Giosuè Carducci
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Giosuè Carducci (Binavkirin: Enotrio Romano; * 27'ê tîrmehê 1835 li Valdicastello, îro Pietrasanta, Toskana; † 16'ê reşemiyê 1907 li Bologna) helbestvan, gotinvan û wêjevanê dîrokê yê Îtalî bû. Sala 1906'î de Xelata Nobelê ya wêjeyê wergirt.
Jînenîgarî [biguherîne]
Ew kurê (lawê) kesekî welatparêz bû. Di piçûktiya xwe de bala xwe berda ziman û çanda Grekî û dîroka Romayê. Kesayetî, serpêhatî û efsaneyên çanda devkî bandoreke mezin lê dikir. Li zankoya Pîzayê perwerdeya fîlozofiyê dibîne. Dersên retorîk, wêjeya Îtalî, Grekî dide û bi wan dijî. Miroveke ateîst bû. Ev yeka han hin caran jê re astengî derdixist. Wî lîrîkên dîrokî berhevdikir, di kovarên wêjeyî de nivîsarên zîrekî diweşand. Ew wekî realîstekî mezin ê Îtalî jî tê naskirin.
Berhemên Carducci [biguherîne]
- Rime 1857
- Juvenilia 1857
- Inno a Satana 1865
- Levia Gravia 1868
- Studi letterati 1874
- Bozetti critici e discorsi letterari 1876
- Odi Barbare 1877
- Giambi ed epodi 1882
- Ça ira 1883 - Donzde Sonet
- Helbestên bijarte 1880
