Koendama zaûzê ya nêrê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Koendama zaûzê ya nêran

Nêrekoendama zaûzê an jî koendama zaûzê ya nêran (bi înglîzî: male reproductive system)

Koendama zaûzê ya nêran ji komek endamên zaûzê (zayendî) û hin endamên mîzê pêk tê. Endamên zaûzê yê nêran erkên li jêr pêk tînin.

1. Sperm û tovavê berhem dikin, embar dikin û diguhêzînin.

2. Bo pîtîna hêkê, bi avêtinê, sperman vala dikin nav coga zaûzê ya mêyê.

3. Hormonên zayendê berhem dikin û der didin.

4. Herwisa ji laş derkirina mizê jî bi alîkariya van endaman rû dide.

Nêrekoendama zaûzê ji endamên derve û yên navî pêk tê. Çûk, gun û tûrikê gun li derveyê laş de cih digirin. Lûleyên guhêzer,çikildanên tovavê, cogên avêtinê, rijênê prostat, rijênê Cowper û mîzerê di hundirê laş de cih digirin[1]. Bi çalakiya van endaman li mirovê nêr de taybetiya zayendî ya duyem peyda dibe, mirov dikare bikeve nav têkiliya seksî, û bibe xwediye zarokan.

Tûrikê gun[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Tûrikê gun pêkhateyek bi şeweyê kîsik e. Tûrikê gun ji masûlke, bestereşane û çerm pêk tê. Tûrik ji yekbûna du kîsikan peyda dibe. Herdu kîsik li jêrê çûk, li kêleka hev, bi hev re zeliqî nê. Di nav her kîsek de gunek heye[2]. Lûsemasûlkeyên tûrika gun dûrahiya (mesafe) navbera gun û laş rêk dixin. Dema germahiya gun bilind bibe, masûlke xav dibin, tûrik sist dibin û ji laş dûr dikevin. Di sermayê de masûlke girj dibin û tûrikê dişidînin, bi guvaştina tûrikê, gun nêzikê laş dibin ko ji germahiya laş sûd bigirin.

Gun[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Gun
Sperm û hormona testosteron di gun de tên berhemkirin.

Gun cotek endamên zaûzê yê nêran e, sperm û hin hormonên nêrê li vir[3].Gun bi şeweyê helkeyî ne. Dirêjiya her gunek bi qasî 4.5 cm, firehiya wî 2.5 cm û stûriya wî jî bi qasî 3 cm e[2]. Gun ji du beşên serekî pêk tê; spermeborrîk û xaneyên Leydig. Xaneyên Leydig di navbereşaneyê de cih digire, navbereşane (bi înglîzî: interstitial tissue) torek bestereşaneyê ye. Di laşê mirovê bi temenê pêgihîştî de %20ê giraniya gunan ji xaneyên Leydig pêk tê[4]. Navbereşane li gel xaneyên Leydig gellek mûlûleyên xwînê û mûlûleyên lîmfê jî lixwe digire. Hormonên di xaneyên Leydig de tên berhemkirin, bi navbeynkariya van mûlûleyên xwînê belavî laş dibin. %80 giraniya gunan ji spermeborrîkan pêk tê. Ji ber derdana sperm û hormon, gun wekî rijênê zaûzê tê navkirin. Çalakiya gunan bi hankirina du hormonên hîpofîzê; hormona FSH û hormona LH ve dest pê dike[5]. Ev herdu hormon li gor bandora wan a li ser laşê mêyan hatine navkirin, lê pêkhateya wan a kîmyayî di laşê nêran de jî heman e[6]. Li gel FSH, hormona testosteron jî bondor li ser geşebûn û dabeşbûna xaneyên bineretî yên sperm dike[4]. Taybetiyên zayendî yên duyem (bi înglîzî: secondary sexual characters) ên nêran bi bandora hormona testosteronê, di dema herzekariyê (temenê pêgihîştinê) (bi înglîzî: puberty) peyda dibin. Testosteron xaneyên armanc de çêbûna proteînan han dike, bi çêbûna proteînan jî di laşê nêran de guherîn rû dide. Ev rewş dibe sedema peydabûna taybetiyên zayendî yên duyem[7].

Sperm[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Sperm
Sperm bi spermatogenezê tên çêkirin.
Bi dabeşbûna miyozê çar sperm çê dibin.

sperm an jî tov (bi înglîzî: sperm) xaneya zayendî ya nêran e bo pîtina hêkê. Sperm li gunan, di dîwarê spermeborrîkan de, ji xaneyên çêkerên sperm (bi înglîzî: germ cells /spermatogonia) bi dabeşbûna miyozî peyda dibin. Dîwarê borrîkên sperm ji du cor xaneyên sereke; ji xaneyên çêkerê sperm û xaneyên Sertolî pêk tê. Xaneyên Sertolî xaneyên palpişt in. Xurek û madeyên pewîst dabîn dikin bo xaneyên çêkerê sperm. Xaneyên çêkerê sperm, xaneyên bineratî yên sperm in û dîploîd in, bi dabeşbûna miyozê spermên haploîd çê dikin[8]. Mirovek nêr dikare rojê bi qasê 100 heta 300 milyon sperm berhem bike û berhemkirina spermê heta dawiya jiyana xwe bidomîne[9]. Ji xaneyên dîploîdî bi dabeşbûna miyozî, diristkirina sperman wekî spermatogenez (bi yewnanî: spermatogenesis) tê navkirin. Spermatogenez bi dabeşbûna mîtozî ya xaneyên çêkerê sperm dest pê dike. Xaneyên çêkerê sperm dîploîd in. Bi dabeşbûnê, hê pirtir xaneyên çêker peyda dibe, hin ji van xaneyan diperisin û wekî spermatosîtên yekem tên navkirin. Spermatosîtên yekem bi miyoza yekem dabeşê du xaneyên haploîdî dibin. Ev herdu xane, wekî spermatosîtên duyem tên navkirin. Bi miyoza duyem ji her spermatosîtek duyem du xane, bi tevahî çar xane peyda dibe. Ev herçar xane êdî wekî spermatîd tên navkirin. Spermatîd diguherin û dibin sperm[10].

Spermê pêgihîştî ji sê beşan pêk tê; ser,navendeparçe û kilik.

Navika xaneya spermê, li serê spermê de cih digire. Kîsikek pan li ser beşa peşî ya ser de cih digire, ev pêkhate wekî akromozom tê navkirin. Akrozom ji bo hêsankirina pîtîna hêkê enzîmên taybet lixwe digire[11]. Navendeperçe beşa qoçekî ya bi dirêjiya 5 heta 9 mîkron û gellek mîtokondrî lixwe digire. Kilik an jî doçik pêkhateya bi şeweyê qamçî ye, dirêjiya kilikê 40 heta 50 mîkron e[7]. Bi çerixîna kilikê sperm dilive û di nav tovavê (bi înglîzî: semen) de ber bi hêkê avjenî dike[12].

Aloze[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Aloze
Perisîn û embarkirina sperman di alozeyê de rû dide.

Aloze (bi înglîzî: epididymis) giloka borrikeyek dirêj û li hev pêçayî ye, taybet e bo endamê zaûzê yê nêran. Alozê ji giloka borrîkê pêk tê. Aloze li ser aliyê rûyê paşê gunan de cih digire[12].

Her alozeyek ji sê beşan pek tê; ser, ten û kilik.

Ser, beşa herî jor û ya herî gir a alozeyê ye, li aliyê jorê gun de cih digire. Ten li aliyê pişt gun ve girêdayî ye û ji jor heta jêrê gun dirêj dibe. Kilik beşa herî biçûk a alozeyê ye, li hêla jêrê gun de cih digire û bi gun ve girêdayî nin e. Di beşa dawî ya kilikê de aloze ji gun cihê dibe û êdî wekî lûleya guhêzer tê navkirin. Perisîn û gehîştina sperman di serî û tenê alozêyê de rû dide. Sperm di kilik de tên embarkirin[13].Spermên negihîştî û nelîvbar ji spermeborrikan derbasî nav alozeyê dibin û li wir diperisîn[9]. Dema avêtinê (bi înglîzî: ejaculation) ji herdu alozeyan, sperm ber bi lûleya guhêzer ve tên paldan[10].

Lûleya guhêzer[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Lûleya guhêzer

Lûleya guhêzer an jî coga guhêzer (bi latînî: vas deferens an jî ductus deferens) navê borriyên masûlkî ye di navbera alozeyan û mîzerê de. Du erkên lûleya guhêzer heye; embarkirina sperman û guhêztina sperman[14]. Ji her gunek lûleyek guhêzer dirêj dibe, ango di laşê mirovê nêr de du lûleyên guhêzer heye. Spermên ji alozeyê derdikevin, dikevin nav lûleya guhêzer[8].Lûleya guhêzer borriyek bi dirêjiya 50 cm ê, ji alozeyê di nav bendikê gunê (bi înglîzî: spermatic cord) de ber bi jor dirêj dibe, di nav zikekelênê de ji bendikê gunê cihê dibe, li ser mîzdankê derbas dibe û li paş mîzdankê ber bi jêr dirêj dibe, digihîje coga avêtinê[11]. Herdu cogên avêtinê di nav rijênê prostad de bi mîzerêyê ve girêdayî ne[15].Sperm ji ber çalakiya lûsemasûlkeyên lûleya guhêzer, ber bi mîzerê tên paldan. Vazektomî (bi înglîzî: vasectomy) corek niştergerî ye bo rêgirtina ducaniyê. Di nêran de lûleyên guhêzer tên birîn û girêdan bi vî awayê avêtina sperman tê rawstandin[3].

Tovav[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Tovav

Tovav, avik an jî tuxmav (bi înglîzî: seminal fluid / semen)[16] têkilek lînceyî û herikbar e ji sperm û şileye pêk tê[8].Spermên nav tovavê ji gunan tê, çavkaniyên şileya tovavê jî çikildana tovavê, rijênê prostat û rijênê Cowper in. Rengê tovavê ji ber derdana rijênê prostatê ye[7]. Tovav şileyek alkalî ya bi pH a 7.5 e[17].%5-10ê tovavê ji xaneyên sperm pêk tê. %60 şileya tovavê ji çikildana tovavê, %30yê şileya tovavê ji rijenê prostatad, rêjeyek pir hindik a şileya tovavê jî ji rijênê Cowper tê derdan[4].Di nav mîzerê de bi girjbûna masûlkeyan, tovav ber bi serê çûk ve diherike û ji çûk dipijiqe, ev kar wekî avêtin (bi înglîzî: ejaculation) tê navkirin. Di dema avêtinê de girjbûna masûlkeyan dibe sedama peydabûna hestê kêfxweşiyê[18].

Erkên serekî yê tovavê;

1. Tovav xurek (xwarin) dabîn dike bo sperman.

2. Tovav bi rêkxistina pHa hawirdorê, di nav mîzerê û endamê zaûzêya mêyan de sperman ji bandora neyînî ya hawirdora asîdî diparêze.

3. Sperm di nav plazmaya tovavê de hê bi hêsantir dilivin û ber bi coga hêkê diherikin.

4. Prostaglandîna nav tovavê girjbûna masûlkeyên malzarokê rêk dixe ko sperman ber bi coga hêkê pal bidin. .

Rijênên coga zaûzê ya nêran[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Gun rêjênê sereke yê koendama zaûzêya nêran e. Lê li coga zaûzê de hin rijenên din jî hene ko tovavê berhem dikin, ji van rijênan re tê gotin rijênên alîkar ên koendama zaûzêya nêran.

Çikildanê tovavê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Çikildanên tovavê

Çikildanê tovavê an jî tovaveçikildan (bi înglîzî: seminal vesicle) cotek rijênên cogedar in di laşê nêran de. Di laşê mirovê bi temenê pêgihîştî de dirêjiya çikildanê tovavê 5-7 cm, firehiya wî 2-3 cm e. Çikildanên tovavê li paş mîzdankê li herdu aliyên rijênê prostat de cih digirin. Her çikildanek ji aliyê serê jêr ve bi cogek kurt ve girêdayî ye, ev cog wekî coga avêtinê (bi înglîzî: ejaculatory duct) tê navkirin. Coga avêtinê bi lûleya guhêzer ve girêdayî ye[2]. Şileya çikildana tovavê şileyek tîr û lîncî ye, gellek fruktoz, asîda sîtrîk, proteîn, prostoglandîn û fîbrînojen lixwe digire. Şileya çikildanên tovavê bi navbeynkariya coga avêtinê tevlê spermên nav lûleya guhêzer dibe û ber bi rijênê prostatê ve tên guhêztin.Şileya çikildana tovavê şileyek alkalî ye, ango asta pH a şileyê bilind e. Paşmayiyên asîdî yên li nav mîzerê û nav coga endama zaûzêya mê, bi navbeynkariya vê şileyê tên nêtarkirin[14].

Gun rêjênê sereke yê koendama zaûzêya nêran e. Rijêanên din wekî rijênên alîkar tên navkirin.

Prostat[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Prostat

Prostat an jî rijenê prostat (bi înglîzî: prostate gland) rijênê nêrekoendama zaûzê ye. Ango prostat rijênek taybete bo mêran. Rijênê prostat derdanên xwe bi navbeynkariya cogikan rasterast der dide nav mîzerêyê[11].Rijênê prostat ji lûsemasûlke û şaneya derdanê pêk tê[3]. Ji bo avêtinê, hêza serekî ya bo paldana sperm û tovavê, ji lûsemasûlkeyên prostatê tê bi destxistin. Di nav şileya prostatê de ji bo destxistina ATP, asîda sîtrad heye[14]. Herwisa şileya prostatê hin enzîm û dijepeydaker (bi înglîzî: antigen) taybet jî lixwe digire[3]. Şileya prostatê alkalî ye, ango pH a wê ji 7ê zêdetir. pH a bilind a şileya prostatê, asîdiya mîzerê ya nêrê û asîdiya zêyê (vajîna) kêm dike, bi vî awayê ji bo sperman hawirdora guncav peyda dibe[6].Di dema avêtinê de masûlkeyên guşer (bi înglîzî: sphincter muscle)ên prostat û mîzdankê, coga mîzerêyê heta mîzdankê digirin, bi girtina coga mîzerêyê rê li ber sperm û tovavê tê girtin ko ber bi nav mîzdankê neherikin. Dema mîzkirinê, masûlkeyên prostatê, cogên tovavê digirin nahêlin mîz tevlê tovavê bibe[19]. Ango di laşê mirov de avêtin û mîzkirin di heman demê de rû nade. Di temenê kaltiyê de, bi taybetî piştê temenê 60 saliyê prostatê hin mirovan gir dibe û diwerime[9]. prostatê werimî mîzerêyê dişidîne, mîz di nav mîzerêyê de bi dijwarî derbas dibe[17]. Şêrpençeya prostatê yek ji şerpenceyên herî belavî ye di nav zilaman de. Di navbera girbûna prostatê û şêrpenceya prostatê de tu pêwendî nin e. Ango dibe ko prostat gir bibe lê bi şêrpenceyê nekeve[9].

Rijênê Cowper[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Rijênê Cowper

Rijenên Cowper cotek rijênên biçûk in, di bin prostatê li herdu aliyên mîzerê de cih digirin[12]. Derdana rijenê Cowper şileyek bêreng, tîr û şor e[9]. Şileya rijenê Cowper, şileyek alkalî ye[18]. Şileya Rijenê Cowper madeyek lîncî ye, di nav zêyê(vajîna) de xilîskîna çûk hêsantir dike[15]. Rijênê Cowper derdana xwe, berê avêtina tovavê ber dide nav mîzerê, loma hin caran derdana wî wekî pêşavêtin jî tê navkirin. Heke di nav mîzerê de paşmayiyên asîdî yên mîzê mabe, bi derdana rijenê Cowper tê paqijkirin[3].

Çûkê mirov[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Çûkê mirov
Xwîn diherike nav tenê kelenî,qebareya çûk zêde dibe û çûk rep dibe.

Çûk coga herî dawî ye bo derkirina sperm û mîzê. Ango du erkên sereke yê çûk heye; guhêztina sperman ber bi nav coga zaûzê ya mêyê û derkirina mîzê[10].Çûkê mirov ji du beşan pêk te; reg (bi înglîzî:root) û dox (bi inglîzî: shaft)

Regê çûk di nav laş de cih digire û çûkê bi hestiyên rûv ve girê dide. Beşa çûk a li derveyî laş de xuya dibe û dilive wekî dox tê navkirin[2]. Doxê çûkê mirov li gel mîzerê, sê stûnên şaneyên repker ên îsfencî jî lixwe digire[11]. Cotek şaneya repker li herdu aliyê doxê çûk de heta gopika çûk dirêj dibin. Evan pêkhateyan wekî tenên kelênî (bi latînî: corpora cavernosa / yekjimar :corpus covernosum ) tên navkirin[15]. Li bin stûnên tenê kelênî (kelêneten) , stûna tenê îsfencî (bi latînî: corpus spongiosum) dirêj dibe. Kelêneten li kotahiya doxê çûk te bi dawî dibe, lê tenê îsfencî heta gopika çûk dirêj dibe. Beşa mîzerêya nav çûk, bi tenê îsfencî dapoşrav e[10].Gava xwestina seksê (şewhet) (bi înglîzî: sexual arousal ) li mirov zêde dibe, xwînberên çûkê fireh dibin, hê pirtir xwîn diherike nav xwînberan. Kelênên şaneya repker bi xwîna ji xwînberan tijî dibe. Her ko xwîn diherrike nav şaneyê, pestoya xwîna nav şaneyan bilind dibe. Ji ber bilindbûna pestoyê, xwînhêner û xwînhênerokên ko xwînê ji çûk dûr dixin, tên şidandin û girtin, ji ber zêdebûna xwîna nav şaneyên çûkê, qebareya çûk zêde dibe, çûk diwerime û rep dibe. Repbûn û sistbûna çûk di bin kontrola demarekoendama xweyî de rû dide. Hin caran dibe ko di hin mîrovan de, ji ber hin sedeman repbûna çûk têk biçe an jî çûk bi têra xwe rep nebe. Bi gelemperî têkçûna repbûnê di temenê 50 salan şûn de peyda dibe.Ji bo kesên bi pirsgirêka têkçûna repbûne (bi înglîzî: erectile dysfunction) hin derman tên bikaranîn. Viagra yek ji van dermanan e.

Hormonên koendama zaûzê ya nêran[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Perisîn û çalakiya koendama zaûzê ya nêran, ji aliyê sê hormonên sereke ve tê rêkxistin. Testosteron, FSH û LH

Testosteron[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Testosteron
Perisîn û çalakiya koendama zaûzê ya nêran, ji aliyê sê hormonên sereke ve tê rêkxistin.

Testosteron hormonek zaûzê ya nêran e,herî zêde di gunan de tê berhemkirin. Testosteron di xaneyên Leydig de tê berhemkirin[10]. Di destpêka temenê pêgihîştinê de hejmara xaneyên leydig û derdana hormona testosteronê zêde dibe, ev rewş dibe sedema peydabûna taybetiyên zayendî yên duyem û destpêkirina çêkirina sperman[9]. Di dema perisîna korpeleyê de di laşê korpeleya nêr de berhemkirina testosteron girîng e bo çêbûna endamên zaûzê yê nêrê[8].

Taybetiyên reftarî (bi înglîzî: behavioral) û fîzîkî yên ko nêran ji mêyan cuda dikin wekî taybetiyên zayendî yên duyem tên navkirin. Taybetiyên zayendî yên duyem ên nêran bi bandora hormona testosteronê, di dema temenê pêgihîştinê (bi înglîzî: puberty) peyda dibin.

Hormona handerê çikildanê (FSH)[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

FSH ji pila pêş a hîpofîzê tê derdan. FSH bi hevkariya testosteronê, di spermeborrîkan de xaneyên Sertolî han dike ji bo çêbûna sperman. Bi bandora FSH, ji xaneyên Sertolî, hormonek tê derdan, ev hormon wekî hormona inhîbîn tê navkirin. Înhîbîn bandor li ser hîpofîzê dike û derdana FSH ê dide rawestandin. Bi vî awayê derdana testosteron jî tê kêmkirin[9].

Hormona handerê tenê zer (LH)[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Hormona handerê tenê zer jî ji pila pêş a hîpofîzê tê berhemkrin û derdan. LH di gunan de xaneyên Leydig han dike bo berhemkirin û derdana androjenan. Andorojen navê gelemperî ye bo koma hormonên zaûzê yên nêran. Ango androjen li ser girbûn û perisîna koendama zaûzê ya nêran banor dikin. Testosteron androjena herî zêde û ya çalak e di laşê nêran de.

Di laşê mirov de berhemkirina sperm û rêjeya testosteron bi rêka paşragihandina neyînî (bi înglîzî: negative feedback) tê rêkxistin. Dema di xwînê de asta xestiya testosteronê nizim be, ev rewş hîpotalamuse han dike bo derdana hormona derpirandinê (GnRH)[17].Lê heke di xwînê de xestiya testosteron ji asta asayî bilintir bibe, testosteron derdana GnRHê dide sekinandin[5]. Bi rawestîna derdana GnRH, îcar ji hîpofîzê derdana LH û FSH tê sekinandin. Testosteron dikare derdana hîpofîzê bi tena serê xwe jî rawestîne[18]. Hormona inhibin jî derdana FSHê kêm dike. Bi rêka paşargihandina neyînî, di xwînê de xestiya asayî ya FSH û LH tê rêkxistin, bi vî awayê hevsengiya navekî (bi latînî: homeostasis) tê dabînkirin.

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  2. a b c d Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  3. a b c d e Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  4. a b c Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  5. a b Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.
  6. a b Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  7. a b c Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  8. a b c d Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  9. a b c d e f g Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  10. a b c d e Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  11. a b c d Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  12. a b c Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.
  13. Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "epididyme". Encyclopedia Britannica, 22 Jun. 2018, [1]. Accessed 6 December 2021.
  14. a b c Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  15. a b c McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  16. Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "semen". Encyclopedia Britannica, 27 May. 2020, [2]. Accessed 24 November 2021.
  17. a b c Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  18. a b c Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  19. https://www.ncbi.nlm.nih.gov/books/NBK279291/