Mamekî
| Navçeya Mamekiyê Tunceli |
|
|
Bajarê Mamekî
|
|
|
|
|
| Welat | Bakurê Kurdistanê |
|---|---|
| Dûgel | Tirkiye |
| Parêzgeh | Dêrsim (parêzgeh) |
| Serbajar | Mamekî |
|
|
|
| Hejmara nahiyan | 4 nahiye |
| Hejmara bajarokan | 1 bajarok |
| Hejmara gundan | 52 gund |
|
|
|
| Gelhe (2009) | 35.909 [1] kes |
| Rûerd | 882 km2 |
| Berbelavî | 9,8 kes/km2 |
| Bajarê navendî | |
| Koordînat | 39°06′23″Bk 39°32′33″Rh / 39.10639°Bk 39.5425°Rh |
| Gelhe (2009) | 31.599 kes |
| Bilindayî | 914 m |
| Koda postayê | 62000 |
| Koda telefonê | (+90) 428 |
Mamekî an jî Mamekiye (bi tirkî: Tunceli) bajarekî li bakurê Kurdistanê ye û serbajarê parêzgeha Dersimê ye. Li gorî serjimara 2009'an 35.909 mirov li bajêr dijîn. Şaredara bajêr Edibe Şahin e ku ji BDP'ê hatiye hilbijartin. Mamekî dikeve navenda rojhilatê Tirkiyeyê.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Dîrok
| Ev beş hê vala ye. Alîkariya te pêwîst e (biguherîne) |
[biguherîne] Aborî
| Ev beş hê vala ye. Alîkariya te pêwîst e (biguherîne) |
[biguherîne] Gelhenasî
Mamekî bi hezar salan bûye warê kurdan. Di deman demê de gelên ermenî û piştre tirkmen jî li Mamekiyê bi cih bûne.[çavkanî pêwîst e] Di dîroka Mamekiyê de ji sedema zordarî û komkujiyan, gelê herêmê hertim mişext bûye. Li gorî çavkaniyan her çiqas dem diçe, nifûsa Dersimê û bi vê re nifûsa Mamekiyê kêm dibe.[2]
| Sal | 1960 | 1965 | 1970 | 1975 | 1980 | 1985 | 1990 | 1997 | 2000 | 2007 | 2009 | |||||||||||||
|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
| Hejmara bajêr | 19.245 | 23.240 | 29.363 | 35.332 | 12.859 | 18.471 | 24.513 | 24.449 | 25.041 | 27.091 | 31.599 | |||||||||||||
| Hejmara gundan | - | - | - | - | - | - | - | - | - | - | 4.310 | |||||||||||||
| Kom | - | - | - | - | - | - | - | - | - | - | 35.909 | |||||||||||||
| Çavkanî: Yerelnet, Tunceli | ||||||||||||||||||||||||
[biguherîne] Erdnîgarî
| Ev beş hê vala ye. Alîkariya te pêwîst e (biguherîne) |
[biguherîne] Dîn
Di çavkaniyên sedsala 19. û 20. de tê xuyakirin ku Qizilbaşên kurd ên herêma Dersimê, ji Elewiyên Anatolyayê ji aliyê baweriya xwe ve gelekî cuda ne. Kurdên elewî, hertim berî ku roj hil were şiyar dibin û silavê didine Rojê. Pîrozbûna Rojê ya di nav kurdên elewî de dide xuyakirin ku herwiha têkiliya baweriya wan bi dînê kurdan Êzîdîtiyêyê ve heye.[çavkanî pêwîst e]
Kurdên Dersimê ku di bin navê Elewîtiyê de baweriya xwe didomînin û di nav wan de baweriya wan weke Raa Haq ango Rêya Heq tê binavkirin, di koka xwe de xwediyê têkiliyên xurt ên bi Zerdeştîtiyê re hene. Dema li herêmê tê nêrîn, pîrozbûna agir, baldariya di derbarê kirin, gotin û fikra mirovan de (ev di Zerdeştîtiyê de weke gotina rind, karê rind û ramana rind tê zanîn), cilûbergên jinan ên bi şêweyê Zerdeştiyan, deqên li ser dest û rûyê mirovan, remzên Zerdeştîtiyê yên li ser merş û xalîçeyên wan, hinek ji têkiliyên di navbera Elewîtiya kurdên Dersimê û Zerdeştîtiyê de didine xuyakirin.
Baweriya ferîştehan li cem Elewiyên Dersimê heye. Ji van yê girîng Kalê Xizir e. Ev baweriya ferîştehan ji ya îslamiyetê cuda ye. Elewiyên kurd baweriya xwe bi ferîştehên ku Erd û ezman diparêzin tînin. Di diayên xwe de gotinên Ya Melekê Erd û Asîmanê bikartînin. Ev bawerî di nav kurdên êzîdî û yarsanî de jî heye.
Dersîm ji bo baweriya Elewiyên kurd cihekî pîroz e. Bi sedsalan serekên vê baweriyê ji vir derketine û li gorî kevneşopiyên kevn, rêberên ruhanî yên vê baweriyê her sal ziyareta bawermendên xwe yên herêmên din dikirin. Ev kevneşopî di Êzîdîtiyê de, bi gerandina li gundan a Tawûsê Melek diderkeve holê.
Li Dersimê her sal 21-31'ê berfanbarê de şahiyên gaxanê tên lidarxistin. Sê rojan rojiya gaxanê tê girtin. Di heman demê de kurdên êzîdî jî 3 rojan rojî digirin û qurbanan digurênin. Gaxan weke sersala kurdên elewî tê dîtin. Dişibe noel a xirîstiyanan. Di baweriya Elewiyên Dersimê de ku gaxanê pîroz dikin, karakterekî folklorîk ê bi navê Kalo gaxan heye.[3]
[biguherîne] Avhewa
Bajarê Dersimê xwediyê îklîma bejahiyê ye ku havînên wê gelekî germ û ziwa, zivistanên wê jî pirr sar û bi berf derbas dibin.
|
Germahî û barîna nîvekî ya mehane ji bo Mamekiyê (1975-2010)
Çavkanî: www.dmi.gov.tr
|
|||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
[biguherîne] Galerî
-
Çemê Mizûr (Mamekî)
[biguherîne] Çavkanî
39°06′23″Bk 39°32′33″Rh / 39.10639°Bk 39.5425°Rh
|
|||||||
|
||||||||||||||||