Here naverokê

Şikak

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Êla Şikak
Agahiyên gelemperî
Hoz (Fenekî, Mamedî, Nîsanî, Delan (Delanî an jî Delî), Xidirî, Botan, şerî,Pisaxa, Gewirik , Xelûfan , kizinî , Keçelî, Etmanî, Çerkoyî, Mendolekî, Neimetî, Êverî , Şekerî....)
Esil Kurd
Ziman Kurmancî (Şikakî, Rewendî)
Herêmên dîrokî Botan
Belavbûn Wirmê
Hekarî
[Afrin devera şerran]
Demografî
Gelhe 6000 mal (1908 li gorî Mark Sykes)
Bawerî
Dîn Îslam

Şikak[1] an jî Şakak[2] (soranî: شکاک) eşîreke kurd e ku li gelek deverên Kurdistanê, bi taybetî li Rojhilata Kurdistanê belav bûne. Şikakî bi zaravaya kurmancî yê bi navê şikakî diaxivin û sunî ne. Şikakî herî zêde li Rojhilata Kurdistanê dijîn. Li gorî daneyên sala 1960an, hejmara şikakiyan li Rojhilata Kurdistanê û li Îranê 4.400 malbat bû.

Li gorî kevneşopiya devkî ya wan, Şikak di sedsala 17an de ji Diyarbekirê koç bûne û li rojavayê Gola Ûrmiyeyê bi cih bûne.[3] Bi vê yekê, wan eşîra Dumbulî ji cih û warê xwe derxistine.[3]

Yekem serokê navdar a eşîrê Îsmaîl Axa bû ku serokêkî kurd e ku di fetihên Axa Mihemed Xan Qacar ​​de piştgirî daye wî. Îsmaîl Axa di sala 1816an de miriye û gora wî li kêleka Çemê Nesluyê ye.[3] Neviyê wî Cefer Axa di sala 1905an de ji aliyê rayedarên qacaran ve wekî dîl li Tewrêzê hate bidarvekirin.[3] Birayê Cefer Simkoyê Şikak piştre bi piştgiriya îmepratoriya osmanî li dijî Îrana qacarî ​​serhildanek daye destpêkirin. Ew berpirsiyarê serkêşiya şerên li dijî asûrî û azeriyan li herêmê berî û di dema Şerê Cîhanî yê Yekem de û ji bo berxwedana rêxistinkirî li dijî rejîma Reza Şah bû ku di dawiyê de bû sedema mirina wî yê di sala 1930an de.[4]

Eşîra Şekak wekî şervanên wêrek têne pênase kirin û ji serdema Axa Mihemed Xan Qacar ​​ve wan efserên leşkerên xanedana qacarî ​​perwerde kirine.[5]

Ev eşîr di gundên Şikefta Spî, Gerê, Tarûnê, Xêstê û Xoran yên parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê de dijîn.[1] Her wiha li gelek gundên parêzgeha Dêrsimê dijîn.[6]

Komên şiî yên ji eşîra Şikakan ku tirkîaxiv in, li çend deverên parêzgeha Azerbaycana Rojhilat a Rojhilata Kurdistanê dijîn.[6]

  • Îsmaîl Axa (m. 1816 an 1820an)
  • Mîr Elî Axa
  • Mehmed Axa
  • Teymûr Axa
  • Cefer Xan (m. 1905an)
  • Simkoyê Şikak (jdb. 1887 - m. 1930an)
  • Emer Xan (jdb. 1873 - m. 1958)

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ a b Baz, Ibrahim (2016). Şırnak aşiretleri ve kültürü (bi tirkî). r. 145. ISBN 9786058849631.
  2. ^ Oberling, Pierre (20 tîrmeh 2004). "Kurdish Tribes". Encyclopædia Iranica. New York. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 10 tebax 2011. Roja gihiştinê 6 tebax 2013.{{cite encyclopedia}}: CS1 maint: location missing publisher (lînk) CS1 maint: unfit URL (lînk)
  3. ^ a b c d Houtsma, M. Th.; û yên din. (1993). "Shakāk". E.J. Brill's First Encyclopaedia of Islam, 1913-1936. Cild 4 (Çapa Reprint). E.J. Brill. r. 290. ISBN 90-04-09796-1.
  4. ^ O'Leary, Brendan; Ṣāliḥ, Khālid (2005). "The Denial, Resurrection, and Affirmation of Kurdistan". Bi O'Leary, Brendan; McGarry, John; Salih, Khaled (edîtor). The Future of Kurdistan in Iraq. Philadelphia: University of Pennsylvania Press. rr. 3–46. ISBN 0-8122-3870-2.
  5. ^ Kalīm Allāh Tavaḥḥudī, Awghāzī (1981). حرکت تاريخي کرد به خراسان در دفاع از استقلال ايران (bi farisî). r. 488.
  6. ^ a b Gültekin, Ahmet Kerim (2019). Gezik, Erdal; Gültekin, Ahmet Kerim (edîtor). Kurdish Alevis and the Case of Dersim: Historical and Contemporary Insights. Lexington Books. r. 106.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]