Komkujiya Enfalê 1988: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Rêz 10: Rêz 10:
Lawên Kurd ji bo perwerdeya leşkerî dibiribûne kampan û bi navê ''"Lawên Saddam"'' binavdikiribûne. Rejîma Be's di sala [[1983]]an de 8.000 mêrên eşîra [[Barzanî]] dîl digire û dikuje. Bi deh hezaran kurdên [[feylî]] herwiha dikuje û bi programa Enfalê jî dixwaze vîna gelê kurd ji holê rabike{{Çavk}}.
Lawên Kurd ji bo perwerdeya leşkerî dibiribûne kampan û bi navê ''"Lawên Saddam"'' binavdikiribûne. Rejîma Be's di sala [[1983]]an de 8.000 mêrên eşîra [[Barzanî]] dîl digire û dikuje. Bi deh hezaran kurdên [[feylî]] herwiha dikuje û bi programa Enfalê jî dixwaze vîna gelê kurd ji holê rabike{{Çavk}}.


== Çavkanî ==
== Film ==
* [[Al-Anfal, "bi navê Allah, Baes û Saddam"]]
{{Çavkanî}}


==Her wisa binêre==
==Her wisa binêre==
* [[Dîroka Başûrê Kurdistanê]]
* [[Dîroka Başûrê Kurdistanê]]
* [[Komkujiya Helebceyê]]
* [[Komkujiya Helebceyê]]



== Çavkanî ==
== Çavkanî ==

Guhartoya 19:18, 4 hezîran 2020

Hestiyên qurbaniyekî komkujiya Enfalê yên ku di 15 tîrmeha 2005an de ji goreke bi kom a nêzîkî Zaxo, Badînan (Herêma Kurdistanê) hatine derxistin.

Enfal navê komkujiyeke (tevkujiyeke) li Başûrê Kurdistanê ji aliyê sazûmaniya Be's ve hatiye pêk anîn e. Navê xwe ji ayeta Quranê ya Enfalê digire.

A rastî Enfal ne navê qetlîamekê ye, lê navê rêze-tevkujiyan e[çavkanî hewce ye]. Pêla dawî ya Enfalê di 23'ê reşemiyê 1988an de li dijî hêzên YNKê li Silêmaniye destpêdike. Li Dola Caf (Cafetî) tevkujî tê destpêkirin û di 6'ê rezberê 1988an de li Zaxoyê bidawî dibe. Ji Zaxoyê heya Çiyayê Hemrînê ti wargehekî kurdan nayê hîştin. Dîsa Qeladizê, Şivan, Axçeler û hwd gelek navçe tên rûxandin. Gelên li vir tên kuştin û hinek ji wan jî direvin Îran an Kurdistana di bin dagirkeriya Tirkiyeyê. Gelek jî dîl tê girtin û di kampên tunekirinê de tên komkirin.

Gorî statîstîkên navneteweyî li dora 182.000 Kurd hatine windakirin[çavkanî hewce ye]. Îro hinek ji wan windayiyan di goristanên giştî de tên dîtin. Dîsa hatiye tesbîtkirin ku pirraniya kurdan bi saxî hatine binerdkirin. Keç û jinên kurdan bo şêxên dewlemend ên ereb dihatibûne veqetandin, qismekê wan bo fihûşê dibiribûne Misir (Egîpt) an Tirkiyê. Piştî têkçûna sazûmaniya Be's li seranser Iraqê, gelek gorên bikom qurbaniyan hatine dîtin û li ser wan lêkolîn hatine kirin.

Lawên Kurd ji bo perwerdeya leşkerî dibiribûne kampan û bi navê "Lawên Saddam" binavdikiribûne. Rejîma Be's di sala 1983an de 8.000 mêrên eşîra Barzanî dîl digire û dikuje. Bi deh hezaran kurdên feylî herwiha dikuje û bi programa Enfalê jî dixwaze vîna gelê kurd ji holê rabike[çavkanî hewce ye].

Film

Her wisa binêre


Çavkanî