Here naverokê

Kurdên Qefqazê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kurdên Qefqazê
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne
 Azerbaycan70,000 - 180,000 (2009)[1][2]
 Ermenistan37,770 (2011)[3]
Qefqasyayê rûsî18,336 (2002)[4]
 Gurcistan18,329 (2014)[5]
Ziman
Zimanê dayikê: kurdî,
zimanên din:
azerî, rûsî, gurcî û ermenî
Baweriya dînî
Îslam, êzidîtî û xiristiyanî
Malbateke kurd li Qefqazê, 1910
Leşkerên Kurd di Qefqazê sala 1915an

Kurdên Qefqazê li herêmên Sovyeta berê de dijîn. Bingeha van kurdan digehe Şedadîyan. Bi giştî li Ermenistan, Gurcistan û Azerbaycanê de dijîn. Her wisa li Rûsyayê û hinek dewletên din yê Asyaya Navendî de jî dijîn. Ev kurdên van herêman têkildarî hev in.

Kurdên Azerbaycanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Kurdên Azerbaycanê
 Gotara bingehîn: Kurdistana Sor

Li hikûmeta sovyetan ya Azerbaycanê de di destpêka sala 1921ê de hinek reform ji bo kurdan hatin kirin ku jiyana kurdan baştir bike. Bi vê armancê hikûmeta Azerbaycanê bi qanûnekê ji bajarên Laçîn, Qûbadlî, Kelbajar, Zengilî herêmeke otonom ava dikin. Navenda herêmê Laçîn bû. Di herêmê de bi navê Kurdistana Sovyetê rojnameyek dihat derxistin. Li bajarê Şuşayê dibistana mamosteyan hate vekirin. Radyoyeke kurdî hate ava kirin. Perwerdahiya zarokên kurdan bi zimanê dayikê dihate kirin.

  • Di dawiya sala 1929ê de têkiliyên Sovyetan û Tirkiyeyê ber bi awayekê xweş birêve çû. Ev nêzikatiya van dewletan tesîr li ser polîtîkaya nava Sovyetan jî kir. Her wisa bi giştî li kurdan kir ku Tirkiyeyê nedixwast kurd li dewleteke din bibe xwedî statû. Xwedîbûna statû dibe sedem ku kurdên Tirkiyeyê jî rabin ser piya.
  • Li sala 1930ê de Kurdistana Sor hate rûxandin. Hemû destkeftiyên kurdan ji dest çûn.
  • Li sala 1938ê de hejmareke mezin ya kurdên Qefqazê ji ber sedema "kêrnehatinê" ji aliyê Sovyetan sirgûnî komarên Asyaya Navîn kirin.
 Gotara bingehîn: Komara kurdî ya Laçînê

Piştî êrîşa 9ê gulana 1992an a li Şûşayê, aloziya siyasî ya navxweyî li Azerbaycanê gihîşt lûtkeyê. Di 14ê Gulanê de, di rûniştina awarte ya Encûmena Niştimanî ya Sovyeta Bilind a Azerbaycanê de, Ayaz Mutallibov ragihand ku Şûşa û Xocely ji ber xeletiyên siyasî hatine dagîrkirin. Di heman rojê de dîsa tê hilbijartin Serokê Azerbaycanê, lê tenê rojekê dom dike. Eniya Gel a Azerbaycanê vegerandina Mutallîbov wek derbeyekê dihesibîne û bang li xelkê dike ku li dijî vê yekê rawestin. Mutallibov di 15ê Gulanê de ji desthilatê hatibû dûrxistin. Di 16ê Gulanê de rewşa Azerbaycanê dikeve bin kontrola Eniya Gel. Konseya Neteweyî ya Sovyeta Bilind a Azerbaycanê îstifakirina Yagub Mammadov (siyasetmedar) qebûl dike. Di 18ê gulanê de Îsa Gambar heta hilbijartinên serokomariyê erkên serokê dewletê digire ser xwe.[6]

Kurdên Ermenistanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Kurdên Ermenistanê

Ermenistan ji bo kurdan navendeke çandî bû. Hejmarek hêja kurd li Ermenistanê hebûn. Li Ermenistanê gelek xebatên kurdî dihatin kirin. Di navbera salên 1921 û 1929ê de bi elfebaya kirîlî berhemên kurdî dihatin weşandin. Li sala 1929ê bi biryara hikûmeta Ermenistanê alfabeya latinî ya kurdî hate bikaranîn. Li sal 1921ê pirtûkên gramera kurdî hate weşndin. Li sala 1931ê de li Erîvanê ji bo perwerdehiya mamosteyên kurd, akademiyek hate vekirin. Li sala 1922yê hejmara pirtûkên kurdî 32 bûn ku hatine çap kirin. Li sala 1937ê ev gihîşt 70ê pirtûkan [7]

  • Li sala 1934ê li Erîvanê yekemîn Konferansa Kurdolojiyê hate lidar xistin.
  • Li sala 1938ê li Elegezê şanoya kurdî hate ava kirin. Her wisa bi navê Zare (1926) û Kurdên Êzdî (1933) film hatin çêkirin.
  • Piştî salên 1938ê hejmareke mezin ya kurdan ji aliyê Sovyetan ve sirgûnî Asyaya Navîn kirin.
  • Li sala 1954ê radyoyay kurdî dîsa serbest bû. Her wisa li sala 1955ê rojnameya Riya Teze dîsa dets bi kar kir.

Kurdên Gurcistanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Kurdên Gurcistanê

Di 20emîn sedsalê de pirraniya wan ji ber sedemên olî (cûdakirina olî) ji Emperatoriya Osmanî koçî Emperatoriya Rûsî û xwe li erdên gurcî bi cih kirin.[8] Îro kurdên Gurcistanê bi giranî li dora Tbilîsî[9] (paytexta Gurcistanê) û Rustavi dijîn. Rewşa wan li gorî rewşa kurdên Tirkiye û yên Farisê baştir e, ji ber ku ew rastî cûdabûna civakî, olî, aborî an jî siyasî nayin.[9] Lewra ew xwediyê dibistan, pirtûkên perwerdehiyê û çapemeniya serbixwe ne jî. Ji ber perwerdehiya zikmakî alfabetîzm pir zû pêşket û analfabetîzm di destpêka 1900'an de ji holê rabû.[9] Di destpêka sedsala 20'mîn de paşnavên rûsî li hemû gelên federasyona sovyet hatibûn dayîn. Hin malbatên kurd ji ber vê yekê paşnavên xwe yên berê dixwezin û tenê di vê mijarê de rastî tengasiyan dibin.[10]

Li sala 1944ê de jî kurdên Gurcistanê ji aliyê sovyetan sirgûnî komarên Asyaya Navendî kirin.

 Gotara bingehîn: Zimanê kurdî

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ https://www.rferl.org/a/azerbaijan_kurds_fear_loss_national_identity/24252317.html
  2. ^ An Ethnohistorical Dictionary of the Russian and Soviet Empires, James Stuart Olson, Lee Brigance Pappas, Nicholas Charles Pappas, Greenwood Publishing Group, (1994), ISBN 0-313-27497-5, p.409
  3. ^ https://armstat.am/file/doc/99478353.pdf
  4. ^ https://www.rferl.org/amp/kurdish_immigrants_unwelcome_in_southern_russia/9498512.html
  5. ^ https://web.archive.org/web/20131101191250/http://www.ecmicaucasus.org/upload/stats/Census%202002.pdf
  6. ^ Akopyan 2010.
  7. ^ Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:260
  8. ^ James Minahan (1998). Miniature empires: a historical dictionary of the newly independent states. r. 320. ISBN 0-313-30610-9. Roja gihiştinê 5 çiriya paşîn 2011.
  9. ^ a b c "The Unreached Peoples Prayer Profiles: The Northern Kurd of Georgia". The Unreached Peoples Prayer Profiles: The Northern Kurd of Georgia. kcm.co.kr. Ji orîjînalê di 17 çiriya pêşîn 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 çiriya paşîn 2011.
  10. ^ "Discrimination of Kurd-Yezids in Georgia". Human Rights in Georgia. Humanrights.ge. 15 çiriya pêşîn 2004. Roja gihiştinê 29 adar 2012.