Here naverokê

Hesîçe (parêzgeh)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Heseke hat beralîkirin)
Parêzgeha Hesîçeyê
"Bûka Cizîrê"
"Dilê Dicle û Firatê"
"Ah-Hasakah"
مُحافظة الحسكة
Cih
Nexşeya navçeyan
Kargêrî
Welat Rojavayê Kurdistanê
Dûgel Kurdistan
Serbajar Hesîçe (Hesekê)
Demografî û erdnîgarî
Gelhe (2009) 1.800.000 kes
Rûerd 23.334 km2
Berbelavî 61,8 kes/km2
Binebeş
Hejmara navçeyan 4 navçe
Agahiyên din
Dem Bi ser dema Europa ye
Koda telefonê +963

Hesîçe yan jî Hisiça, herwiha Hesekê (bi erebî الحسکة, al-Hasakah) parêzgeheke Rojava ye ku li wî welatî piraniya xelkê wê kurd in û hinek suryan, aşûr, kildan, ermen, çerkez, cihû, ereb, tirkmen û êzdî hene.[çavkanî hewce ye] Parêzgehê Hesîçe dikeve nav Rojavayê Kurdistanê.

Parêzgeha Hesîçe li rojavayê Kurdistanê ye û li bakurê Sûriyê dikeve. Çemê Ceqceq û Xabûr tê ve diherikin, çemê Xabûr yê ku ji Serê Kaniyê tê û pê ve tê xwarê bi aliyê başûr ve, ta ku bi çemê Firat re dibe yek nêzîkî Dêrezorê. Piraniya xelk û nîştevanên Hesîçeyê kurd in. Hijmara nîştevanên Hesekê dighê zêdetirî du milyonan.[çavkanî hewce ye]

Ev parêzgehe li ser çar deveran û çardeh herêman tê parçekirin. Hesîçe bi petrol û genimê xwe tê naskirin. Herwiha zeviyê wê yî neftê li Rimêlan û Hol û Çipsa ne. Piraniya nîştevanan çandinê dikin. Bi taybetî di çandina genim û pembo û fêkî wek sêv û tirî de pir navdar e.

Ji girîngtirîn bajar û bajarokên Hesîçeyê, Qamişlo, Tirbespî, Serê Kaniyê, Dêrik, Amûdê, Çilaxa û Şedadê. Hîna jî gelek bajar û bajarok tê de hene. Hijmara tevahiya gundewarên Hesîçeyê dighêje 1717 kesî. Hesekê parêzgeheke pir mezin di Rojavayê Kurdistanê de ye û bi taybetî di Kantona Cizîrê de.

Hejmara xelkên vê parêzgehê bêtir ji 2.000.000 kesan e. Bajarên serekî yên parêzgeha Hesîçeyê Qamişlo, Hesîçe (Heseke), Amûde, Dêrik, Serê Kaniyê, Tirbespî, Girê Koçer, Girkê Legê, Rimêlan, Dirbêsî, Şedadî û Holê.

Çemên ku di parêzgeha Hesîçeyê re diherikin

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]