Qonye (parêzgeh)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Parêzgeha Qonyê hat beralîkirin)
Ji bo maneyên din li Qonye (cudakirin) binêre.
Parêzgeha Qonyeyê

Qonye (bi tirkî: Konya, grekî: Ἰκόνιον, Ikónion, latînî: Iconium) yek ji parêzgehên Tirkiyeyê ye. Navê serbajarê parêzgehê jî Qonye ye.

Gelhe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jimara gelheya serbajêr 1.073.791 e. Di sala 2011'an de li tevahiya parêzgehê qasî 2.038.555 mirov dijiyan, ji wan 1.527.937 li bajaran û 510.618 jî li gundan dijiyan. Li gorî vê yekê 51 kes dikevin 1 km².

Di sala 1927 jimara gelheya parêzgehê 504.000 bû.

Li gorî jimartina gel a sala 1965'an, sedî 32% ya wan li bajaran dijiya û îro ev raqam di sala 2011'an de gihişte sedî 75%.

Ji aliyê hejmara xwendevanan ve mezintirîn zanîngeh, Zanîngeha Selçuk (bi tirkî: Selçuk Üniversitesi) li Qonyeyê ye.

Erdnigarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li bakurê Qonyê parêzgeha Enqerê, li rojavayê Sparta, Afyonkarahisar û Eskişehir, li başûrê Mêrsîn, Karaman û Antalya, li rojhilata wê jî Niğde û Aksaray disekinin.

Ji aliyê îdareya fermî ve Qonye bi 38.257 km² a xwe mezintirîn parêzgeha Tirkiyeyê ye û di koma bajarên xwedî şaredariyên mezin de cih digire. 220 km li başûrê paytext Enqereyê dikeve. Herwiha, ew dikeve nava deşta bilind a Anatoliya navîn û bilindahiya xwe jî 1016 metran e.

31 navçeyên wê hene. Mezintirîn deşta Tirkiyeyê di nav erda Qonyeyê de ye.

Çiyayên bilindtirîn ên parêzgehê ev in: Geyik (3130 m), çiyayên Bolkar (3134 m) û çiyayên Aydos (3240 m).

Barîna salê ya navîn 326 mm e û ya herî kêm a Tirkiyê ye. Heta, ev raqam li herêmên li dora Behra Xwê (Tuz Gölü) kêmtir e jî. Hêjayî gotinê ye ku ev gol ji ber kêmasiya baran û çeman pêk hatiye.

Behrên din ên Qonyê ev in: behra Beyşehir, behra Çavuşçu, behra Akşehir, behra Suğla, behra Ereğil û behra Yunak.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qonye di dîrokê de ji Serçûkiyan re paytextî kiriye. Dîroka herêmê wekî ya Anatolîyê ye.

Kurdên Anatoliyaya Navîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Kurdên Anatoliyaya Navîn

Li Qonyeyê gelek kurd jî dijîn. Li navçeyên wekî Kulu (wek "Kûlû" tê xwandin). Cihanbeyli, Akşehir hwd gelek kurd hene. Ji wan re Sirgûnên Evdilhemîd anjî Kurdên Anatoliya Navîn tê gotin.

Çatalhoyuk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li başûr-rojhilata bajarê Qonyê (qasî 40 km dûr) bermahiyên Çatalhoyuk hene ku ev yek ji herêmên herî kevnar ên mirovahiyê ye.

Herwiha, 70 km li rojavayê bajêr bermahiyên pîroz ên hetît ên bi navê 'Eflatun Pinar' peyda ne û tê gotin peykera mezin a Fasillar jî beşeke wê ye.

Navçên Qonyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qonye xwediyê 31 navçe û 620 gundan e. Navê navçeyan ev in:

Nexşeya navçên Qonyê