Luigi Pirandello

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Luigi Pirandello

Luigi Pirandello (* 28'ê pûşperê 1867 li Girgenti, îro bi navê Agrigent, Sîcîlya; † 10'ê berfanbarê 1936 li Roma) nivîskarekî îtalî bû. Ew yek ji giregirên dramatîkerên sedsala 20'em tê hejmartin. Sala 1934'an guncavê Xelata Nobelê ya wêjeyê hatiye dîtin.

Li girava Sîcîlyayê di malbateke cotyar ê dewlemend de tê jiyanê. Perwerdeya zanîngehê li Bonna Almanyayê dibîne. Ji bersedemên aborî jina wî bi nexweşiyên derûnî dikeve û ev yeka han wî xemgîn dike. Di destpêka şerê cîhanî yê yekê de dikeve bin bandora neteweperweriya îtalî. Têkilî bi Mussolini re jî datîne û bi alîkariya wî dibe gerînendeyê şanoya hunerî ya Romayê.

Berhem[biguherîne]

Roman[biguherîne]

  • "Il fu Mattia Pascal" (Siyemêr)
  • "I vecchi e I giovani" (Kal-pîr û ciwan)
  • "Uno, nessuno e centomila" (Yek, Hîç û Sed Hezar)

Lîstik[biguherîne]

  • "Enrico IV" (Enrîko yê IV.)
  • "Sei personaggi in cerca d'autore" (Şeş kes li nivîskarê xwe digerin)
  • "La vita che ti diedi" (Jiyana li te bexşand)
  • "Pensaci, Giacomino!" (Baş bifikire Gîakomîno)
  • "Vestire gli ignudi" (Kincandina pêxwasan)
  • "Non si sa come" (Çawa nayê zanîn)
  • "La signora Morli, una e due" Stî Morlî, Yek û du)
  • "Così è (se vi pare)" (Heger bi we ye wisa ye)