Kabûl

Kabûl
کابل Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Bajarên paytext

Ala
Kabûl li ser nexşeyê
Map
Kabûl li ser nexşeya Efxanistan nîşan dide
Kabûl
Kabûl
Koordînat: 34°31'58"Bk, 69°9'57"Rh
Dûgel Efxanistan
Beşa îdarî
  • Kabul District Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
  • Efxanistan
  • Kabul
  • Islamic Emirate of Afghanistan (de jure, 1996–2001)
  • Democratic Republic of Afghanistan (1978–1992)
  • Kingdom of Afghanistan (1926–1973)
  • Islamic State of Afghanistan (1992–2002)
  • Transitional Islamic State of Afghanistan (2002–2004)
  • Kabul District
  • Republic of Afghanistan (1973–1978)
  • Emirate of Afghanistan (1823–1926)
  • Durrani Empire (Nayê zanîn, Qendehar, 1776–1823)
  • Durrani Empire (Nayê zanîn, 1839–1842)
  • Emirate of Afghanistan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê1200 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
 • Giştî
  • 275 km² Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 • Bilindahî
1790 m Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
4.273.156 (2020) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DemUTC+4:30
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Kabûl (bi navê fermî کابل Kabol), paytext û bajarê herî mezin ê Efxanistanê ye ku li rojhilatê Efxanistanê cih digire. Bajêr di heman demê de şaredariyek e ku beşek ji parêzgeha Kabûlê pêk tîne û ji aliyê îdarî ve li 22 navçeyên şaredariyê hatiye dabeşkirin. Li gor texmînên sala 2023an nifûsa Kabûlê nêzîkî 5 milyon kes e.[1][2] Kabûl wekî navenda siyasî, çandî û aborî ya Efxanistanê xizmet kiriye û bi bajarvanîbûna bilez, Kabûl bûye 75em bajarê herî mezin ê cîhanê û bajarê sereke yê Efxanistanê.[3][4]

Bajarê îro ya Kabûlê li aliyê jor, di nav newalek teng de ji aliyê Çiyayên Hindokûşê û li aliyekî din jî ji aliyê Çemê Kabûlê ve hatiye dorpêçkirin. Bi bilindahiya 1790 metreyan ji asta deryayê, bajêr yek ji bajarên paytextê herî bilind ên li cîhanê ye. Navenda bajarî taxên bajêr ên kevin digire vedigire ku herêmên Pira Xaştî, Xebgah, Kehforoşî, Deh-Efganan, Çendavel, Şorbazar, Seracî, Zana-Xan û Bagê Elîmerdan wedihewîne.[5] Tê pêşbînîkirin ku dîroka Kabûlê ji 3.500 salan zêdetir e ku bi kêmanî dîroka bajêr ji dema Împeratoriya Farisî ya Axamenişî ve vedigere.

Di sedsala 16an de, Împeratoriya Mughal Kabûlê wekî paytexta havînê bikar anî, di vê demê de bajêr pêşveket û girîngiya bajar zêde dibe. Heta ku di sala 1747an de ji aliyê Împeratoriya Efxanîstanê ve di dawiyê de kete bin desthilatdariya herêmî, Kabûl piştî êrîşa Nadir Şah ya Hindistanê demekê kurtî kete bin kontrola Afşariyan.[6] Di sedsala 19an de bajar ji aliyê îngilîzan ve hat dagirkirin lê piştî danîna peywendiyên derve û peymanan, îngîlîz neçar man ku hemû hêzên xwe ji Efxanîstanê vekişînin û vegeriyan Hindistana Brîtanî.

Kabûl bi baxçe, bazar û serayên xwe yên dîrokî tê naskirin ku mînakên navdar Baxçeyên Babûr û Qesra Darul Aman û Qesra Argê ye.[7][8] Di nîvê duyem ê sedsala 20an de bajêr dibe rawestgehek li ser rêya hippi ya ku ji hêla gelek ewropiyan ve hatiye bikaranîn û bajar di vê demê de paşnavê "Parîsa Asyaya Navendî" wergirdigire.[9][10][11] Lê ev heyama aramiyê di sala 1978an de bi Şoreşa Saur û piştre bi êrîşên leşkerî ya Sovyetê ya di 1979an de bi dawî dibe û di sala 1989an de şerê dirêj a Sovyet û Efxanîstanê despêdike. Salên 1990î bi şerên navxweyî yên domdarên di navbera komên cûda yên îslamîstên efxanî yên belavbûyî de ku piraniya bajêr wêran kirin, derbas dibe.[12] Di sala 1996an de, Kabûl ji aliyê Talîban ve bi şerê çar salan ku bi komên din ên efxanî re dewam dike, bajêr dikeve destê Talîban. Piştî ku bajêr dikeve destê Talîban, demek kurt de bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di sala 2001an bajêr dikeve destê Dewletên Yekbûyî. Di sala 2021ê de, piştî vekişîna hêzên leşkerî yên bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî ji Efxanistanê, Kabûl careke din ji nû ve ji dikeve destê Talîban.

Wêne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. "Population of Cities in Afghanistan 2023". worldpopulationreview.com. Roja wergirtinê: 15 tîrmeh 2023.
  2. "National Geographic Magazine". National Geographic (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 15 tîrmeh 2023.
  3. "City Mayors: Largest cities in the world and their mayors - 1 to 300". www.citymayors.com. Roja wergirtinê: 15 tîrmeh 2023.
  4. "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 9 hezîran 2020. Roja wergirtinê: 15 tîrmeh 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link)
  5. "Kabul | History, Culture, Map, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 28 hezîran 2023. Roja wergirtinê: 15 tîrmeh 2023.
  6. "AISK - American International School of Kabul". web.archive.org. 30 tebax 2010. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 30 tebax 2010. Roja wergirtinê: 15 tîrmeh 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link)
  7. "Once called paradise, now Kabul struggles to cope". Reuters (bi îngilîzî). 16 nîsan 2007. Roja wergirtinê: 15 tîrmeh 2023.
  8. "Reversing Kabul's Environmental Setbacks". www.linkedin.com (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 15 tîrmeh 2023.
  9. Bumiller, Elisabeth (17 çiriya pêşîn 2009). "Remembering Afghanistan's Golden Age". The New York Times (bi American English). Roja wergirtinê: 15 tîrmeh 2023.
  10. Kohzad, Nilly. "Kabul Residents, Visitors Recall Capital's Golden Era Before Conflict". RadioFreeEurope/RadioLiberty (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 15 tîrmeh 2023.
  11. amcs-webmaster (28 gulan 2019). "Taliban Peace Talks in Afghanistan". Central Asia Institute (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 15 tîrmeh 2023.
  12. "History of Kabul - Lonely Planet Travel Information". web.archive.org. 3 nîsan 2019. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 3 nîsan 2019. Roja wergirtinê: 15 tîrmeh 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]