Aksaray
Ji Wîkîpediya
Aksaray yek ji bajar û parêzgehên Tirkiyê yên ku li herêma Anatoliya Navîn in e.
Navçeyên Aksarayê: Navenda bajêr, Ağaçören, Eskil, Gülağaç, Güzelyurt, Ortaköy, Sarıyahşi ne.
Beriya hatina Tirk - Moxolan navê bajêr Archelais Garsaura û paşê jî di dema Selçûkiyan de Taksara bû. Piştî damezrandina Komara Tirkiyê navê wê kirin Aksaray. Rûber 7,722 km² û gelhe zêdetirî 410.000 e. Li herêmê gelek bermahiyên Ermeniyan hene. Li vê parêzgehê hejmarekê Kurd jî dijîn. Aborî pirranî li ser çandiniyê ye.
|
|||||||