 14 gulan 2013 (UTC)[bersiv bide]
Major Son? --MikaelF (gotûbêj) 10:52, 14 gulan 2013 (UTC)[bersiv bide]
Major Soane e, ne wisa? :) --MikaelF (gotûbêj) 11:00, 14 gulan 2013 (UTC)[bersiv bide]

Hejmara kurdên komara Tirkî[çavkaniyê biguhêre]

Besha hejmara kurdên komara Tirkî ya vê gotarê pircaran tê guherandin. Ji kerema xwe re, dema ku hûn diguherînin, çavkaniya xwe jî bidin. Ensîklopediyeke bê çavkanî nabe! bi silav û rêz --MikaelF (gotûbêj) 13:25, 29 berfanbar 2014 (UTC)

Silav @MikaelF, Ghybu, û Bikarhêner:, kesek hat dîsa kurdên di Tirkiyê de guherand. Min jî li gor çavkaniyan sererast kir. Gelo em dikarin mafê guherandina vê rûpelê têne ji bikarhênerên çalak re bidin? Tişteke din jî ez dibêjim em vê heremê "kurdistanê" jê bibin. Yanî heke tevahî 45 milyon kes hebe, çawa 65 milyon kes li kurdistanê hene? :D --Balyozxane (gotûbêj) 15:16, 18 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]

Iranî an Arî[çavkaniyê biguhêre]

Silav @MikaelF: mebesta vê guherînê ne bîrdoziya siyasî ya Arî bû, lê bi rastî Arî gel bûn, û ji Ariyana Mezin bûn. Ji ber vê ku ew diyar dike ka çima têgîna îranî tê wateya arî. Torivar (gotûbêj) 19:53, 14 kanûna paşîn 2021 (UTC)[bersiv bide]

@MikaelF: Torivar (gotûbêj) 16:04, 17 kanûna paşîn 2021 (UTC)[bersiv bide]

Silav Torivar tu çawan î? Gelo kurdên îro "neteweyeke arî" ne? Heke ez ne çewt bim, hemû jêderkên me dibêjin kurd gelekî îranî ne, nabêjin "arî" ne. Ma tu çima nabêjî kurd, neteweyeke medî ne? "Nîjad"a kurdên îro arî ye? Zimanê kurdî jî zimanekî arî ye? Çand û adetên kurdan jî bi eslê xwe arî ne? Bi ya min, "neteweyeke arî" têgiheke hindek sosret e. Bimîne di xweşiyê de. --MikaelF (gotûbêj) 07:49, 19 kanûna paşîn 2021 (UTC)[bersiv bide]
@MikaelF: Ez baş im û ez ji ber mijûlbûna van rojan lêborînê dixwazim , Di rastiyê de têgeha Iranianranî ji Arî belavtir e, lê têgeha Iranianranî bi gelemperî gelên Arî di xwe de digire ku wateya wê heman wateyê ye, lê têgeha Irani bi taybetî dewletek û welatiyên wê vedibêje, Digel ku tenê "Arî" divê em cûdahiya di navbera wê û gotina siyasî ya Arî de zelal bikin. Lê heke terma "Iranic" di Kurdî de were dîtin wê hingê pirsgirêk tune bê, ji ber ku ew ê Iranraniyan ji hev cihê bike. Dibe ku tu zanibi, dema ku ez di zimanê Kurdî de zêde ezmûn nînim. Torivar (gotûbêj) 21:42, 20 kanûna paşîn 2021 (UTC)[bersiv bide]

Ksenofanes û Ksenofon[çavkaniyê biguhêre]

Nivîskara Anabasis ( Vegera dehhezaran) Ksenofon û ne Ksenofanes bû . Min çewtiya girêdanê sererast kir. Avestaboy (gotûbêj) 19:03, 17 sibat 2021 (UTC)[bersiv bide]

Madde içeriği[çavkaniyê biguhêre]

Madde içerisinde bilgi kutusunda Türkiye'de 25 milyon Kürt olduğu yazıyor ancak gösterilen kaynaklarda 14.5 milyon ve Kürt enstitüsü sitesinde maksimum 20 milyon Kürt olduğu yazıyor. Bu durumda apaçık bir çarpıtma var.--Nushirevan11 (gotûbêj) 20:30, 18 adar 2021 (UTC)[bersiv bide]

@Kurdî27: Ji kerema xwe re destê xwe nede vê gotarê. Bila kesên ku baştir kurdî dizanin vê gotarê biguherînin. Balyozxane (gotûbêj) 22:50, 8 îlon 2021 (UTC)[bersiv bide]

Min berde be kerema xwe. Kurdî27 (gotûbêj) 22:50, 8 îlon 2021 (UTC)[bersiv bide]

@Kurdî27 Tişta ku tu dikî tenê zirarê dide wîkiyê. Neke. Ez ê jî destûr nedime te, bi vî awayî gotarê xira bikî. Balyozxane (gotûbêj) 22:57, 8 îlon 2021 (UTC)[bersiv bide]

Rûpel çe bikê, û min berde be kerema xwe heval. 100.000 Rûpel heya 2020 insallah. Kurdî27 (gotûbêj) 23:39, 8 îlon 2021 (UTC)[bersiv bide]

2022* Kurdî27 (gotûbêj) 23:39, 8 îlon 2021 (UTC)[bersiv bide]

@Kurdî27 100 hezar rûpel ne hewce ne, bila 1000 gotarên me yên baş hebin bes e. Lê ji bo vî karî divê tu pêşî kurdiya xwe bi pêş bixî. Balyozxane (gotûbêj) 00:13, 9 îlon 2021 (UTC)[bersiv bide]

100.000 rûpel heya sala 2022 yallah keko, têne ser çekirina rûpela nû binere. Kurdî27 (gotûbêj) 00:28, 9 îlon 2021 (UTC)[bersiv bide]

Polîtikaya îdeolojîk a wîkiya kurdî[çavkaniyê biguhêre]

Silav @MikaelF, Ghybu, Avestaboy, Gomada, Bikarhêner, û Guherto: Wergerandina vê gotarê gelek wextê min distîne ji ber ku ez dudilî me. Gelo ez wekî kurdekî neteweperwer bixebitim û teoriyên kurdan bidim pêş an jî wekî en.wiki tenê li gorî çavkaniyên rojavayî tevbigerim? Gelo polîtikayeke çawa em li ser wîkiyê bi kar bînin? Li gorî en.wiki zazakî ne zimanekî kurdî. Tew kurdî ne zimanek e lê komzimanan e. Gelek kes jî vî fikrî didin pêş ji xeynî kurdan. Çareseriya min a dawî nivîsina her du agahiyên bi hev re ye lê dê çawa bikim nizanim. Hûn çi dibêjin? --Balyozxane (gotûbêj). 18:23, 24 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@MikaelF, Ghybu, Avestaboy, Gomada, Balyozxane, û Guherto: Ez dibêjim divê em teoriyên heyî bi detay îzah bikin û diyar bikin ku piraniya kurdan di wê baweriyê de ne ku soranî, zazakî û kurmancî tenê zaravayên kurdî ne. Divê em ne tenê çavkaniyên rojavayiyan, lê çavkaniyên kurdan jî esas bigirin. Lê îdiayên rojavayiyan jî di gotarê de cih bigirin (werin îzahkirin) wê baş be. Yanî ez dibêjim em pêşîkiyê bidin çavkaniyên me kurdan. -- Bikarhêner (gotûbêj) 19:14, 24 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]