Zimanên hind û ewropî


Zimanên hind û ewropî malbateke zimanî ye ku xwemaliyên pirraniya ewropî, deşta Îranê, erdnîgariya Kurdistanê û parzemîna bakurê Hindistanê pê diaxivin. Hinek zimanên ewropî yên vê malbatê, inglîzî, fransî, portûgalî, rûsî, holendî û spanî ku di serdema nûjen de bi kolonyalîzmê ve berfireh bûne û niha li çend parzemînan têne axaftin. Malbata zimanên hevlêzim ên ji Ewropa heta Hindistanê, bi 2.5 milyar axaftinêran a herî mezin li cihanê ye. Lêzimiya zimanên hind û ewropî bi qadên (flexion), (numerus), zayend (genus) û deng hatiye isbatkirin ku kurdî jî endamê wê ye. Malbata Hind û Ewropî li ser çend şax, yan jî bi bin-malbatan hatiye dabeşkirin ku ji wan heşt kom hene ku zimanên wan di roja îro de jî zindî ne. Di nav zimanên zindî albanî, ermenî, balto-slavî, keltî, almanî, helenî, hind û îranî û îtalî ye. Neh beşên din ên vî zimanmalbatê niha hatine jibîr kirin.
Hemî zimanên hind ewropî ji zimanekî pêşdîrokî yê yekane hatinr ku ji aliyê zimannasî ve wekê proto-hind-ewropî ji nû ve hatiye sazkirin ku di serdema neolîtîk an serdema bronzê ya destpêkê de (nêzîkî 3300 – nêzîkî 1200 b.z.) hatiye axavtin. Cihê erdnîgarî yê ku lê dihat axaftin, welatê proto-hind-ewropî, mijara gelek hîpotezan e ku lihevkirina akademîk piştgirî dide hîpotezên Kurgan ku dibêje welat deşta pontîk û xezarê ye ku niha li Ûkrayna û başûrê Rûsyayê ye û bi çanda Yamnaya û çandên din ên arkeolojîk ên têkildar di hezarsala 4an û destpêka hezarsala 3an a berî zayînê de ve girêdayî ye. Heta dema ku tomarên nivîskî yên pêşîn derketin holê, zimanê hind û ewropî jixwe veguherîbû gelek zimanan ku li piraniya Ewropa, başûrê Asyayê û beşek ji rojavayê Asyayê dihatin axavtin. Delîlên nivîskî yên zimanê hind û ewropî di Serdema Bronzê de bi awayê yewnaniya mîkenî û zimanên Anatoliyê yên hîtîtî û luwîyî derketine holê. Tomarên herî kevin peyv û navên hîtîtî yên îzole ne ku di nivîsên ku bi zimanê akadî de (zimanekî semîtîkî) belav bûne û di nivîsên koloniya asûrî ya Kültepe li rojhilatê Anatolyayê de hatine dîtin ku dîroka wan vedigere sedsala 20ê berî zayînê.[1] Her çend ti tomarên nivîskî yên kevintir ên nifûsa resen a proto-hind-ewropî nemabin jî, hinek aliyên çand û dînê wan dikarin ji delîlên paşê di çandên hevpar de ji nû ve werin çêkirin.[2] Malbata zimanên hind û ewropî ji bo qada zimannasiya dîrokî girîng e ji ber ku piştî zimanên misirî û semîtîk ku girêdayî malbata zimanên afroasyayî ne, xwediyê duyem dîroka herî dirêj a tomarkirî ya malbateke naskirî ye. Analîza têkiliyên malbatî yên di navbera zimanên hind û ewropî de û ji nû ve avakirina çavkaniya wan a hevpar, di pêşveçûna metodolojiya zimannasiya dîrokî wekê dîsîplînek akademîk di sedsala 19an de girîng bû.
Her çiqas çend hîpotezên nakokbar têkiliyên bi vê awayê pêşniyar bikin jî, li gorî lihevkirina akademîk a heyî di warê zimannasiyê de, malbata zimanên hind û ewropî bi malbatên zimanên din re ti têkiliyên genetîkî nabîne.
Têgiha "hind û germanî"
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Zimannasên sedsala mezin ev têgih bikar dianîn, ji ber ku zimanên di vê malbata zimanan de ji hev dûrtirîn zimanê hindî yê kevn, sanskrît û germanî bûn. Zimanên keltî ewdem ne dihatin jimartin, ji ber ku rêzimanên wan xwedî hin taybetiyên cihê bûn û toxarî a bêhtir li Rojhilatê bû di sala 1890 hat dîtin.
Di warê zanistiya zimanên hind û ewropî de zimannasên alman pêşiya giştan in. Ew navê "hind û germanî" bikartînin.
Dabeşa hind û ewropî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Reh û peresendî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Zimanên hind û ewropî di wateya zimanzanî de lêzimê hev in.
Di dawiya sedsala 18an de rojhilatnasê îngilîz William Jones wekheviyên di navbera sanskrît a zimanê Hindistanê kevn û latinî û yewnanî de dît û têgihîşt ku rehên wan yek in. Pişt re ev lêzimî di navbera farisî û keltî de jî texmîn kir.
Franz Bopp ê alman bi berhema xwe ya li ser yekrehiya sanskrît, yewnanî, latinî, farisî û almanî bingeha zanistiya hind û ewropî li Almanya danî.
Zimanê hind û ewropî yê rehane bi awayê zimanzanî hat veafirrandin. Lê ti kes nikare bibêje ku ev zimanê kalên hind û ewropiyan bû.
Welatê gelê kal û bavên hind û ewropiyan li ku der e, ew jî baş nayê zanîn. Ewropî dibêjin ew bakûra Derya Reş e. Lê dîroknasên arî, bi taybetî kurd, dibêjin ew çiyayên Zagros, ango Kurdistan e.
Zimanên hind û ewropî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ermenî: ermeniya klasîk (mirî ye), ermenî
- Zimanê toxarî: toxariya A (mirî ye), toxariya B (mirî ye)
Zimanên îranî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Zimanên îranî yên rojhilatî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- beşa skîtiya rojava
- Skîtî (mirî ye)
- Osetî an îronî
- beşa xwarezmî
- Avestayî
- Xwarezmî
- beşa sogdî
- Sogdî (mirî ye)
- Yaxnobî
- beşa baktrî
- Baktrî (mirî ye)
- beşa skîtiya rojhilat
- Sakayî (mirî ye)
- Paşto
- binşaxê pamîrî
- binbeşa waxî
- Waxî
- binşaxê muncî û yidxa
- Muncî
- Yidxa
- binşaxê sangleçî û îşkaşmî
- Sangleçî
- Îşkaşmî
- binşaxê şuxnî û yazgulamî
- Şuxnî
- Yazgulamî
- binbeşa waxî
- binşaxê pamîrî
- beşa skîtiya rojava
- binşaxê başûr-rojhilat
- Paraçî
- Ormurî
Zimanên îranî yên rojavayî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Binşaxê başûr-rojavayî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Zimanê albanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Zimanê yewnanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Zimanên îtalî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Zimanên oskî û ûmbrî: oskî (mir), ûmbrî (mir), sabellî
- Zimanên latînî û faliskî: latinî û falîskî
- Zimanên romanî
- Sardînî
- Zimanên romanî yên ewropî an bejahiyî (kontînental)
- Zimanên romanî yên bejahiyî yên rojhilatî
- Zimanên romanî yên bejahiyî yên rojhilat-bakurî: rûmenî, îstrorûmanî
- Zimanên romanî yên bejahiyî yên rojhilat-başûrî: meglenorûmanî, arûmanî
- Zimanên romanî yên bejahiyî yên rojavayî:
- beşa îtalî û romanî: dalmatî, îtalî
- beşa rêtoromanî: furlanî, ladîn, romanş
- beşa galî, îberî û romanî
- galî û romanî ya bakurî: franko provenzalî, fransî
- galî û romanî ya başûrî: provenzalî
- îberî û romanî ya bakurî
- îberî û romanî ya bakur-rojavayî: ketelanî
- îberî û romanî ya bakur-navendî: spanî
- îberî û romanî ya bakur-rojavayî: galîsiyayî, portûgalî
- îberî û romanî ya başûrî: muserebî (mirî ye)
- Zimanên romanî yên bejahiyî yên rojhilatî
- Zimanên romanî
Zimanên keltî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Zimanên keltî yên parzemînî: gaulî an gallî (mir)
- Zimanên keltî yên giravî an yên giravên brîtanyayî:
- Zimanên goidelî: îrlendî (gaelî), gaeliya skotlendî, kornî (mir)
- Zimanên brîtanî: bretonî, walesî an kimrî, kornî (mir)
Zimanên germanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Zimanên baltî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Zimanên baltiyên rojavayî: prûsyayiya kevin (mir)
- Zimanên baltiyên rojhilatî: latvî an letonî, lîtvanî
Zimanên slavî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Zimanên slaviyên rojhilatî
- Zimanên slaviyên rojavayî
- Zimanên slaviyên başûrî: slaviya kîlîseyî ya kevin
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Bryce, Trevor (2005). The kingdom of the Hittites. Oxford ; New York: Oxford University Press. ISBN 978-0-19-927908-1.
- ^ Mallory, J. P.; Adams, Douglas Q. (2006). The Oxford introduction to Proto Indo European and the Proto Indo European world. New York: Oxford University Press. ISBN 978-0-19-929668-2.