José Saramago

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
José Saramago di sala 2008'an de

José Saramago (16'ê sermawezê 1922 li Azinhaga, Portûgal - 18'ê pûşpera 2010 li bajarê Tíasê, Las Palmas, Spanya) nivîskar, dramatîker û helbestvanekî Portûgalî ye û sala 1998'î de guncavê Xelata Nobelê ya wêjeyê hatiye dîtin.

Di malbateke xizan de hatiye jiyanê. Di gelek kar û kargehan de bo jiyana xwe bidomîne xebitiye. Ji ber sedemên aborî dibistana xwe jî nebiriye serî. Di hêj zaroktiya xwe de dest bi nivîsandinê kiriye. Piştî sala 1976'î êdî bi giranî xwe daye pirtûkên xwe. Ew mirovekî ateîst û komûnîst e û carekê ji ber ku di pirtûkên xwe de li dijî dêrê û sazûmaniya Ewropa derdiket ji aliyê Vatîkanê ve giliyê wê hatiye kirin. Hinek rexneger wî wekî pessîmîstek destnîşan dikin lê mirov di pirtûkên wî de gelek elementên baweriyê û mirovahiyê dibîne. Di nava refên Partiya Komûnîst a Portûgalê de têkoşiyaye.

José Saramago di 18'ê pûşpera 2010'an de li bajarê Tíasê, Las Palmas, Spanya çû dilovaniya xwe.

Berhemên wî[biguherîne]

Helbest[biguherîne]

Os poemas possíveis, 1966
Provavelmente alegria, 1970
O ano de 1993, 1975

Rexne[biguherîne]

Deste mundo e do outro, 1971
A bagagem do viajante, 1973
As opiniões que o DL teve, 1974
Os apontamentos, 1976

Şîrove[biguherîne]

Viagem a Portugal, 1981

Lîstikên şanoyê[biguherîne]

A noite, 1979
Que farei com este livro?, 1980
A segunda vida de Francisco de Assis, 1987
In Nomine Dei, 1993
Don Giovanni ou O dissoluto absolvido, 2005

Xebatên zanistiya wêjeyê[biguherîne]

Objecto quase, 1978
Poética dos cinco sentidos - O ouvido, 1979
O conto da ilha desconhecida, 1997

Roman[biguherîne]

Terra do pecado, 1947
Manual de pintura e caligrafia, 1977
Levantado do chão, 1980
Memorial do convento, 1982
O ano da morte de Ricardo Reis, 1984
A jangada de pedra, 1986
História do cerco de Lisboa, 1989
O Evangelho segundo Jesus Cristo, 1991
Ensaio sobre a cegueira, 1995 (Prémio Nobel da literatura 1998)
A bagagem do viajante, 1996
Cadernos de Lanzarote, 1997
Todos os nomes, 1997
A caverna, 2001
O homem duplicado, 2002
Ensaio sobre a lucidez, 2004
As intermitências da morte, 2005
As pequenas memórias, 2006