Here naverokê

Îzmîr

(Ji Izmir hat beralîkirin)
Îzmîr
İzmir Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Şaredariyên bajarên mezin ên Tirkiyeyê û bajarê beravê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
İzmir Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Navê(n) din: 
Ege'nin İncisi Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îzmîr li ser nexşeyê
Map
Koordînat: 38°24′Bk 27°10′Rh / 38.400°Bk 27.167°Rh / 38.400; 27.167
DewletTirkiye
Li beşa îdarî
  • İzmir Province (1922–)
  • Sanjak of Smyrna (1867–1919)
  • Eyalet of Aidin (1827–1867)
  • Anatolia Eyalet (1393–1827) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
  • İzmir Province Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê3 millennium b.z. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îdarî
 • ŞaredarCemil Tugay (2024–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qada rûerdê
 • Giştî944 km2 (364 sq mi)
Bilindahî
9 m (30 ft)
Nifûs
2.948.609 (2023) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
Koda telefonê232 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Plakaya erebeyê35 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.izmir.bel.tr/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Îzmîr, berê wek Simîrna dihat zanîn (bi tirkî: İzmir, bi yewnanî: Σμύρνη, lat. Smírni, ji bi yewnaniya kevn: Σμύρνη, lat. Smúrnē an Σμύρνα, Smúrnā; bi latînî: Smyrna), bajarekî metropolê ye li qeraxa rojavayê Anatolyayê û serbajarê Parêzgeha Îzmîrê ye. Bajêr piştî Stembol û Enqereyê sêyem bajarê herî qelebalix ê li Tirkiyeyê ye û mezintirîn qada bajarî ya li ser Deryaya Egeyê ye. Di sala 2019an de nifûsa Îzmîrê 2 milyon û 965 hezar û 900 kes û nifûsa Parêzgeha Îzmîrê jî 4 milyon û 367 hezar û 251 kes hatiye hejmartin.[1] Nifûsa qada bajêr ya avakirî (yan metro) 3.209.179 kes bû. Îzmîr yek ji bajarên Tirkiyeyê ku bi sed hezaran kurd di salên 90î û di salên dawiyê de ji Bakurê Kurdistanê koçê vî bajarê bûne.[2]

Bajêr li ser peravên deryayî yên Kendava Îzmîrê û li hundir ber bi bakur ve li seranserê Deltaya Çemê Gedizê dirêj dibe, li rojhilat li kêleka deşteke aluviyal a ku ji aliyê çend çemên piçûk ve hatine çêkirin û li aliyê başûr jî li ser erdekî hişk hatiye avakirin. Dîroka bajêr ji serdema neolîtîk û vir ve 3000 salan zêdetir dîroka bajarvanî ya tomarkirî heye û heta 8500 sal jî dîroka bicih bûna mirovahî ya bajêr hatiye tomarkirin. Di kevnariya klasîk de bajar bi navê Smîrna (/ˈsmɜːrnə/ SMUR-nə; bi yewnanî: Σμύρνη, bi romanî: Smîrnî/Smîrnê) hatiye binavkirin. Heya sala 1923an ku navbera Yewnanîstan û Tirkiyeyê de pevguhertina nifûsê pêk hatiye, li Îzmîrê nifûsek mezinê yewnanan hebû.

Navê bajêr ê berê Simîrna ye ku ji zimanê grekî tê. Îzmîr heya piştî avakirina Komara Tirkiyeyê bi piranî ji niştecihên yewnanan pêk dihat. Di şerê tirk û yewnanan de grekiyên li Anatolyayê dijiyan hatin derkirin û Simîrna jî bi şerekî dijwar hate bidestxistin. Navê bajêr a berê ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve tê qedexekirin û bajêr wekî İzmir hatiye binavkirin.[3]

Li gorî hejmarinên sala 2019an gelheya bajêr 4 367 251 kes e.  Li bejarê serê km2 yê 367 kes dikeve.  Li gorî daneyên dawî ya sala 2019an, Belavbûna gelheyî ya herî zêde, 14 649 km2/kes, li navçeyê Konakê dijî. Rêjeya zêdebûna gelheya salane ya li bajarê ji sedê 1,08% an navçeya Konakê ye. Navçeya ku herî zêde gelheya wê zêde bûye ji sedê (3,99%) navçeya Torbali ye. Navçe ya herî zêde ku gelheya wê qêm bû ye, ji sedî kêm (-,336%) navçeya Kınıkê ye.

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîmenên ji Îzmîrê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ "Türkiye İstatistik Kurumu (TÜİK)". www.tuik.gov.tr. Roja gihiştinê 10 tebax 2023.
  2. ^ "Kurdên li bazara Kemeraltiyê". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 10 tebax 2023.
  3. ^ Bosworth, Clifford Edmund (1 kanûna paşîn 2007). Historic Cities of the Islamic World (bi îngilîzî). BRILL. ISBN 978-90-04-15388-2.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]