Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
Simkoyê Şikak an Smayîl Aẍayê Şikak an jî Simko (jdb. 1887Kela Çariyê - m. 30ê hezîrana1930anŞino) serhildêr û rêberekî kurd ê ji êla şikakan bû. Smayîl Aẍayê Şikak, yê ku pirranî bi navê Simko (an jî Simkoyê Şikak) di nava kurdan de hatiye naskirin, yek ji wan rêbera ye ku di dîroka azadîxwaziya gelê Kurdistanê de xwedî rûmet û xebateke berbiçav e. Girîngiya serhildana Simkoyê Şikak ku nêzî 25 salan dom kir, ew e ku piştî şerê cîhanê yê yekem nêzî %50 ji axa rojhilatê Kurdistanê ji desthilatdariya dewleta Îranê rizgar kir û mîna desthilatdarekî kurd karê xwe yê hukimdariyê meşand. Ev karê han (ku Simko dikarî hemû hêzên êl û eşîretên kurdan li dora hev bicivîne), di serdemeke ku sîstema feodalîzmê li hemû Kurdistanê di bin nîrê aẍatiyê de bû, pêkhat. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.