Here naverokê

Dewleta Filistînê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji bo maneyên din li Filistîn binêre.
دولة فلسطين Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dewleta Filistînê
دولة فلسطين Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ala Mertal
Sirûd: Fida'i, Sirûda neteweyî ya Îraqê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dewleta Filistînê li ser nexşeyê
Map
Paytext
32°0'0"Bk, 35°15'0"Rh
Zimanên fermî
Zimanên tên bikaranîn
  • Samaritan Hebrew
  • South Levantine Arabic
  • Modern Standard Arabic
  • Bedawi Arabic
  • Samaritan Aramaic Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rêveberî komara parlamenter Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokdewlet Mahmoud Abbas (Fatah, Yaser Erefat, 2, president of the State of Palestine, 2005–), Yaser Erefat (Fatah, 1, Mahmoud Abbas, president of the State of Palestine, 1989–2004) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokwezîr Mohammad Shtayyeh (Rami Hamdallah, 7, 2019–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Avakirin
 •  Dema avakirinê 15 çiriya paşîn 1988 (Palestinian Declaration of Independence) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Rûerd 6020 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
 •  Giştî 5.227.193 (2021) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Demjimêr
Hatûçûna ajotinê
  • right Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koda telefonê +970
Malper
https://president.ps/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Filistîn, bi fermî Dewleta Filistînê (bi erebî: دولة فلسطين, romanîzekirin: Dawlat Filasṭīn), welatek li başûrê herêma Şamê a rojavayê Asyayê ye ku ji 193 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî 145 jê hatiye naskirin. Filistîn ji du herêman pêk te; Urduna Rojava û şirîta Xezeyê ya ku ji aliyê Îsraêlê ve hatiye dagirkirin. Welat piraniya sînorên xwe bi Îsraêlê re parve dike û ew li rojhilatê Urdunê û li başûrrojavayê bi Misir re hevsînor e. Rûbera wê ya giştî 6.020 kîlomêtre çargoşe ye û nifûsa welêt ji pênc milyon kesan derbas dibe. Paytexta wê ya îlankirî Orşelîm e dema ku Ramella wekî navenda wê ya îdarî kar dike. Bajarê Xeza heta sala 2023 bajarê wê yê herî mezin bû.[1][2]

Li ser xaçerêyek parzemînî, herêma Filistînê ji hêla împeratoriyên cihêreng ve hate rêvebirin û ji kevnariyê heya serdema nûjen guheztinên demografîk ên cihêreng dît.[3][4][5] Pevçûnên berdewam ên Îsraêl û Filistînê vedigere ji bilindbûna tevgera siyonîst û koçberiya cihûyan bo herêmê,[6] ku ji hêla Keyaniya Yekbûyî ve di dema Şerê Cîhanî yê Yekem de piştgirî bû. Filistîn di bin sîwana Cemiyeta Miletan de ye.[7] Di vê serdemê de koçberiya cihûyan a mezin ku ji hêla rayedarên brîtanî ve hatî destûr kirin, bû sedema zêdebûna alozî û tundûtûjiyê bi nifûsa erebên filistînî yên herêmî re. Di sala 1947an de, Brîtanyayê ev mijar radestî Neteweyên Yekbûyî kir ku plana dabeşkirinê, ji bo du dewletên serbixwe yên ereb û cihû û saziyek serbixwe ji bo Orşelîmê pêşniyar kir,[8] lê şerekî navxweyî dest pê kir, û ev plan nehat bicîhanîn.[9]

Şerê Filistînê ya sala 1948an bi zorê jicîhûwarkirina piraniya nifûsa wê ya erebên filistînî û di encamê de jî avakirina dewleta Îsraêlê ku Filistînî jê re dibêjin Nakbe (paqjikirina etnîkan), dît. Di Şerê Şeş Rojan de di sala 1967an de, Îsraêl Ûrdûna rojava û şîrita Xezayê ku di destê Ûrdûn û Misirê de bûn, dagir kir. Rêxistina Rizgariya Filistînê (RRF) di sala 1988an de serxwebûna Dewleta Filistînê ragihand. Di sala 1993an de, rêveberên RRFê peymana aştiyê ya Osloyê bi hikûmeta Îsraêlê îmze kir û bi rêya Rêveberiya Filistînê (RF) li Urduna rojava û şîritiya Xezayê rêveberiyeke sinordar a RRF ava kir. Di sala 2005an de Îsraêl bi vekişîna xwe ya yekalî ji şirîta Xezayê vekişiya, lê ev herêm hîn jî di bin dagirkeriya leşkerî de ye û ji aliyê Îsraêlê ve hatiye dorpêçkirin. Di sala 2007an de, nakokiyên navxweyî yên di navbera aliyên siyasî yên Filistînê de, bû sedema kontrolkirina zîvala Xezayê ji aliyê Hemasê ve. Ji wê demê ve, beşê rojava beşek ji aliyê RFê ye û bi pêşengiya Fetih ve tê birêvebirin, lê zîvala Xezayê jî di bin kontrola Hemasê de maye. Îsraêl ji sala 1967an vir ve li herêmên dagirbûyî yên Filistînê wargehên mezin ava kirine, ku niha zêdetirî 670 hezar rûniştvanên Îsraêlî li wargehên Îsraêlê li Urduna rojava dijîn, ku li gorî hiqûqa navneteweyî neqanûnî ne.

Heya niha kêşeyên herî mezin ên li ser welêt, dagirkirina hikûmeta Îsraêlê, dorpêçkirin, sînordarkirina liv û tevgerê, niştecîhiyên îsraêlî û tundûtûjiya niştecihan, û herwiha rewşa ewlehiya giştî ya xirab e. Pirsên sînorên Filistînê, statûya Qudsê ya qanûnî û dîplomatîk û mafê vegerê yê penaberên filistînî bêçare mane. Tevî van pirsgirêkan, welat aboriya pêşkeftî diparêze û tûrîzmê pir caran dibîne. Erebî zimanê fermî yê welêt e. Piraniya Filistîniyan dînê Îslamê bawer dikin û di hindik hejmaran Xristiyan jî hene. Filistîn di heman demê de endamê çend rêxistinên navneteweyî ye, ji wan Yekîtiya Erebî û Rêxistina Hevkariya Îslamî. Ji sala 2012an ve dewleteke ne-endam a Neteweyên Yekbûyî ya çavdêr e.[10][11][12][13]

Nexşeya herêma Şamê di sala 1545an û Filistîn li çepê jêr (zer).

Vekişîna osmaniyan û hatina brîtanyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî encamdana Şerê Cîhanî yê Yekem, di navbera Împeratoriya Osmanî û dewletên ewropî de Peymana Versayê hatiye destnîşankirin. Bi dûçûna vê peymanê Osmanî dê serxwebûna dewletên ereb bi şerta mandatiya Fransa û Înglistanê dê qebûl bike. Li sala 1922an de di Cemiyeta Netewan de ev mafên van dewletan hatin pejirandin. Bi dûçûna vê rêkeftinê Iraq û Filistîn dê di bin berpirsiyariya Brîtanyayê de, Libnan û Suriye jî dê di bin berpirsiyariya Fransa de be. Jixwe hîngê herêma Filistînê ji Îsraêl, Urdunê û Şerîta Xezeyê muteşekkîl bû.

Koçberiya mezin a cihûyan û dêstpêkirina pevçûn

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Filistînê hindî ku hatina cihûyan zêde dibû, nerazîbûnên ereban jî zêde dibûn. Bi rêberiya Muftiyê Qudsê Emîn El-Huseynî têkoşîna çekdarî li dijî rêvebirina Brîtanyayê û cihûyan pêkhat. Li sala 1937an de li Brîtanyayê Komîsyona Peel biryarên nû hilgirtin. Bi dûçûna van biryaran li Filistinê dê du dewlet bên avakirin yek ya ereban yek jî ya cihûyan. Ev ji bo cihûyan pêngaveke baş bû. Lê ereban ev yek qebûl nedikir. Di sala 1939an de jî Hikûmeta Brîtanyêyê biryarên nû wergirtin. Bi dûçûna van biryaran li Filistînê hikûmeteke ereb dê were avakirin û hatina cihûyan bo Filistînê dê were kêmkirin û kontrolkirin. Lê ev biryar jî ji aliyê cihûyan ve nehate pejirandin û cihûyan jî dest bi têkoşîna çekdarî kir.[14]

Di sala 1947an de Brîtanyayê pirsgirêka Filistin û Îsraêlê bir ber hizûra Neteweyên Yekbûyî. Neteweyên Yekbûyî ji bo herêmê planek amade kir û di çiriya paşîn a 1947an de hatiye pejirandin. Lê ev plan ji aliyê dewletên ereb û nûnerên filistînî ve hatin redkirin. Di 14ê gulana 1948an de Brîtanyayê biryar da ku hemî hêzên xwe ji Filistînê bikêşe. Di heman rojê de civaka cihûyan serxwebûna dewleta Îsraêlê daxuyandin. Ev biryar ji aliyê Rûsya û Amerîkayê hevdem hatiye nasîn. Li ser biryara civaka cihûyan; hêzên leşkerî yên Misir, Urdun, Iraq, Sûriye û Libnanê dest bi hereketê kirin û ber bi axa Filistînê ve çûn. Lê Îsraêl di vî şerî de serketîtir bû, gelek axa Filistinê ji dewletên ereb standin. Di serêsala 1949an de di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî di navbera Îsraêl û dewletên ereb de hevpeymanên berdana çekan hatiye kirin. Nêzîkî %75 axa Filistinê ma di nav dewleta Îsraêlê de, ji Xezeyê bigire heta sinorê Misirê jî ber dewleta Misirê ket, axa mayî jî Urdunê stand. Quds jî di navbera Urdun û Îsraêlê de hatiye parvekirin.[15]

Di sala 1964an de bi alikariya dewletên ereb, Rêxistina Rizgariya Filistînê (RRF) hatiye avakirin. Têkiliya vê rêxistinê gelek bi Misirê ve hebû. Rêxistineke din bi navê El-Fetîh jî hatiye avakirin lê ti têkiliya vê rêxistinê bi dewletên ereb tinebû. Lê piştî salên 1969an de kontrola Rêxistina Rizgariya Filistînê ket bin destê El-Fetîhê de û El-Fetîhê dest bi çalakiyên gerîllayî kirin. Her wisa bi alikariyê Misirê di navbera Libnan û RRFê de peymanek hatiye destnîşankirin. Bi dûçûna vê hevpeymanê RRF dê li başûrê Libnanê bi azadî bikare tevbigere. Ev biryare ji têkiliyên Îsraêl û Libnanê jî dê bibe pirsgirêkek mezin.

Nifûs li gorî salan
SalNifûs±%
20144.550.368—    
20174.684.777+3,0%
20215.227.193+11,6%
Çavkanî: Li ser Wîkîdaneyê bibîne Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  1. ^ "Israel-Hamas War | Explanation, Summary, Casualties, & Map | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 6 îlon 2024. Roja gihiştinê 6 îlon 2024.
  2. ^ Human Rights Watch (11 kanûna paşîn 2024). Israel and Palestine: Events of 2023 (bi îngilîzî).
  3. ^ Gil, Moshe (27 sibat 1997). A History of Palestine, 634-1099 (bi îngilîzî). Cambridge University Press. ISBN 978-0-521-59984-9.
  4. ^ "Palestine | History, People, Conflict, & Religion | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 28 tebax 2024. Roja gihiştinê 6 îlon 2024.
  5. ^ Web-Arabic, D. P. I. "The Palestine Question: A Brief History". Question of Palestine (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 6 îlon 2024.
  6. ^ Tahhan, Zena Al (29 çiriya pêşîn 2017). "More than a century on: The Balfour Declaration explained". Al Jazeera (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 îlon 2024.
  7. ^ "The British Army in Palestine | National Army Museum". web.archive.org. 1 kanûna paşîn 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 1 kanûna paşîn 2024. Roja gihiştinê 6 îlon 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  8. ^ "A/RES/181(II) of 29 November 1947". web.archive.org. 10 çiriya pêşîn 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 10 çiriya pêşîn 2017. Roja gihiştinê 6 îlon 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  9. ^ Galnoor, Itzhak; Gal-Nûr, Yi???q (1 kanûna paşîn 1995). The Partition of Palestine: Decision Crossroads in the Zionist Movement (bi îngilîzî). SUNY Press. ISBN 978-0-7914-2193-2.
  10. ^ "Membership of the State of Palestine in international organizations (as of 25 May 2018) - MOFAE". web.archive.org. 29 kanûna pêşîn 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 kanûna pêşîn 2021. Roja gihiştinê 6 îlon 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  11. ^ "Security Council Fails to Recommend Full United Nations Membership for State of Palestine, Owing to Veto Cast by United States | Meetings Coverage and Press Releases". web.archive.org. 23 nîsan 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 nîsan 2024. Roja gihiştinê 6 îlon 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  12. ^ "UN assembly approves resolution granting Palestine new rights and reviving its UN membership bid". AP News (bi îngilîzî). 10 gulan 2024. Roja gihiştinê 6 îlon 2024.
  13. ^ Borger, Julian (18 nîsan 2024). "US vetoes Palestinian request for full UN membership". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 6 îlon 2024.
  14. ^ Arap Halkları Tarihi-Albert Hourani,r:388
  15. ^ Albert Hourani,Arap Halkları Tarihi,r:419

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]