Doris Lessing
Ji Wîkîpediya
Doris Lessing (* 22'ê kewçêrê 1919 li Kirmaşan, Îran (li axa Kurdistana rojhilatê)) yek ji nivîskarên navdar ên Brîtanyayê ye. Di sala 2007´î de xelata Nobelê ya wêjeyê wergirt.
Ji ber xebata bavê xwe li derveyî Brîtanyayê ji dayîk bûye. Di 5 saliya xwe de ji Îranê çûne parzemîna Efrîqayê. Di avabûna partiyeke çepgîr de cihdigire. Xwedî nêrînên komûnîst û çepgirbûna wê, wê nêzîkî siyasetmedarekî Alman dike û bi Gottfried Lessing re dizewice.
Lessing di çîrok û romanên xwe de derûnî û nakokiya kesayetiyan, bi taybetî yên bindestan tîne zimên. Herwekî femînîzm, têkiliyên cinsiyetan û şer-aştî mijarên wê yên sereke ne. Pirtûka wê ya herî navdar a di sala 1962'î de hatiye weşandin Deftera Zêrîn (Dagirtûka Zêrîn) e.
[biguherîne] Çend ji berhemên Lessing
- Giya (Giya) distirên
- Arşîvên Kanopûs
- Daxûyaniya daketina dojehê
- Mara û Dann
- Girtîgehên daxwazkirî
- Zaroka pêncemîn
- Madonnaya Reşik
- Çîroka mêrikê (zilamê) nezewicî
- Terorîst

