Sînop

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Sînop bajarekî li bakûr ê Tirkiyê ye.

Ciyê Coxrafî û Hudûdên Bajar[biguherîne]

Bajarê Sînop ê li cem Behra Reş û li ser pozikê Boztepe li bakûr ê welatê Tirkiyê cîh digirî.

Bajar di nav parelên 41° 12' û 42° 06' bakûr û merîdyenên 34° 14' û 35° 26' rojhilat de ye. Hudûdên bajêr li bakûr bi Behra Reş ve, li rojava bi Kastamonû ve, li başur bi Çorûm ê ve û li rojhilata başûr jî bi Samsûn ê ve tê girêdan. Temamiya dirêjiya sîndorên bajêr 475 km ne û ji van 300 km reşahî û 175 km jî avî ne. Sînop ji Enqerê 435 km, ji Stembolê 760 km û ji Samsûn ê 168 km dûre.

Taybetiyên erda bajêr[biguherîne]

Pîvana erdê bajêr 5862 km2 ye. Ji vî erdî %54,6 wî daristan, %74,3 çiyan, %2,3 wî zozan û %23,4 wî jî ji Platoyan pêk tê.

Av û Hewa[biguherîne]

Li bakûrê heremê îklîma Behra Reş û li başûr ji bona çîyayên navber îklîma reşahiyê hukim dike. Li bakûr di navbera zivistan û havînê pirr ferqekî mezin tune. Li her demê salê bahozên xurt di hêla Behrê da tên. Di xêçî çend rojên li havînê hemû sal bi şilî û şepelî derbaz dibe. Lê li başûr şilî, rewa û germahî kêm dibe, zozan û çiya tesîra xwe nîşan didin. Li bajêr bi xwe germahiya salê kêmûzêde 14°. Meha herî germ bi 20° Tirmeh û yê herî sar bi 7° Şibat e.

Nifus û navçeyên bajar[biguherîne]

Tevayiya nifûsa herêmê ( tevlî gundan) 227.933 e. (Ji gora hêjmara sala 2000) Nifûsa Sînopê ji bona bê kariyê û kêmasiya endûstiriyê her sal hê tere hê kêm dibî. Yê herî bir cîvan û xortên bajêr koçber dibin terin Evrûpayê yan jî Stenbolê.

Navçeyên bajêr vana ne.


42°01′30″Bk 35°08′50″Rh / 42.025°Bk 35.14722°Rh / 42.025; 35.14722