Rudolf Eucken

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Rudolf Eucken

Rudolf Christoph Eucken (* 5'ê rêbendanê 1846 li Aurich (Ostfriesland); † 14'ê rezberê 1926 li Jena) nivîskar û fîlozofekî Alman bû û di sala 1908'î de Xelata Nobelê ya wêjeyê wergirt.

Jiyan[biguherîne]

Lawê postagerekî bû. Xwandina fîlozofiyê bidawîdike. Li gelek bajaran di dibistana amadeyî de dersên fîlozofiyê dide. Gelek zanîngeh dixwazin ew ji wan re bixebite. Payeya ordînaryûsê jî didinê. Ew bixwe qîmetê dida jiyana derûnî û wateya wê. Ew yek ji îdealîstên mezin ê dema xwe bû. Bawerî bi hebûna Xwedê û pêşketina zanistiyê dianî. Ji bo îdealîstan ev tiştekê nû bû. Ango mirov him bi sazûmaniya Xwedê bawerbike û him jî bi zanistiyê, wekî nakokî dihate dîtin. Lê Eucken ji ya xwe nehate xwarê û gorî gelek zanyaran wî roleke mezin di warê azadiya fîlozofiyê de dilîst. Sala 1882'î dizewice. Sê zarokên wî çêdibin ku ew jî di bin bandora azadramaniya bavê xwe de, bipêş dikevin. Kîmyager Arnold Eucken (1884-1950) û aborînasê neteweyî Walter Eucken (1891-1950) kesên navdar ên dema xwe bûn. Eucken di jiyana xwe de bi taybetî ji aliyê Marksîstan ve bi neheqî gelek hatiye acizkirin û rexnekirin. Erê ew îdealîst bû û gorî hinekan xurkirina îdealîzmê mirovahî paşdedibir jî ew ne egosantrîk û ezeperest bû. Baweriya mirov guherbar û bêhêz bû. Mirov diviyabû pişta xwe bidaya kendalekî zexm ku ew jî sazûmaniya Xwedê bû.

Berhemên wî[biguherîne]

  • Die Methode der aristostelischen Forschung - Rêbaza lêkolîna Arîstoyî, 1872
  • Geschichte und Kritik der Grundbegriffe der Gegenwart - Termên demane yên bingehîn î dîrok û rexneya wan, 1878
  • Geschichte der philosophischen Terminologie - Dîroka termînologiya fîlozofiyê, 1879
  • Die Lebensanschauungen der großen Denker - Xwiyîna jînenîgariya fîlozofên mezin, 1890
  • Der Kampf um einen geistigen Lebensinhalt - Şerê wateya jiyaneke watedar, 1896
  • Der Wahrheitsgehalt der Religion - Rastî anîna ol, 1901
  • Grundlinien einer neuen Lebensanschauung - Riyên xwiyînên jiyaneke nû, 1907
  • Philosophie der Geschichte - fîlozofiya dîrokê, 1907
  • Geistige Strömungen der Gegenwart - Pêlên watedar ên demê, 1908
  • Der Sinn und Wert des Lebens - Wate û nirxê jiyanê, 1908
  • Present-day Ethics in their Relation to the Spiritual Life , 1913
  • Die Träger des deutschen Idealismus - Bargirên îdealîzma Alman, 1915
  • Die geistesgeschichtliche Bedeutung der Bibel - Serpêhatiya watedariya Mizgînê, 1917
  • Deutsche Freiheit. Ein Weckruf - Serxwebûna Alman. Hişyarkirek, 1919