Alice Munro

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Alice Munro
Jidayikbûn10ê tîrmeha 1931an(1931-07-10) (92 salî)
Wingham, Ontario, Kanada
PîşeNivîskar
Zimanê nivîsinêInglîzî
PerwedeZanîngeha Western Ontarioyê
Şêweyê wejêyîKurteçîrok,rastîparêzî , Southern Ontario Gothic
Xelat Xelata Governor General's (1968, 1978, 1986)
Xelata Scotiabank Giller (1998, 2004)
Xelata navneteweyî ya Man Booker (2009)
Xelata Nobelê ya Wêjeyê (2013)
Hevjîn
James Munro
(z. 1951; bd. 1972)
Gerald Fremlin
(z. 1976; mir 2013)
Zarok4
biguhêreBelge

Alice Ann Munro (navê wê yê berî zewicînê Alice Ann Laidlaw bû ; jdb. 10ê tîrmehê 1931ê li Wingham, Ontario, Kanada) nivîskareke kanadayî ye ku bi îngilîzî dinivîse.

Xelata Nobelê ya 2013ê ya wêjeyê û Xelata Man Booker International ya 2009ê ji bo koma karên xwe wergirtin, wê her wesa sê caran jî Xelata Fermandarê Giştî yê Kanadayê ji bo Destanan (Canada's Governor General's Award for fiction) wergirtiye.

Tekeza çîrokên Munroyê Başûrê Rojavayê Ontario ya wargehê wê ye. "Çîrokên sanahî û hest-livîn" yên wê aloziyên xweriskê mirovî bi şêwazekê gellek rehet û rewan vedikolin. Nivîsên Munroyê cihê wê wekî "yek ji mezintirîn nivîskarên hevdemê me" an, her wekî Cynthia Ozick dibêjit, "Çexovê me" peyt kiriye. Li sala 2013ê, wê Xelata Nobelê ya Wêjeyê û ji bo karên xwe wekî "hosta ya kurteçîroka nûdem" wergirt[çavkanî hewce ye].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]