Eugenio Montale
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Eugenio Montale (* 12'ê kewçêrê 1896 li Genova; † 12'ê rezberê 1981 li Mailand) nivîskareki îtalî bû û sala 1975'î guncavê Xelata Nobelê ya wêjeyê hatibû dîtin.
Jînenîgarî [biguherîne]
Zarokê dawîn ê karsazekî bû. Tevlî şerê yekemîn ê cîhanî dibe. Sala 1922'î bi pisporî dest bi nivîsandinê dike. Heman salê bi hinekan ve bingeha damezrandina kovarekê davêjin. Dema sazûmaniya faşîst a Mûssolînî tê ser desthilatdariyê, jiyana wî jî dikeve asteke awarte û bixetere. Piştî têkçûyîna faşîzmê dibe yek ji hîmên ronakbîriya serdemê ya îtalî. Di heman demê de li rojnameyan jî dixebite.
Berhem [biguherîne]
- 1921 - Lîmonan (I Limoni)
- 1925/28 - Hestiyên sêpîmasiyê (Ossi di seppia)
- 1938 - Sedem (Le Occasioni)
- 1943 - Finisterre
- 1956 - Pêlan (La bufera e altro)
- 1971 - Satura
- 1973 - (Rojîn '71 & '72) (Diario del '71 del '72)