Di sala 2015an de stêrnas sê gerstêrk vedîtin. Mezinbûna van gerstêrkan mîna Erdê bûn û li derdora stêrka bejnbihost de diçerixiyan. Tîmeke di bin pêşawatiya esmannas Michaël Gillon ê Zanîngeha Liègeyê ya Belçîkayê de, li Riwangeha La Silla ya Şîleyê de, bi bikaranîna fotometreya transît van gerstêrkan zexm kirin. Wexta ku vî karî jî dikirin, ew teleskopa bi navê Transiting Planets and Planetesimals Small Telescope (TRAPPIST) bikaranîn. Di 22yê sibata sala 2017an de hate diyarkirin ku esmannas çar gerstêrkek ji yên din cûda dîtin. Piştî vê daxuyandinê Teleskopa pir mezin a ku li Paranalê ye û Teleskopa Fezayê ya Spitzer a NASAyê jî hatin bikaranîn. Bi saya van teleskopan agahiyên xurttir ji NASAyê re hatin û pişt re NASA daxuyand ku ji van gerstêrkan, a herî kêm sê bi têhevî di nav heft gerstêrkan de herêma jiyanbar mumkûn e. (bêhtir…)
4ê kanûna paşîn – Daxwaza Trump ya 11.780 dengan bi rêya gefan: Îro derket holê ku Serokê DYAyê, Donald Trump, li ser telefonê ji berpirsên hilbijartinê bi gefan dixwest ku 11.780 deng bibînin da encamên hilbijartinê bên guhartin.— (Rûdaw)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî cyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.