Amûrên Microsoft Bing an Google Translate ji bo wergerê bi kêr tên, lê belê divê tu kontrol bikî gelo werger rast e yan na. Ji kerema xwe bêyî sererastkirinê wergerên van amûran li Wîkîpediya kurdî zêde nekin!
Gotarên neewle yan bêkalîte wernegerînin. Heke gengaz be, çavkaniyên gotara wîkiya din jî lê zêde bikin.
Pêwîst e ku ji ber mafên telîfê di kurteya guhartinê de ev nivîs ji Wîkîpediyaya din hatiye wergerandin were nivîsin. Mînakeke nivîsina kurteyê: Nivîsa vê guhartinê ji gotara Wîkîpediyaya îngilîzî [[:en:Anfal campaign]] hatiye wergerandin; ji bo dîroka gotarê binêre wê rûpelê.
Divê li beşa çavkaniyan a rûpelê şablona {{werger çavkanî|en|Anfal campaign|oldid=numeraya guhartina dawî}} zêde bikî.
Enfal navê komkujiyeke (tevkujiyeke) li Başûrê Kurdistanê ji aliyê sazûmaniya Be's ve hatiye pêk anîn e. Navê xwe ji ayeta Quranê ya Enfalê digire.
A rastî Enfal ne navê qetlîamekê ye, lê navê rêze-tevkujiyan e.[çavkanî hewce ye] Pêla dawî ya Enfalê di 23ê sibata1988an de li dijî hêzên YNKê li Silêmaniye destpêdike. Li Dola Caf (Cafetî) tevkujî tê destpêkirin û di 6ê îlona1988an de li Zaxoyê bidawî dibe. Ji Zaxoyê heya Çiyayê Hemrînê ti wargehekî kurdan nayê hîştin. Dîsa Qeladizê, Şivan, Axçeler û hwd gelek navçe tên rûxandin. Gelên li vir tên kuştin û hinek ji wan jî direvin Îran an Kurdistana di bin dagirkeriya Tirkiyeyê. Gelek jî dîl tê girtin û di kampên tunekirinê de tên komkirin.
Gorî statîstîkên navneteweyî li dora 182.000 kurd hatine windakirin.[çavkanî hewce ye] Îro hinek ji wan windayiyan di goristanên giştî de tên dîtin. Dîsa hatiye tesbîtkirin ku pirraniya kurdan bi saxî hatine binerdkirin. Keç û jinên kurdan bo şêxên dewlemend ên ereb dihatibûne veqetandin, qismekê wan bo fihûşê dibiribûne Misir (Egîpt) an Tirkiyê. Piştî têkçûna sazûmaniya Be's li seranser Iraqê, gelek gorên bikom qurbaniyan hatine dîtin û li ser wan lêkolîn hatine kirin.
Lawên Kurd ji bo perwerdeya leşkerî dibiribûne kampan û bi navê "Lawên Saddam" binavdikiribûne. Rejîma Be's di sala 1983an de 8.000 mêrên eşîra Barzanî dîl digire û dikuje. Bi deh hezaran kurdên feylî herwiha dikuje û bi programa Enfalê jî dixwaze vîna gelê kurd ji holê rabike.[çavkanî hewce ye]
Komkujiya Enfalê ya ji 23ê sibata 1988an heta 6ê îlona 1988an