Îbn Sîna
Ebû Elî el-Huseyn ibn Ebdullah ibn Sîna | |
---|---|
Navê rastî | ابو علی الحسین ابن عبدالله ابن سینا |
Jidayikbûn | 980 |
Mirin | 21ê hezîrana 1037an Îran / Hamedan |
Esil | Faris |
Pîşe | felsefe, matematîk, astronomî, fizîk, kîmya, bijîşkî û muzîk |
Serdem | Serdema Zêrîn a Îslamê |
Bandorbar | Arîstoteles, Hîpokrat, Dînewerî, Bîrûnî, Kîndî |
Bandorker | Şihabedînê Suhrewerdî, Omer Xeyam, Nesîredînê Tûsî, Albertus Magnus |
biguhêre |
Îbn Sîna an jî Ebû Elî el-Huseyn ibn Ebdullah ibn Sîna (bi latînî: Avicenna, bi farisî û erebî: ابو علی الحسین ابن عبدالله ابن سینا Abū Alī al-Husayn ibn Abdullāh ibn Sīnā) fîlozofekî navdar di beşên, felsefe, matematîk, astronomî, fizîk, kîmya, bijîşkî û muzîkê de xebatên girîng kiriye. Wî hewl daye ku felsefeya Arîstotelês di çarçoveya misilmantiyê de şîrove bike.[1]
Li Ewropayê bi navê Avicenna (Avîsena) tê naskirin.
Îbn Sîna di tirmiha 980an de li Afşena gundekî Herîsa, li herêma Xorasanê hatiyê dinê û li 21 hezîranê sala 1037an de li Hamedanê çûye ber dilovaniya xwedê. Bavê wî ji bajarê Belxê bû ye û di dema Keyetiya Nûh Mansûr çûye Buxarayê.
Îbn Sîna, pêşî ji bavê xwe û şûnde jî ji zanistên navdar Natîlî û Îsmaîl dersên mentiq, matematîk û astrolojiyê girtine. Wî di 7 saliya xwe de, pirtûka misilman an Quranê ji ber kiriye. Ew demekê di beşa bijîjkiyêde li ser sedemên belavbûna naxweşiyan xwebitî û li ser tedawiya wan sekinî.
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Elqanûn fî't-tib
- Kîtabu'l-Necat
- Risale fî Ilmî'l-exlaq
- İşarat we'l-Tembihat
- Kitabu'ş-şîfa
Pirtûkên Îbn Sîna yên dinê jî li ser metafizîk, matematîk û astronomiyê ne.[2]
Galerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Destnivisa Îbnî Sîna a Elqanûn fî't-tib
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Avicenna | Biography, Books, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2023.
- ^ http://thenewmedicine.org/timeline/persian_medicine
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Gotara Îbnî Sîna û Spînoza - Ji Malpera Felsefevan Girêdana arşîvê 2016-03-14 li ser Wayback Machine
- Îbnî Sîna – 980-1037 - Ji Malpera Felsefevan Girêdana arşîvê 2016-03-13 li ser Wayback Machine
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |