Harold Pinter

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Harold Pinter (z. 10'ê kewçêrê 1930 li Londonê – m. 24'ê çileya pêşîn a 2008'an li Londonê, Brîtanyaya Mezin) nivîskarekî îngilîz e. Di sala 2005'an de Xelata Nobel a Wêjeyê qezenc kir.

Jînenîgarî[biguherîne]

Pinter di sala 1930'î de li Hackneya Londonê ku cihê karkeran e, wekî kurê terziyek cihû hate jiyanê. Bi destpêkirina Şerê Cîhanê yê Duyemîn re ji bajêr derket û di 14 saliya xwe de vegeriya Londonê. Di dibistanê de wî ji nivîskarên wekî Franz Kafka û Ernest Hemingway hezkir. Piştî dibistana amadeyî beşdarî Dibistana Akademiya Drama a Hunerê ya Keyaniyê, lê du sal paşê dev jê berda. Sala 1949'î de ji ber ku çûyîna leşkeriyê red kir hat darizandin, lê bi cezaya pereyan ji girtîgehê rizgar bû.

Sala 1950'î de bi navê Harold Pinta di kovara Poems de helbestên wî derketin. Di bernameyên radyoyê yên BBC de xebitî, sala 1957'î de yekem lîstika xwe bi navê "The Room" (Ode) ji bo Zanîngeha Bristol'ê 4 rojan de nivîsî

Yekem berhema wî ya radyoyê "A Slight Ache" 1959'î de di BBC de hate weşandin. Lîstikên wî bi giştî di nav odeyekê de, bi karekterê kesan ên têne hatin lîstin. Armancê wan ê sereke, ne ji aliyê temaşevan, ne jî ji aliyê karakteran ve nayê zanîn û hêzên nayên zanîn wan tehdît dikin. Ev karakter gelek caran ji bo neyên kuştin têkoşîneke kûr didin

Piştî derbeya li hemberî serokê Şîleyê Allende ku 1973'î de bi derbeyê ji kar hatibû girtin, Pinter di nav têkoşîna mafên mirovan de xebateke aktîf dike.

Ew di sala 1999'î li hemberî tevgera NATO'yê ya li Kosovoyê derket, sala 2001'ê de di nav ji bo parastina Slobodan Milosevîç, di nav Komîteya Neteweyî de cih girt.

Sala 2002'îde bi şêrpenceya (kanser) qirikê ket. Heman salê di meha sermawezê de nêzîktêdayîna Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) ya bi rengê "şerê pêşîlêgirtinê" rexne kir.

Li hemberî Serokê DYA George W. Bush derket û got: "Bush got, 'emê destûrê nedin çekên herî xirab ên dinyayê, di destê rêberên herî xirab de bimînin' tu rast dibêjî, li neynikê binêre dostê min. Vaye ew tu yî."

Pinter di reşemiya 2005 de ragihandibû ku wî êdî dev ji nivîsandina nivîskariya şanoyê berdaye û ew ê hemî kariyera xwe ji bo siyasetê bikar bîne. Û gotibû: "29 sal e ez lîstikan dinivîsim. Ma ev ne bes e?"

Berhem[biguherîne]