Por (anatomî)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Ji ber bandora hormona testosteronê bi taybetî rî, simbêl, mûyên li sing, zik, mil û çîpên xortan hê pirtir diguherin û dibin mûyên mayînde.

, qij, pirç an jî pûrt beşekî ji poşerekoendama (bi îngilîzî: integumentary system) laşê mirov e.

Mû bi eslê xwe taya proteîna keratînê ye ko ji epîdermîsê dirêjê derva dibe. Heke ev tayên keratînî li ser çîp, zend, dest, mil an jî li ser zik û pişta mirov be, navê wî mû ye. Lê li hin deverên Kurdîstanê, ji boy koma van mûyên laş, peyva pirç jî tê bikaranîn. Herwisa mûyên laşê ajalan jî wekî pirç an jî pûrt tê navkirin. Komên mûyên laş, li gor cih û erkê xwe tên navkirin. Koma mûyên serê mirov wekî por, mûyê li ser lêva jorîn wekî simbêl, mûyê li rûyê mirov wekî rî, mûyên palikên çav wekî bijang, mûyên jorê çav jî wekî birû tên navkirin. Herwisa koma mûyên li derdora endamê zawzê (zayend) jî wekî rêv tê navkirin. Gava mirov digihêje temenê pêgihîştinê (bi îngilîzî: puberty), ango devrûberê salên 12-14 yê, di laşê mirov de rêv dirêj dibe. Berê temenê pêgihîştinê, mûyên laşê kur û keçan bê reng e, mîna hirî nerm e, zirav û kin e. Piştê temenê pêgihîştinê ji ber hormonên nêrî (androjen), bi taybetî ji ber hormona testosteronê, mûyê laşê xortan diguhere, dirêj dibe, melanîn û stûriya mû zêde dibe, dibin mûyên mayînde (bi îngilîzî: terminal hair)[1]. Bi taybetî rî, simbêl, mûyên li sing, zik, mil û çîpên xortan hê pirtir diguherin û dibin mûyên mayînde. Di laşê keçan de mêjera testosteronê pir hindik e[2], loma ji xeynî mûyên binçeng û rêv bi gelemperî, mûyê laşê wan lawaz dimîne.

Pêkhateya taya mûyê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Taya mûyê ji xaneyên keratînî yên mirî pêk tê û dabeşî du beşen sereke dibe; rega mûyê û doxa mûyê .

Rega mûyê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Beşa mûya nav çikildanê wekî rega mûyê tê navkirin. Taya mûyê ji çikildana mûyê peyda dibe. Xaneyên epîdermîsê di nav xaneyên dermîsî de dirêj dibin û kîsikok çê dikin ji van kîsikokan re tê gotin çikildana mûyê. Beşa mûyê ya di nav çikildanêde dimîne, zindî ye. Rijênên çewriyê jî bi çikildana mûyê ve girêdayî ne, rijên çewrî der didin nav çikildanê[3]. Yek ji karê sereke yê mûyan hestkirin e. Derûdora hemû çikildanên mûyê bi demarên hestê dorpêçî ye. Pestan û berkewtin (temas) a doxa mûyan ji aliyê van hestedemaran ve tê wergirtin [4]. Rega (kok) mûyê heta jêrê çîna dermîsê dirêj dibe, kotahiya rega mûyê, pîvazoka mûyê ye. Pîvazoka mûyê xaneyên binçîne lixwe digire. Xaneyên binçîne xaneyên bineratî ne, bi dabeşbûna mîtozî xaneyên nû çê dikin. Beşa pîvazokê ya xaneyên binçînê tê da ne, wekî matrîks tê navkirin. Matrîks ji xaneyên rûkeşeşeneyê (epitelî)û xaneyên melanînê (melanosît) pêk tê. Xaneyên rûkeşeaneyê di matrîksê de dabeş dibin, bi vî awayê mû peyda dibe[5]. Di binê çikildanê de pêkhateyek heye bi navê goçkeya mûyê. Pîvazoka mûyê, goçkeya mûyê dorpêç dike. Goçkeya mûyê ji bestereşaneyê, girêkên mûlûleyên xwînê û demarên hestê pêk tê. Goçke bi şeweyê helkeyî ye[3].

Taya mûyê ji du beşên sereke pêk tê, rega mûyê û doxa mûye.

Doxa mûyê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Beşa mûya li dervayê çikildanokê wekî doxa mûyê (bi îngilîzî: hair shaft) tê navkin. Doxa mûyê ji çîna epîdermîsê dest pê dike ber bi rûyê dervayê çerm, dirêjê dervayê laş dibe. Ango mûyê li ser rûyê çerm ve xuya dibe, bi eslê xwe beşa doxa mûyê ye. Xaneyên binçîne yên pîvazoka mûyê, dabeş dibin û xaneyên nû ji rega mû ber bi doxa mûyê tên paldan. Li nav xaneyan de keratîn berhev dibe, xane dimirin û li ser hev rêz dibin[6], bi vî awayê doxa mûyê peyda dibe.

Panî birgeha doxa mûyê ji sê beşên sereke; kirok, tûkil û kutîkil pêk tê.

Kirok beşa heri navi ya doxa mûyê ye. Kirok bi çîna tûkilê dorpêçî ye. Beşa herî derva, ji çînêk zexm a xaneyên keratînî yên dewisandî pêk tê û wekî kutîkil (bi îngilîzî: cuticle) tê navkirin. Ji van çînan, çîna kirok di pêkhateya hemû mûyan de cih nagire, hinek mû tenê ji du çînan pêk tên. Beşa mûyê li jorê çerm bi tevahî ji keratînê pêk tê û mirî ye. Loma kurkirina por an jî rî û simbel tu ziyan nade pêkhateya mûyan. Heta ko ziyan negihîje pîvazoka mûyê, piştê kurkirinê mû ji nû ve dirêj dibin[7].

Reng û şêweyê taya mûyê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Rengê por û mûyan bi navbeynkariya zanyariya bomaweyî(genetîk), li gor mêjer (miqtar) û cora melanîna nav xaneyan diyar dibe[7]. Her ko ji xêza ekvatorê ber bi cemsera bakûr ve diçe, rengê mûyên mirovan ji reş ber bi zer û spî diguhere û çûr dibe. Her wisa rengê porê mirov li gor temenê mirov jî diguhere. Bi gelemperî piştî temenê 40 saliyê, di laşê mirov de melanîna xaneyên mûyan kêm dibe û li dewsa melanînê, bilqên (peq) hewayê dikeve nav xaneyan, loma porê mirov spî dibe. Ango spîbûna mû, ji ber kêmbûna melanîna nav xeneyên mûyê ye[8]. Herwisa tirojên rojê jî bandor li ser rengê mûyan dike, melanîna mûyan kêm dibe.

Şeweyê mû ji aliyê pêkhate û şeweyê tûkil û kiroka doxê mûyê ve tê diyarkirin. Şêwe û pêkhateya tûkil û kirok jî ji aliyê şêweyê çikildana mûyê ve tê diyarkirin. Ango ji ber şêweyê çikildana mûyê, hin mirov bi porê kurişkî (lûlî) (bi îngilîzî: curly hair), hin jî bi porê rast (xav) (bi îngilîzî: straight hair) in[3].

Sûra (Çerx) jiyana taya mûyê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Bi dabeşbûna xaneyên keratînî yên binçîneya pîvazoka mûyê, dirêjbûna mû jî dest pê dike. Bi zêdebûna xaneyên nû, doxa mûyê ji çikildanê ber bi rûyê çerm ve tê tehnkirin (paldan). Gava doxa mûyê li ser rûyê çerm xuya dibe, keratinîbûna xaneyan jî diqede û xane dimirin. Bi vî awayê rûyê dervayê doxa mûyê bi qata keratînê tê pêçandin. Xaneyên mirî bi şeweyê taya mû ber bi jorê çerm ve tên paldan , dawiya dawî ji rûyê çerm diweşin. Li dewsa xaneyên weşiyayî, di çikildanokê de xaneyên nû tê çêkirin. Çêbûn, dirêjbûn û weşîna taya mûyê, wekî sûra (çerx) jiyana taya mûyê tê navkirin.

Sûra jiyana tayek mûyê di 3 qonaxên serekê de rû dide.

Qonaxa anajen (bi îngilîzî: anagen phase)[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Di vê qonaxê de xaneyên çikildanê bi lez dabeş dibin, rega mûyê dirêj dibe. Bi vî awayê doxa mûyê ber bi jorê çerm ve dirêj dibe.

Qonaxa katajen (bi îngilîzî: catagen phase)[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Qonaxa katejen, qonaxek temen kin e. Di qonaxa katejenê de çikildan piçek piçûk dibe û ji goçkeya mûyê diqete. Loma mû ji xaneyên bineratî û lûleyên xwînê dûr dikeve, destpêkirina vê qonaxê, dirêjbûna mûyê dide sekandinê.

Qonaxa telojen (bi îngilîzî: telogen phase)[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Qonaxa bêhnvedanê ye. Mû di vê qonaxê de dirêj nabin, lê bi gelemperî naweşin jî. Heta ko qonaxa anajen a nû dest pê bike, mû di qonaxa telojenê de dimîne. Gava di çikildanê de mûyek nû dirêj dibe, ango qonaxa anajen dest pê dike, mûya nû, mûya di qonaxa telojenê ber bi jorê çerm ve têhn dide, bi vî awayê mûya kevn diweşe. Li ser çermê kiloxê mirov de bi qasî 300 000 tayên por heye. Ji porên asayî, bi gelemperî rojê 100-150 tayên por diweşe[3].

Di rewşa asayî de li derûdora %90ê çikildanên mûyê di qonaxa anajenêde ne. Bi qasî % 10- 14yê çikildanan di qonaxa telojenê de, % 1-2yê çikildanan jî di qonaxa katajenê de ne.

Dirêjiya sûra jiyana mûyê, li hemû beşên laş de ne yek e. Wekî mînak; sûra mûyên birû 4 meh, ya mûyên kiloxê (por) 3- 4 sal didome. Tayên mû di qonaxa anajen de dirêj dibin. Maweya qonaxa anajenê ya tayên porê li gor tayên mûyên birûyê gellek dirêj e, loma tayên porê ji mûyên birûyê dirêjtirin[3].

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. Testosterone) mûyê lalşê xortan diguhere, dirêj dibe, melanîn û stûriya mû zêde dibe(Randall VA. Androgens and hair growth. Dermatol Ther. 2008 Sep-Oct;21(5):314-28. doi: 10.1111/j.1529-8019.2008.00214.x. PMID: 18844710
  2. ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Androgen [1]
  3. a b c d e Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.
  4. ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Hair [2]
  5. Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  6. Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  7. a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  8. Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.