Here naverokê

Nivîskên Bêstûnê

Nivîskên Bêstûnê
سنگ‌نبشته بیستون Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Inscription
  • bas-relief
  • rock relief
  • Überrest
  • cultural property Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
34°23′25″Bk 47°26′09″Rh / 34.39036°Bk 47.43589°Rh / 34.39036; 47.43589
DewletÎran Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
ZimanFarisiya kevn, Babylonian û Elamite Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
Motîv
Pêk tê ji
  • Q120402651 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Nivîskên Bêstûnê li ser nexşeya Îran nîşan dide
Nivîskên Bêstûnê
Nivîskên Bêstûnê

Nivîskên Bêstûnê (bi farisî: بیستون‎ bi farsiya kevn: Bagastana, tê maneya "Cihê Xwedê") nivîseke pirzimanî û rolyefeke kevirî ya mezin e û li ser zinarekî li Çiyayê Bêstûnê li bajarê Kirmaşanêparêzgeha Kirmaşanê ya Îranê ye. Rolyef ji aliyê Daryûsê Mezin (s. 522–486 b.z.) ve hatiye avakirin. Ew ji bo deşîfrekirina nivîsên mîxî girîng bû ji ber ku nivîs sê versîyonên heman nivîsê dihewîne, ku bi sê zimanên cuda hatine nivîsandin: farsiya kevn, elamî û babilî (cureyekî akadî). Kevirê Rosetta ji bo hiyeroglîfên misrî çiqas girîng be, Nivîskên Bêstûnê jî ew qas ji bo nivîsên mixî girîng in ji ber ku ew belgeya ku pergaleke nivîsînê ya windabûyî deşîfre dike ye.

Ji Bêstûnê: Teswîrkirina serhildêrên ku bûbûn bendeyên Daryûs ji Gomada yê li bin piyê Daryûs ber bi rastê ve navên serhildêran:
1. Gomada, yê magî (herwiha medî bû)
2. Açîna, yê elamî
3. Nîdîntu-Bêl, ê babîlî
4. Frevertîş, ê medî
5. Martiya, yê persî
6. Şîçataxma, yê sagartî
7. Vahyazdata, yê persî
8. Araxa, yê ermenî li babîlê
9. Frada, yê margawî
10. Skunxa, serkirdeyê îskîtî[1][2]
Wêneyekî nûjen ê nivîskên Bêstûnê
Nivîska orijînal a stûna yekem (beşên 1-15), ev wêne di sala 1881ê de ji aliyê Friedrich von Spiegel ve hatiye çêkirin

Ev nivîskên li jêr ku wergerandina wan a kurmancî hatiye kirin , ji versiyona wergera L.W. King û R.C. Thompson sûd hatiye wergirtin.[3] Ev nivîsk li bajarê Bêstûnê yê li parêzgeha Kirmaşanê ne.

Agahdarî: Bernavên Daryûs û mezinbûna împeratoriya wî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kuştina Bardiya û Serhildana Gomada

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dildar Mîtanî

Daryûs û li bin piyê wî Gomada li erdê dirêjkirî ye
  • (Benda 10an) Şah Daryûs dibêje: Tişta di dorê de piştî ku ez bûme şah pêk hat. Kurekî Kûruş, yê bi navê Kambîz yê ji xanedaniya me, berî min li vir key bû. Birayekî Kambîz ê bi navê Bardiya hebû ku dê û bavên wî heman dêbavên Kambîz bûn. Piştre, Kambîz Bardiya kuşt. Hinga Kambîz, Bardiya kuşt ev ji aliyê mirovan ve nedihate zanîn. Piştî vê re Kambîz çû Mudrayayê. Dema Kambîz di nava Misirê (Mudraya) de rêwîtiya xwe berdewam dikir, mirov bûne dijmin û derew belav bûn li welêt , li Persiya û Medya û satrapiyên din jî.
  • (Benda 11an) Şah Daryûs dibêje: Piştre zilamek hebû bi navê Gomada, ku magî bû, li Payşiyavada (Paišiyâuvâdâ)[4], li çiyayekî bi navê Arakadrîş serhildan pêk anî. Di roja çardehê meha Viyaxana (11ê adarê) de serî hil da. Wî ji mirovan re derew kirin û got: "Ez Bardiya me , kurê Kurûş û birayê Kambîz im." Piştî vê re hemû mirovan serî hil da û ji Kambîz serkevtin bi dest xistin, li her du satrapiyên Medya û Persiya , herwiha li satrapiyên din jî. Wî keyanî zemt kir; di roja nehem a meha Garmapada (1ê tebaxa 522ê b.z.) de wî keyanî zemt kir. Piştre Kambîz ji sedemên xwezayî jiyana xwe ji dest da.
  • (Benda 12an) Şah Daryûs dibêje: Keyaniya ku Gomada yê magî, ji destê Kambîz stendî hertim ya xanedaniya me bû. Piştî vê re, Gomadayê magî , desthilatdariya Kambîz ji Persiya û Medya, û satrapiyên din têk bir û li gorî dilê xwe tevgeriya. Ew bû şah.
  • (Benda 13an) Şah Daryûs dibêje: Ti kes nîn bû, ne persiyek ne mediyek ne jî yekî ji xanedaniya me ku keyaniyê ji destê Gomadayê magî bistîne. Mirov ji wî pir ditirsîn, ji bo ku wî gelek mirovên ku Bardiyayê rastî nas dikirin kuştibû. Ji ber vê sedemê wî ew kuştibûn, lewma di got "belkî mirov nizanibin ku ez ne kurê Kûruş, Bardiya me". Heta ez ne hatim, ti kes nîn bû ku li dijî Gomadayê magî wêrek be û derkeve hemberê wî. Min ji Ahûramazda re dia kir; Ahûramazda arî min kir. Di roja dehem a meha Begadayîş (29ê îlonê) de min , bi hindik zilaman re, Gomadayê magî û serkirdeyên bi wî re kuştin. Li keleha Sîkayauvatîş a Nîsiya ya li herêma Medyayê ew kuşt; min desthilatdariya wî têk bir. Bi rûmetiya Ahûramazda ez bûme şah; Ahûramazda keyanî da min.
  • (Benda 14an) Şah Daryûs dibêje: Min keyaniya ku ji destê me hatibû stendin, dîsa bidest xist û ji nû ve li ser bingeha wê damezrand. Min perestegehên ku Gomadayê magî xera kiribûn û mêrgeh, û cihên ku mirov lê dijîn û malên ku Gomadayê magî desteser kiribûn, ji bo mirovan nû kirin. Min mirov li cihên wan niştecih kirin , mirovên Persiya û Medya û yên satrapiyên din. Min ew restore kirin mîna rewşa berî desteserkirinê. Min ev bi rûmeta Ahûramazda kir, ez xebitîm heta min xanedaniya me weke rojên berê damezrand; ez xebitîm , bi rûmeta Ahûramazda, lewma Gomadayê magî nekarîbû desthilatdariya mala me têk bibe.
  • (Benda 15an) Şah Daryûs dibêje: Piştî ku ez bûme şah min ev tişt kir.

Serhildanên Açînayê Elamê û Nîdîntu-Bêlê Babîlê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serhildana Martiyayê Elamê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • (Benda 22an) Şah Daryûs dibêje: Zilamekî bi navê Martiya, kurê Zînzakrîş, li bajarekî ku bi persî jê re Kuganakâ tê gotin dirûnişt. Vî zilamî li Elamê serî hilda û gote mirovan: Ez Umanîş im, li Elamê key im.
  • (Benda 23'yan) Şah Daryûs dibêje: Ez wê demê bi Elamê re hevalbend bûm. Piştre, Elamiyên ku ji min ditirsiyan hebûn, wan Martiyayê ku keyê wan bû , zemtkirin û kuştin.

Serhildana Ferwertîşê Medî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • (Benda 24an) Şah Daryûs dibêje: Yekî medî ku navê wî Ferwertîş[6] bû, li Medyayê serî hilda û ji mirovan re di got: Ez Xeşterîtê ji malbata Kiyaksar (Uvaxşatra) im. Piştre mediyan li qesrê li dijî min serî hildan û çûne aliyê Ferwertîş. Ew li Medyayê bû şah.
  • (Benda 25an) Şah Daryûs dibêje: Artêşa persî û medî ya bi min re biçûk bû. Dîsa jî min artêşeke din şand. Yekî persî yê bi navê Vîdarna, xizmetkarê min bû, min ew kir rêberên wan û ji wî re got: Here, wê artêşa medî ya ku min napejirîne ceza bike. Piştre Vîdarna bi artêşekê giha wir. Dema ew giha Medyayê, li bajarekî Medya yê bi navê Maruş, wî bi mediyan re şer kir. Ew ê ku serkirdeyê wan bû wê demê ne li wir bû. Ahûramazda ji min re alîkarî anî; bi rûmetiya Ahûramazda min reda wê artêşa serhildêr bir. Di bîst û şeşê meha Anâmaka de (12ê kanûna paşîn a 521an) şer bi wan hate destpêkirin. Piştre artêşa min li bajarê Medya yê bi navê Kampanda li hêviya min ma , heta ez gihame Medyayê.

Serhildanên li Armînayê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dawiya Serhildanên Mediyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serhildana Partiyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serhildana Fradayê Margawî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • (Benda 38an) Şah Daryûs dibêje: Satrapiya bi navê Marguş li dijî min serî hilda. Yekî margawî yê bi navê Frada rêbertiya wan dikir. Piştre min li dijî wî persiyekî bi navê Dadarşî, xizmetkarê min bû, şand. Ew herwiha satrapê Baxtriya bû, û min jê re got: Here, wê artêşa ku serî hildaye û min napejirîne ceza bike. Lewma Dadarşî bi artêşekê çû, û bi margawiyan re şer kir. Ahûramazda ji min re alîkarî anî; bi rûmetiya Ahûramazda artêşa min ew artêşa serhildêr bi tevahî tarûmar kir. Di roja bîst û sêyê meha Âçiyâdiya de (28ê kanûna pêşîn a 521an) şer di navbera wan de pêk hat.
  • (Benda 39an) Şah Daryûs dibêje: Piştre satrapî bû ya min. Li Baxtriya min ew tişt kir.

Serhildana Vahyazdatayê Persî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • (Benda 40an) Şah Daryûs dibêje: Zilamekî bi navê Vahyazdata li bajarê bi navê Tarava yê li herêma Vautiya ya Persiya niştecih bû. Vî kesî cara duyem li Persiya serî hilda, lewma wî ji mirovan re digot: Ez Bardiya me, kurê Kûruş im. Piştre persiyên li qesrê dilsoziya bi me xera kirin. Wan li dijî min serî hildan û çûne aliyê Vahyazdata. Ew li Persiya bû şah.
  • (Benda 41an) Şah Daryûs dibêje: Piştre min artêşa ji Med û Persan ku bi min re bûn şand. Min persiyekî bi navê Artavardiya kir rêberê wan. Artêşa persî ya mayî bi min re hate Medyayê. Piştre Artavardiya bi artêşê çû Persiya. Hinga ew giha Persiya, li bajarekî Persiya yê bi navê Raxa, ew Vahyazdatayê ku digot ez Bardiya me, çû pêşiya Artavardiya ku şer bike. Piştre wan şer kir. Ahûramazda ji min re alîkarî anî; bi rûmetiya Ahûramazda artêşa min artêşa Vahyazdata bi tevahî tarûmar kir. Di roja dozdehê meha Thûravâhara de (24ê gulana 521an) şer di navbera wan de pêk hat.
  • (Benda 42an) Şah Daryûs dibêje: Piştre Vahyazdata bi hindik siwariyan ji wir reviya Pîşiyauvada. Ji vî cihî wî cara duyem bi artêşekê çû hemberê Artavardiya ku şer bike. Li çiyayekî bi navê Parga şer kirin. Ahûramazda ji min re alîkarî anî; bi rûmetiya Ahûramazda artêşa min artêşa Vahyazdata bi tevahî tarûmar kir. Di roja pêncê meha Garmapada de (15ê tîrmeha 521an) şer di navbera wan de pêk hat. Û wan Vahyazdata dîl girt, û herwiha zilamên bi wî re yên serkirde jî dîl hatin girtin.
  • (Benda 43an) Şah Daryûs dibêje: Piştre li bajarê Persiya yê bi navê Uvadaîcaya, min îşkence li Vahyazdata û zilamên bi wî re yên serkirde kir.
  • (Benda 44an) Şah Daryûs dibêje: Li Persiya min ew tişt kir.
  • (Benda 45an) Şah Daryûs dibêje: Vahyazdatayê ku digot ez Bardiya zilam şandine Araxosya dijî persiyê bi navê Vîvana ku xizmetkarê min û satrapê Araxosya bû. Wî zilamek neqand û kire rêberê wan û gote wî: Here Vîvanayê ku Daryûs dipejirîne ceza bike. Piştre ew artêşa ku Vahyazdata şandibû giha hemberî Vîvana ku şer bike. Li keleheke bi navê Apîşakanîş [= Kandahar ] wan şer kir. Ahûramazda ji min re alîkarî anî; bi rûmetiya Ahûramazda artêşa min artêşa serhildêr bi tevahî tarûmar kir. Di roja sêzdehê meha Anâmaka de (29ê kanûna pêşîn a 522an) şer di navbera wan de pêk hat.
  • (Benda 46an) Şah Daryûs dibêje: Serhildêr cara duyem civiyan û derketine hemberî Vîvana ku şer bikin. Li cihekî bi navê Gandutava wan şer kir. Ahûramazda ji min re alîkarî anî; bi rûmetiya Ahûramazda artêşa min artêşa serhildêr bi tevahî tarûmar kir. Di roja heftê meha Viyaxana de (21ê sibata 521an) şer di navbera wan de pêk hat.
  • (Benda 47an) Şah Daryûs dibêje: Zilamê ku serdarê wê artêşa Vahyazdata ya ji bo dijî Vîvana şandibû, bi hindik siwariyan rewiya. Ew çûne keleheke li Araxosya ya bi navê Arşada. Dûvre Vîvana bi artêşa bi lingan giha wir. Wan li wir ew dîl girt , û zilamên serkirde yên li bi wî re kuştin.
  • (Benda 48an) Şah Daryûs dibêje: Piştre satrapî bû ya min. Li Araxosya min ew tişt kir.

Araxa, Serhildana Duyem a Babîlê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • (Benda 49an) Şah Daryûs dibêje: Hinga ez li Persiya û Medyayê bûm, babîliyan cara duyem li dijî min serî hildan. Zilamekî ermenî yê bi navê Araxa, kurê Haldîta, li Babîlê serî hilda. Li cihekî bi navê Dubala, wî ji mirovan re derew kirin û got: Ez Nebukadnezar im , kurê Nabunaîta. Piştre mirovên babîlî li dijî min serî hildan û çûne aliyê Araxa. Wî Babîl girt û bû key li Babîlê.
  • (Benda 50'yan) Şah Daryûs dibêje: Piştre min artêşek şande Babîlê. Persiyekî bi navê Vîdafarna, xizmetkarê min bû, min ew kir rêberê wan û ji wî re got: Here, wê artêşa babîlî ku serî hildaye û min napejirîne ceza bike. Lewma Vîdafarna bi artêşekê çû Babîlê. Ahûramazda ji min re alîkarî anî; bi rûmetiya Ahûramazda Vîdafarna reda babîliyan bir û ew razî kirin ku tevlî min bibin. Di roja bîst û duyê meha Markâsanaş de (27ê çiriya paşîn) ew Araxa yê ku digot ez Nebukadnezar im û zilamên serkirde yên bi wî re girtin. Piştre min fermanek şand: Bila Araxa û zilamên serkirde yên bi wî re li Babîlê werin îşkencekirin!

Kurteya nivîskan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • (Benda 52an) Şah Daryûs dibêje: Min ev tişt kirin. Bi rûmetiya Ahûramazda ez hertim xebitîm. Piştî ku ez bûme şah, min di salekê de nozdeh şer kirin û bi rûmetiya Ahûramazda min neh key têk birin û min ew kirine bende.
  • Yek ji wan Gomadayê magî bû; wî derew kirin, û digot: 'Ez Bardiya me, kurê Kûruş.' Wî kir ku Persiya serî hilda.
  • Yek ji wan Açînayê Elamî bû; wî derew kirin, û digot: 'Ez key im, keyê Elamê.' Wî kir ku Elamê serî hilda.
  • Yek ji wan Nîdîntu-Bêlê Babîlî bû; wî derew kirin, û digot: 'Ez Nebukadnezar im, kurê Nabunaîta.' Wî kir ku Babîlê serî hilda.
  • Yek ji wan Martiyayê persî bû; wî derew kirin, û digot: 'Ez Umanîş im , şahê Elamê me.' Wî kir ku Elamê serî hilda.
  • Yek ji wan Ferwertîşê medî bû; wî derew kirin, û digot: 'Ez Xeşterîtê ji xanedana Kiyaksar (Uvaxşatra) im.' Wî kir ku Medyayê serî hilda.
  • Yek ji wan Şiçataxmayê sagartî bû; wî derew kirin, û digot: 'Ez keyê Sagartiya me ji xanedana Kiyaksar (Uvaxşatra) im.' Wî kir ku Sagartiya serî hilda.
  • Yek ji wan Fradayê margawî bû; wî derew kirin, û digot: 'Ez keyê Marguşê me.' Wî kir ku Marguşê serî hilda.
  • Yek ji wan Vahyazdatayê persî bû; wî derew kirin, û digot: 'Ez Bardiya me, kurê Kûruş.' Wî kir ku Persiya serî hilda.
  • Yek ji wan Araxayê ermenî bû; wî derew kirin, û digot: 'Ez Nebukadnezar im , kurê Nabunaît.' Wî kir ku Babîlê serî hilda.
  • (Benda 53'yan) Şah Daryûs dibêje: Ev her neh key di şer de dîl hatin girtin.
  • (Benda 54an) Şah Daryûs dibêje: Ev satrapiyên ku serî hildan , ji ber derewan serî hildan, lewma wan mirov xapandin. Û piştre Ahûramazda ew dane destê min , û tişta min xwest , min bi wan kir.
  • (Benda 55an) Şah Daryûs dibêje: Tu yê ku wê piştî niha bibî şah, heke tu bixwazî piştre bifikirî 'Divê welatê min ewle be!', xwe bi awayekî rind ji derewan bi parêze; û derewkeran baş ceza bike.

Piştrastkirina rastiya nivîskan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • (Benda 56an) Şah Daryûs dibêje: Min ev tişt kirin. Bi rûmetiya Ahûramazda ez hertim xebitîm. Her çi kesên ku wê van nivîskan piştre bixwînin, bila bawer bikin ku min ev tişt kirine. Divê hûn van tiştan weke derewan ne bînin.
  • (Benda 57an) Şah Daryûs dibêje: Ez gazî li Ahûramazda dikim, de şahidiyê bike, ku ev ne derew e rast e; min ev hemû tişt di salekê de kirin.
  • (Benda 58an) Şah Daryûs dibêje: Bi rûmeta Ahûramazda min bêhtir tiştên ku li nav van nivîskan nehatine xêzkirin pêkanîn. Di vê çîrokê de ew nehatine nivîsandin, divê ew mirovên dê van nivîskan bixwînin nefikirin ku ew tiştên min kirine derew in , lê ne rast in.

Agahdarkirina di derbarê nivîskan de tiştekî dînî ye

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • (Benda 59an) Şah Daryûs dibêje: Ewên ku şahên fermî bûn, heta ku ew jiyankirin, tiştên ku bi xêra Ahûramazda ji aliyê wan ve nehatine kirin, ji aliyê min ve di salekê de hatine kirin.
  • (Benda 60an) Şah Daryûs dibêje: Niha bihêle ku tiştên min kirine bila te razî bikin. Bi saya mirovan wê ne veşêre. Heke tu vê fermanê ne veşêrî û tu li cîhanê belav bikî, dibe ku Ahûramazda bibe hevalê te, bila malbata te fireh bibe, û tu jî temenekî dirêj derbas bikî.
  • (Benda 61an) Şah Daryûs dibêje: Heke tu vê fermanê veşêrî û li cîhanê belav nekî , bila Ahûramazda te bikuje û mala te xera bike.
  • (Benda 62an) Şah Daryûs dibêje: Min ev tişt di salekê de kirin. Bi rûmetiya Ahûramazda ez hertim xebitîm. Ahûramazda ji min re alîkarî anî , û hemû yezdanên din ên heyî.

Pêwîstiya dirûstiyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • (Benda 63'yan) Şah Daryûs dibêje: Di vê çîrokê de, Ahûramazda ji min re alîkarî anî , û hemû yezdanên din ên heyî, ji ber ku ez ne xerab, ne derewkar , ne jî zalim, û yên ji malbata min jî ne wisa bûn. Min hikûmdarî li gorî dirûstiyê kir. Ne ji bo yên zeîf ne jî ji bo yên hêzdar min çewtî nekir. Her kî alîkariya mala min kir, min xêra xwe lê kir; û her kî dijmintiya min kir, min ew tarûmar kir.
  • (Benda 64an) Şah Daryûs dibêje: Tu yê ku wê piştî niha bibî şah, her kî bibe derewker an serhildêr, an jî ne hevalbend be, wî ceza bike!

Pîrozkirin û Nifrîn

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • (Benda 65an) Şah Daryûs dibêje: Tu yê ku wê van nivîskên min nivîsandin an jî peykeran bînî, wan xera neke, wan di jiyana xwe de heta tu karibî, biparêze.
  • (Benda 66an) Şah Daryûs dibêje: Heke tu li van nivîskan an jî peykeran binêrî û xera nekî û heta ji te were tu wan di jiyana xwe de biparêzî, bila Ahûramazda bibe hevalê te, û bila malbata te fireh bibe. Her bijî, û bila Ahûramazda jiyana te weke tu dixwazî bike.
  • (Benda 67an) Şah Daryûs dibêje: Heke tu li van nivîskan an jî peykeran binêrî û xera bikî û heta ji te were tu wan di jiyana xwe de neparêzî, bila Ahûramazda te bikuje, û bila malbata te biqelêne, û bila Ahûramazda her tiştê te tarûmar bike.
Skunxa bi serpoşa xwe ya tûj, destên wî ji paş ve girêdayî ne
  • (Benda 68an) Şah Daryûs dibêje: Ev zilamên bi min re bûn dema min Gomadayê magî yê mîna Bardiya dihat binavkirin, kuşt; piştre van alîkariya min kir weke piştgirên min:
  • Vîdafarna, kurê Vayaspara, persiyek e;
  • Utana, kurê Zuxra, persiyek e;
  • Gobaruva, kurê Marduniya, persiyek e;
  • Vîdarna, kurê Bagabîgna, persiyek e;
  • Bagabuxşa, kurê Datuvahya, persiyek e;
  • Ardumanîş, kurê Vakauka, persiyek e.
  • (Benda 69an) Şah Daryûs dibêje: Tu yê ku wê piştî niha bibî şah, malbata van zilaman biparêze.
  • (Benda 70'yan) Şah Daryûs dibêje: Bi rûmeta Ahûramazda ev nivîskên ku min çêkirine. Herwiha , ev bi nivîsên Aryanî ne, û ew li ser tabletên kîlê û parşomenan hatine nivîsandin. herwiha , min peykerekî xwe çêkiriye. Herwiha min secereya xwe çêkiriye. Û ev li hemberê min hatiye xêzkirin û xwendin. Piştî vê re min ev nivîsk şandin hemû satrapiyan. Mirov bi hev re li ser vê xebitîn.

Serhildaneke dî li Elamê (Payîza 521ê)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • (Benda 71an) Şah Daryûs dibêje: Ev tiştên di rêzê de min di salên duyem û sêyem ên hikûmdariya xwe de kirin. Satrapiya bi navê Elamê li dijî min serî hilda. Yekî Elamî yê bi navê Atamaîta rêberê wan bû. Piştre min artêşek şande Elamê. Yekî persî yê bi navê Gobaruva, xizmetkarê min bû, min kir rêberê wan. Piştre Gobaruva artêş amade kir, û li hemberî Elamiyan şer kir. Piştre Gobaruva gelek ji artêşê tarûmar kirin , û Atamaîta yê rêberê wan , girt û ji min re anî, û min ew kuşt. Piştre satrapî bû ya min.
  • (Benda 72an) Şah Daryûs dibêje: Ew Elamî bê dilsozî bûn û wan ji Ahûramazda re îbadet nekir. Min ji Ahûramazda re îbadet kir; bi rûmetiya Ahûramazda min çi xwest bi wan kir.
  • (Benda 73an) Şah Daryûs dibêje: Her kî ji Ahûramazda re îbadetê bike, wê di dema jiyanê û mirinê de pîroziya mezin bibe ya wan.

Şerê bi Îskîtan re (520/519)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • (Benda 74an) Şah Daryûs dibêje: Piştî wan ez li pey îskîtên ku serpoşên tûj didane serê xwe bi artêşekê çûme Îskîtya. Van îskîtan ji ber min reviyan. Hinga ez gihame robarê , min bi hemû artêşa xwe ew derbas kir. Dûvre min bi awayekî tund li wan îskîtan xist; min (yek ji rêberên) wan dîl girt; ev girêdayî min bû , û min ew kuşt. Wan (yekî din) ji serkirdeyên wan, bi navê Skunxa girtin û rêbertiya min kirin. Piştre min li gorî kêfa xwe serkirdeyekî din ji wan re hilbijart. Piştre satrapî bû ya min.
  • (Benda 75an) Şah Daryûs dibêje: Ew îskîtî bê dilsozî bûn û wan ji Ahûramazda re îbadet nekir. Min ji Ahûramazda re îbadet kir; bi rûmetiya Ahûramazda min çi xwest bi wan kir.
  • (Benda 76an) Şah Daryûs dibêje: Her kî ji Ahûramazda re îbadetê bike, wê di dema jiyanê û mirinê de pîroziya mezin bibe ya wan.
  1. ^ Navê peykerên serhildêrên dîlgirtî-1, ji orîjînalê di 24 adar 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 27 tebax 2011
  2. ^ Navê peykerên serhildêrên dîlgirtî-2, ji orîjînalê di 5 tebax 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 27 tebax 2011
  3. ^ The sculptures and inscription of Darius the Great on the rock of Behistûn in Persia, 1907 London.
  4. ^ Agahî di derbarê vî bajarî (Paišiyâuvâdâ) de, ji orîjînalê di 17 çiriya paşîn 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 27 tebax 2011
  5. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 13 çiriya pêşîn 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 29 tebax 2011{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  6. ^ Eyloyê Medan Ferwertîş (bi tirkî), ji orîjînalê di 26 hezîran 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 27 tebax 2011

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]