Jean-Marie Gustave Le Clézio

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jean-Marie Gustave Le Clézio
Image dans Infobox.
Jean-Marie Gustave Le Clézio
Jidayikbûn
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre (83 salî)
Nice (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê rastî
J. M. G. Le ClézioLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
University of Bristol (en)
University of Provence - Aix-Marseille I (en)
University of Nice Sophia Antipolis (en)
Zanîngeha Aix-Marseille (en)
University of Côte d'Azur (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Nivîskar, wergêr, romannivîs, ceribanvan, nivîskara pirtûkên zarokan, rojnamevan, mamosteyê zanîngehêLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Salên çalak
Dp. Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevjîn
Jémia Le Clézio (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Zarok
Anna Jean (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Endamê
Comité de lecture des éditions Gallimard (d) (-)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Tevger
Nouveau Roman (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şêweyê hunerê
Xelat
Xelata Nobelê ya Wêjeyê ()Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Lîsteya berfireh
Grand prix de littérature Paul-Morand (en)
Stig Dagerman Prize (en)
Prix Renaudot (en)
Prince Pierre Award (d)
Officer of the Legion of Honour (en)
Xelata Nobelê ya Wêjeyê ()Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xebatên navdar
Le Procès-Verbal (d), Désert (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Jean-Marie Gustave Le Clézio (13ê adara 1940an, li Nice) xelatgirê Xelata Nobelê ya wêjeyê sala 2008an e.

13ê adara 1940an li Nice hatiye dinyayê. Koka dê û bavê wî ji Mauritiusê ye. Le Clézio di heşt saliya xwe de bi malbata xwe re bar dike Nîjeryayê. Piştî Şerê cîhanî yê duyem bavê wî wek doktor li wir dimîne. Rêwîtiya wî ya ku bi keştîyê mehekê diçe Nîjeryayê, Dibe destpêka kariyera wî ya Nivîskariyê. Di vê rêwitiya xwe ya dûr û dirêj de, du pirtûkên biçûk bi navê Un long voyage och Oradi noir bi berhev aniye û daye weşandin.

Ew bi du zimanan mezin bûye: fransî û îngîlîzî. Di sala 1950î de tev malbata xwe bi paş ve vedigere Nice. 1957an da dibistana amadehiyê(lise) xilas dike û di sala 1958 -59an de li Bistolê, di 1960-61an de jî li Londonê îngîlîzî dixwîne. Eksama xwe ya bingehîn li Instituta d’Études Littéraireyê di 1963an de dide. Dîploma xwe ya bilind jî li Zanîngeha Aix-en-Provenceyê di 1964an de, teza xwe ya doktorayê jî li ser dîroka Meksîkaya kevn li Zanîngeha Perpignanê di 1983an de temam dike. Li Zanîngehê Bangkok, Meksîko City, Bosto, Austin och Albuquerqueyê dersan dide.

Le Clézio bi nivîsandina essay, novel û romanên xwe kariyera xwe avakiriye. Bi nivisandinên xwe yên pêşîn li ser xeteka romana nû "nouveau roman" nêzî Sartre û Camus dibe.

Mijar û vebêjerên berhemên wî bêtir ên gelên bindest, kolonî û derbederên welatên xwe ne. Le Clézio bi ruh û rastiya mijar û vebêjerên xwe rexneyên vekirî û veşarî li welatên ewrûpî dike ku ew bi ruhên xwe, bi mentaliteyên xwe nikarin ji kaînetê û ji çandên cihêreng hez bikin.

Le Clézio romana xwe ya pêşîn Le procès-verbal di sala 1963an qedand û di pey re jî gelek berhemên din nivîsand.

Le Clézio bi romana xwe ya Désert (1988) kariyera romanivîsiya xwe xwûrttir kir û bi wê romana xwe jî xelata Akademiya Fransayê wergirt.

Xelata Nobelê ya wêjeyê ya sala 2008an jî girt.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]