Rêveberiya xweser a rojavaya Kurdistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Rêveberîya xweser rojavayê kurdistanê, di 21´ê rêbendanê a 2014´an de bi ragihandina hikimet û rêveberîya herêma Cizîrê re hat denezendin. Rêveberîya xweser li herêmên ku xwedî navend in hat beşkirin. Herês herêm rêveberîyên wan û hikimeta wan hat avakirin û ragihandin ku herêman bi rê ve bibin. Zimanê fermî ê herêmê rojava, Zimanê kurdî, Zimanê asûrî û erebî ya. Ale wê kekûsorûzer a.

Rêveberîya xweser a rojavayê kurdistanê, berî ku were ragihandin demek dirêj amedekerî bo wê hatina kirin û temenê wê hat pêşxistin. Li herêma rojavayê kurdistanê saziyên civatî ên rêveberinê, perwerde û çandê û hwd, hatina ava kirin. Piştî rêveberî, desthilatdarî û hikimeta herêma başûrê kurdistanê, ev herêma rojavayê kurdistanê avakirina wê, bû duyemin herêm ku kurdan bidestê xwe li wan rêveberîya xwe cewherî ava kirin. Di destpêkê de, dewletên herêmê ên weke tirkiya komên tundrew bi rêxistin dikirin û didane hêrîşkirin li ser rêveberîya xweser a rojavayê kurdistanê. Hemû deriyên alikarîyê li rojavayê kurdistanê hatina girtin. Bi tememî ambargoyaka jidahî li ser rojavayê kurdistanê hat danîn. Rêveberîya başûrê kurdistanê jî, tevî ku rêveberîyek kurd bû, ew jî tevlî hêzên ku ambargo danîna er rojavayê kurdistanê û hemû deriyên ku ji başûrê kurdistanê diçûna rojavayê kurdistanê ên weke "derîyê sêlmalka", hatina girtin û ne hiştin ku ne mirov û ne alikarî di wan bi buhurê. Tenê ji mirovên ku ji rojava bazdidan û goç dikirin ew derî vekirin.

Piştî ku rêveberîya rojavayê kurdistanê û hikimeta wê hat avakirin, êdî hemû kurd ketina nava hewkariyê de ku wê pêş bixin. Ji bakûrê kurdistanê, rojhilat, û başûrê kurdistanê jî alikarî ji wê re dikirin. Lê li başûr, partîya kurd PDK, ku weke partîya ku di hilijartinan de bi serketibû û partiya mazin bû, wê alikarî neda rêveberîya xweser a rojavayê kurdistanê. Vê yekê jî, dilê hemû kurdan şikand. Kurd xamgin kirin. Kurdan, ew helwesta partîya kurd a PDK, li dijî rabûn û gotin ku "ev ne li gorî nirx û kevneşopîya me ya" û şermazar kirin.

rêveberîya xweser a rojavayê kurdistanê, dema ku konfaranse CEnev´ê li Cenevê dihat li darxistin de hat ragihandin. Gelek dordoran jî şîrovekirin û gotin ku "ji ber ku kurd ne hatina dewetkirin li konfaranse û ji ber ku ne dixwestin li ´lozanek din a duyemin were serê wan, rêveberîya xwe ragihandin´". Rêveberîya kurd, li rojavayê kurdistanê piştî hat ragihandin, bi alikarîya tirkiya û welatên din ên herêmê komên tundrew bi rêxistin kirin û dan hêrîşkirin li ser wê rêveberîya xweser a rojavayê kurdistan. Ji ber ku welatên herêmê li dijî pêşketina statûya kurdan bû, ev hêrîş li wê rêveberîya kurd dan kirin.