Daka
Daka
| |
---|---|
| |
Daka li ser nexşeyê | |
Xeletiya Luayê di Modul:Nexşeya_cihan de, li ser rêza 512: Unable to find the specified location map definition: "Module:Nexşeya cihan/dane/Bengladeş" does not exist. | |
Koordînat: 23°43′44″Bk 90°23′40″Rh / 23.72889°Bk 90.39444°Rh | |
Dewlet | Bengladeş, Pakistan, Dominion of Pakistan, British Raj, Company rule in India |
Li beşa îdarî | |
Paytexta |
|
Dema avabûnê | 1608 |
Îdarî | |
• Şaredar | Atiqul Islam (2019–) |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 368 km2 (142 sq mi) |
Bilindahî | 60 m (200 ft) |
Nifûs | 16.800.000 (2017) |
Dem | |
Koda telefonê | 02 |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Daka (bi bengalî: ঢাকা Ḍhākā), paytext û bajarê herî mezin ê Bengladeşê ye ku nehemîn bajarê herî mezin û heftem bajarê herî qerebalix ê cîhanê ye. Daka megabajarek e ku li gorî daneyên sala 2022an nifûsa bajêr 10,2 milyon kes e û nifûsa Daka ya mezin zêdetirî 22,4 milyon kesî ye.[1][2][3] Bajar bi gelemperî wekî devera bajarî ya herî qerebalix a li cîhanê hatiye hesabkirin.[4]
Erdnîgariya Dakayê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Daka navenda çandî, aborî û zanistî ya herî girîng a rojhilata Asyaya Başûr e û di heman demê de nifûsa bajêr bi pirranî ji misilmanan pêk tê. Di warê dahata berhema navxweyî de Daka li Asyaya Başûr di rêza sêyem de ye û li cîhanê di rêza Dahata Berhema Navxweyî de di rêza 39em de ye. Bajêr li ser Deltaya Gangesê ye û çemên wekê Burîganga, Turag, Dhaleşwarî û Şîtalakşiya li devera bajêr cih digirin. Di heman demê de Daka bajarê herî mezin ê bengalîaxivê li cîhanê ye.
Dîroka bajêr
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Daka ji hezarsala yekem ve bûye cihwarê mirovan. Bajar wekî bajarekî nûjen di sedsala 17an ve wekî paytexta parêzgehê û navendek bazirganî ya Împeratoriya Moxol a Hindistanê pêşve çû. Daka 75 salan (1608-39 û 1660-1704) paytexta Bengala moxol a proto-pîşesazî bû. Bajar navenda bazirganiya muslin a li Bengalê bû û yek ji bajarên herî dewlemend ê cîhanê bû. Navê bajarê Mughal Jahangirnagar (Bajarê Jahangir) ji bo rumeta împeratorê berê yê desthilatdar Jahangir hatiye danîn.[5][6] Elîta moxal a dewlemend a bajêr mîr û kurên împeratorên moxalî hebûn. Geşedanbûna bajarê pêşkolonî di sedsalên 17an û 18an de dema ku bajar mala bazirganên ji seranserê Ewrasyayê bû, gihîştiye lûtkeyê. Bendera Dakayê hem ji bo bazirganiya çem û hem jî ji bo deryayê deverek bazirganî ya sereke bû. Moxalan bajar bi bexçe, tirbe, mizgeft, qesr û kelehên xweş xemilandin.[7] Demekê bajar wekê Venedîk a rojhilat hatiye binavkirin. Di bin serweriya brîtaniyan de, bajar bi elektrîk, rêhesin, sînema, zanîngeh û zanîngehên şêwaza rojavayî û peydakirina avê ya nûjen hatiye bêşvebirin. Bajar wekî paytexta Bengala Rojhilat û Parêzgeha Assam piştî sala 1905an dibe navendek girîng ê îdarî û perwerdehî ya li Raja Brîtanî. Di sala 1947an de piştî bidawî bûna desthilatdariya Brîtanyayê, bajar dibe paytexta îdarî ya rojhilatê Pakistanê û bajar di sala 1962an de paytexta qanûnî ya Pakistanê hate ragihandin. Di sala 1971an de piştî Şerê Rizgariyê bajar dibe paytexta Bengladeş a serbixwe. Di sala 2008an de Daka 400 salên xwe bajarê şaredarî ya bajêr hatiye pîroz kirin.[8]
Bajarê roja îro
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Daka bajarekî betaglobal e û navenda jiyana siyasî, aborî û çandî ya Bengladeşê ye. Bajar malavaniya hikûmeta Bengladeşê, gelek pargîdaniyên bengladeşî û rêxistinên perwerdeyî, zanistî, lêkolînî û çandî ya bangladeşî ye. Ji damezrandina bajêr ve wekî paytexta nûjen, nifûs, herêm û cihêrengiya civakî û aborî ya Dakayê pir zêde bûye. Bajar niha yek ji herêmên herî bi zexm ê pîşesazî ya welêt e ku ji sedî 35ê aboriya Bengladeşê pêk tîne. Di Borsaya Dakayê de zêdetirî 750 pargîdaniyên navnîşkirî cih digirin. Daka malavaniya zêdetirî 50 mîsyonên dîplomatîk û her weha navendên Înîsiyatîva Kendava Bengalê ji bo Hevkariya Teknîkî û Aborî ya Pir-Beş, Navenda Pêşdebirina Gundî ya Yekgirtî ji bo Asya û Pasîfîkê û Koma Navneteweyî ya Lêkolîna Jûtê dike.[9] Daka xwedan mîrateyek xwarina navdar e. Çanda bajêr bi kaşkaşk (erebokên ku ji aliyê mirovan têne kişandin), biryani, festîvalên hunerî, û pirrengiya dînî tê zanîn.[10] Li bajarê kevn nêzîkî 2000 avahiyên ku ji serdema moxal û brîtaniyan ve mane hene. Ji sala 1947an vir ve, bajar di pîşesaziya weşangeriyê de pêşveçûyineke girîng bi dest xistiye.[11]
Wêne
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Dîmenek ji Motîjel, Daka.
-
Swadhinata Stambha an Birca Serxwebûnê abîdeyek e ku ji bo bîranîna şerê rizgariya Bengladeşê hatiye çêkirin.
-
Dîtina pêşiya Salona Kurzon, Daka.
-
Dîtina pêşiya Keleha Lalbagê, Daka.
-
Ahsan Manzil ku li peravên Çemê Buriganga li devera Kumartuli ya Îslamporê ya Dakaya kevn e.
-
Jatiyo Sangsad Bhaban, Bengladeş.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Dhaka ranks world's sixth most populous city". www.dhakatribune.com (bi îngilîzî). 14 kanûna paşîn 2022. Roja gihiştinê 17 tîrmeh 2023.
- ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 kanûna pêşîn 2015. Roja gihiştinê 17 tîrmeh 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "The World's Most Densely Populated Cities". WorldAtlas (bi îngilîziya amerîkî). 4 çiriya pêşîn 2020. Roja gihiştinê 17 tîrmeh 2023.
- ^ "Here's How Many People Live In The Most Densely Populated City On Earth". Grunge (bi îngilîziya amerîkî). 3 îlon 2021. Roja gihiştinê 17 tîrmeh 2023.
- ^ "Forum". archive.thedailystar.net. Roja gihiştinê 17 tîrmeh 2023.
- ^ "Islam Khan Chisti - Banglapedia". en.banglapedia.org. Roja gihiştinê 17 tîrmeh 2023.
- ^ Hough, Michael (2004). Cities and Natural Process: A Basis for Sustainability (bi îngilîzî). Psychology Press. ISBN 978-0-415-29854-4.
- ^ "400 years of Dhaka". The Daily Star (bi îngilîzî). 1 kanûna pêşîn 2008. Roja gihiştinê 17 tîrmeh 2023.
- ^ Report, Star Business (24 sibat 2017). "Dhaka's economic activities unplanned: analysts". The Daily Star (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 tîrmeh 2023.
{{cite web}}
:|pêşnav=
sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî) - ^ Sajen, Shamsuddoza (19 tebax 2022). "How Partition impacted the Dhaka book trade". The Daily Star (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 tîrmeh 2023.
- ^ "Dhaka and Akhtaruzzaman Elias". www.dhakatribune.com (bi îngilîzî). 16 hezîran 2022. Roja gihiştinê 17 tîrmeh 2023.