Bacelanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bacelanî an Bacilan êleka li herêmên Behdînan, Gûran û Lekistan e. Bacelanî bi kevneşopî li dedora Xaneqîn, Qesrî Şirîn û hinek ji wan jî li Mûsilê di nava Şebekan de dijîn[1]. Navê Bacelanî bi kurdî tê wateya cîhê, warê bazan (teyr)(baz + îlan).

Şaxên Bacelanan li Gûran û Behdinan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Belê şaxeke Bacelanan di sedsala 17'emîn de li Lekistanê (Luristan û Hamedanê) hatiye bicîhkirin. Li Lekistan êla Bacelan yek ji êlên herî giring e. Di nava eşîrên Bacelan de yên Lurî û Lekî axiv hene.

Eşîrên Bacelanî li Lekistanê[2][biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ziman û Ol[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji devoka êla bacelan re, bacelanî tê gotin. Gorî gelek zimannasan, ev xwêdî zaraveyeke serbixwe ne. Gelekê dişibe şebekî û kendûlî. Bacelaniyên li Lekistan bi Lekî an jî Lurî diaxivin. Bacelan li hin herêman sunî, li hinekan jî şiî an jî yarsanî ne. Herwiha bacelanên li Gûran hemû sunî ne, ên li behdînan şebekî û becwanî, mezhebeke ẍulatî ya şiîtiye dihabînin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]