Roja dayikê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Roja Dayikê hat beralîkirin)
Dayikeke kurd li Wanê (1973)

Roja dayikê, rojek e ku tê de dayik tê pîrozkirin û birûmetkirin. Ev roj, di cihanê de û cih bi cih jî tê pîrozkirin û dayik di wê rojê de tê birûmetkirin. Di sedsala me de, bi taybetî, weke rojeke dayikê hatiye binavkirin. Di nava kurdan de, ku mirov li dîroka wan dinerê, mirov dibîne ku qadrek ji dayikê re hatiye dayîn. Rêz û hûrmet li dayîkê bi gotinî û bibinxatkirin hatiye ser ziman.

Di dîrokê de li ser axa Kurdistanê, çanda Îştar hatiya afirandin[çavkanî hewce ye]. Ev çand, weke çandeka mazin ya pîroz tê ziman. Lê di sedsala me de, piştî ku kurdan statûya xwe li ser axên xwe li herêmên xwe windakirin, êdî pişt re pirsgirêkên civatê û zayandî jî bi bi pirsgirêka wan ya neteweyî re xwe dan rû.

Dayik, weke rûmete jiyane ye. Ew hertimî jî, bi wî rengî hatiye dîtin. Ew, dayîka jiyanê ye.

Di roja me de, ev roj bûya rojeka bo tekoşîna zayandî ya jinê jî ku têde doza azadî û wekheviya xwe ya di nav civate xwe de dike. Rojên dayikê ku li gor welatan tê ser ziman bi vî rengî mirov karê wê bêne ser ziman.

Li gorî welatan roja dayikê ku di wê de dayik tê birûmetkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yekşema duyem a meha sibatê Norwêc
2ê sibatê Yewnanistan
3ê adarê Gurcistan
8ê adarê Albanya, Bosniya û Herzegovîna, Bulgaristan, Makedonya, Romanya, Serbistan, Montenegro
Yekşema çarem di rojîgirtinê de Komara Îrlendayê, Îngilistan
21ê adarê Kurdistan, Misir, Urdun, Libnan, Sûrî
25ê adarê Slovenya
Yekşema pêşîn a meha gulanê Lîtvanya, Portûgal, Spanya, Mecaristan
8ê gulanê Koreya Başûr (Roja ji dayikbûnê ya dê û bav)
10ê gulanê Amerîkaya Başûr, Behreyn, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Hindistan, Malezya, Meksîk, Oman, Pakistan, Qeter, Erebistana Siûdî
Yekşema duyem a meha gulanê Awistralya, Belçîka, Brezîl, Kanada, Şîle, Danîmarka, Filîpîn, Fînlenda, Hong Kong, Îslenda, Îtalya, Japon, Çîn, Kroatya, Letonya, Malezya, Malta, Holenda, Nû Zelenda, Perû, Singapûr, Slovakya, Swîsre, Afrîkaya Başûr, Taywan, Çekya, Tirkiye, Almanya, DYA, Awistirya
26ê gulanê Polonya
27ê gulanê Bolîvya
Yekşema dawî ya meha gulanê Komara Domînîk, Swêd
Yekşema pêşîn a meha pûşperê an jî şemiya dawî ya meha gulanê Fransa
12ê tebaxê Taylenda (Banû Sirikit Kitiyakaras roja wê ya ji dayîkbûn)
15ê tebaxê Antwerpen (Belçîka), Kosta Rîka
Yekşema duyem an jî ya sêyem a meha kewçerê Arjentîn (Día de la Madre)
Yekşema pêşîn a sermawezê Rûsya
8ê berfanbarê Panama
22ê berfanbarê Îndonezya

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]