Xinûs

(Ji Xinûs, Erzîrom hat beralîkirin)
Navçeya Xinûsê
Hınıs,Kele
Taxâ Baxçê û Mizgefta Mezin â Xinûsê
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Kurdistan
Parêzgeh Erzîrom (parêzgeh)
Serbajar Xinûs
Qeymeqam Hakan Özarslan

Hejmara bajarokan 2 bajarok
Hejmara taxan 10 tax
Hejmara gundan 98 gund
Hejmara mezran 78 mezre

Gelhe (2008) 31.479[1] kes
Rûerd 1.800 km2
Berbelavî 17,5 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 9.883 kes
Koordînat 39°21′31″Bk 41°42′05″Rh / 39.35861°Bk 41.70139°Rh / 39.35861; 41.70139
Bilindayî 1.700 m
Koda postayê 25600
Koda telefonê (+90) 442
Xinûs li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Xinûs
Xinûs
Xinûs (Bakurê Kurdistanê)
Xinûs li ser nexşeya Ewropa nîşan dide
Xinûs
Xinûs
Xinûs (Ewropa)
Xinûs li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Xinûs
Xinûs
Xinûs (Tirkiye)
Xinûs li ser nexşeya Rojhilata Navîn nîşan dide
Xinûs
Xinûs
Xinûs (Rojhilata Navîn)
Xinûs li ser nexşeya Erzîrom nîşan dide
Xinûs
Xinûs
Xinûs (Erzîrom)

Xinûs an Kelê (1928: خنس, "Khounis" (Xunis, Xinis, Qezâ)[2], 1946: Hınıs[3], bi tirkî: Hınıs) navçeyeke herêma Serhedê û biser parêzgeha Erzîromê ve girêdayî ye. Xinûs navçeyek gelek kevn û dîrokî ye. Navçe 180 km ji Erziromê, 300 km ji Amede, 250 km Wanê û 90 km ji Mûşê dur dikeve.

Hin agahiyên bikêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Bilindahî ji rûyê avê: 1.720 m
  • Gelhe: Gorî statîstîkên fermî yên dewletê bi giştî 32.000 kes li tevahîya navçeyê dijîn. Lê di nasnameyên nêzîkî 120.000 kesî de navê navçeyê derbasdibe. Mixabin bawerî bi statîstîkan nîne.

Di Xinûse de ji zaravên zimanê kurdî zazakî û kurmancî û tirkî tê axavtin.Xinûs welatê dengbêjan e. Gelek dengbêjên mezin ji Xinûsê derketine.

Piştî sirgûnê malbatên bi eslê xwe koçber ên ji Kafkasyayê û bi eslê xwe kurd in hatin û li Kopa Mûşe bi cih bûn. Her wiha malbatên bi eslê xwe Zaza ji Çewligê Bongilanê hatine û li wir (Xeci Dekko) bi cih bûne. Paşê, di sala 1936an de, ji Ezirmê û ji Behra Reş malên cuda yên tirk li Xinûsê hatin bicihkirin

Xinûsiyan gelek koçber dane. li Îzmîr, Stenbol, Almanya (bi giranî Berlin û Munîh), Fransa (bi giranî Parîs û Marsêy) gelek Xinûs'ê dijîn. Ew ji Xinûsê re pere dişînin, an heger derfet bibînin bi havînan tên herêmê

Li herême eşirên Zirkan, Cemaldînî, Hesenan, Dimilî, Berazî û Sipkan pir in. Eşîrên Xinûsê demekî li ser navê Zirkan Konfedere bûne. Piranîya wan cejna dikin ku eslê xwe Zirkî ne. Axaye Zirikan Keremê Qolaxasî ji herêma Gogsîyê, dema koçrevîye Ermeniyan de bi Hengên Hamidiyên be parastina herême kirîye û paşe bi axayên hesenan be, di serhildana hesenan de hatîye şehîdkirin. Navê Xinûsê yek ji bi nave Rêbiraya te zanin. Demeki je re gotine Rêbira Bajer . Serhildana Elîcan jî li herêma Xinûs û Dûtaxê tekîyaye. Li herême gelekî mezel û vexuyên Ermenîyanen din hene. Tê zanîn ku li herême pêşiya sed salan gelekî Ermenî jî dijîyan. Piştî koçberkirina Ermeniyan zehf eşîrên Kurdan, ên ji Çewlîgê û Qersê hatine Xinûsê û di şûna Ermenî û Ezidiyan de bi cîh û war bûne.

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xwarinâ Hereme heri navdar Kutilka Xinûseye
Bişî

Aborî bi piranî li ser çandiniyê ye. Genim, ceh, nîsk, silq, hwd. Dîsa xwedîkirina sewalan jî heye. Xinûs li ser riya Mûş - Erzirom û Agirîyê dikeve. 90 km li dûrî Mûşê ye. Firehiya erdê navçeyê 1.799 km û bilidahî ji rûyê avê 1.800 m ye. Li rojhilatê Milazgir, li rojava Gimgim û Kanîreş, li bakur Erzîrom, û li başûr jî Kop û Mûşê, hene. Di navbera Xinûs û Gimgim de 40 km heye. Bi zivistanan berfî û sar, bi havînan germ û ziha ye.Gelê herême bi zêdeyî Cotkârin, belê xwedîkirina pez û devar jî xwedî cîhekî girînge li herême. Berkêşana hingiv li Xinûsê heye. Hingivê Xinûsê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi nav û deng e.

Erdnigarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Erdnîgariya Xinûsê
Nexşeya cûreyên nebatên li deverên başûrê Çiyayên Xamirpêtê
Xinûs li ser nexşeye

Giyayên wek kimkork û helîz, kardî, gûlik, kereng, ribêz, tirşo, pepikên hirçê, mendik, kaşim û gonî hene.[4]Darberû, kenêr, guvîj, hirmî, sêv, şîlan û darên din ên li herêmê ne.

Zozan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navçê zêdetir bi zozanê xwe navdar e:

Zozanê Şerevdîne û Zozanê Çewligê ên herî navdar in. Dîsa Zozanê Xirxalê û Zozanê Çavreşîye û Zozanâ Faraşîn di nava tixûbên navçeyê da ye. ji ber van Zozanan pezen wêyên sor di Serhedê da û hingivên wir li her derê pir navdarên.

Behrê kêmzêde 1700 m bilindtir e, lewma ji seran serên navçê zozan û kanî ne. Zozanên wê gelek tê nasin û ji XarpêtDêrsim û Amedê havînan koçber tên.

Kilîma Xinûse, kilîma bejayiyê û navçeya heri sar erda Kurdistanê ye. Di salê de heft mehên berf li erdê li çiya 8-9 û çiyayê Çewlîgê hertim ye. Navenda X piştî komara tirkan bû navend.

Çem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çâr çemên henin lê derfetê dirêjiya wan da agahî nîne.

Çiya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çiyayên li dora Xinûse:

Kox (Çîyayê Bîngolê) 3250 m, Çiyayê Çavreşî yê 2793 m, Çiyayê Şerevdînê 2544 m, Çiyayê Kolîbaba 2594 m û Çiyayê Qertalixê X m bilind in. Hilhatina rojê li li dinê du ciyan tê temaşekirin ji van her du ciyan yek jî Kox da ye (Çîyayê Bîngolê). 23 gund pêva girêdayê ne. Çiyayên wekî Xamirpêt û Çiya Gewrk jî hene. Li sere Çiyayên Xamirpêtê, Sîpanê Xelatê dibinin.

Deşt[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Deşta herî mezin Deşta Xinûsê ye

Germav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di gundê Mamaşê germaveki heye.

Gol[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di Çiyayê Şerevdînêda 100 heri gole piçuk heye.

Çand[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her sal li Girê Kox festîvalek tê lidarxistin. Herêma Xinûse kanîya sitran û govendên Serhedê ye. Leyîstika Çepkî navdar e.

Dirok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêma Xinûsê di dabeşkirina îdarî-erdî ya herêmên Tirkiyeyê yên ku di Şerê Cîhanê yê Yekem 1916-1917 de ji aliyê leşkerên Rûsyayê ve hatine dagirkirin.

Dîroka Xinûsê heya Mediyan aşkera bûye. li Xinûsê bermahiyên serdema Urartûyan hene. PersRomBîzansî, desthilatdarî kirine. Di navbera Keyaniya Îranê û Osmanîyan de gelek caran Xinûs cih guhêstiye.

Erdnigariya Xinûs û Milazgîrê 1916

li Şerê Çaldiranê a 1514 de, maye di destê Osmaniyan de. Mîrîtiyên Kurdistanê di karên xwe yên navxweyî de azad bûne di dema Osmaniyan de. li Serhildana Şêx Seîd de, Xinûs roleke dîrokî ye. Bi qasî demeke kurt be jî Xinûs azadî tehm kiriye. Dîsa Xinûse di şerê netewî de bûye şahîdê lehengî û îxanetê. 

Gorî hin îdîayan navê herêmê di dema ûrartûyan de Horhorîkî bûye. Beriya Terteleya Filehan gelek fileh jî hebûne li herêmê. Gundên ku fileh lê jiyane ji navên wan tê derxistin. Kurd û fileh bi biratî bi hev re li herêmê jiyane. Di Serhildanên Agiriyê, dagirkirina ûrisan hwd de gelek car kurdên QersErdêxan û îdirê koçber kirine rojava û başûrê Bakurê Kurdistanê. Herwekî hatina Xinûse jî.

Li erdnigariya Xinûsê de şaristaniye kevn jiyane u niha binaxbûne. li Xinûsê e di navbera Aros, Nevalâ Qlise, û Çermîk xirabeyen kevn bin axê derten u meriv dizane ku şaristaniya Urartuyan li vede re hikûm kiriye. Paşe pe re Medan, Persan, Roman û Bizansan ji vedere kirine bin hikme xwe. Xinûs di navberan Persan u Bizansande bûye cîheki tampon u gelek şer li vede re qewimine.

Erdheja Gimgim û Xinûse[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî daneyan erdheja yekem a salên 1900’î li Milazgirê di 24.04.1903’an de bi mezinahiya 6,7 ​​pêk hat û 2626 kes mirin. Dîsa navê Gimgim û Xinûsê gorî hin angaştayên, ji ber erdhejan derketiye. li 31.05.1946´de bi hêza 5,7 erdhejek mezin li Xinûsê pêkhatiye û 839 kes mirine. 19.08.1966´de bi hêza 6,9 erdhej çêbûye û 2.394 kes jiyana xwe ji dest dane.

Cihên turîstîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Newala Texta Xinûse
Newala Texta Xinûse
Newala Texta Xinûse
Newala Texta Xinûse
Xinûsa Kevn
Newala Texta Xinûse
Newala Texta Xinûse


Çemê Erez
Çiyayên Xamirpêtê
Gola Xamirpêtê
Gola Xamirpêtê
Gola Xamirpêtê
Ketancî
Ketancî
Ketancî
Başkend
Başkend
Ketancî

Navdarên Xinûsê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gundên Xinûsê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Binerê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ tuik, 2008
  2. ^ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
  3. ^ Türkiye'de Meskûn Yerler Kılavuzu I-II. Başbakanlık Devlet Matbaası, Ankara, 1946.
  4. ^ "Muş'ta Yabani Bitkilerin Halk Hekimliğinde Kullanılması" (PDF) (bi tirkî). Zanîngeha Mûşê. kanûna paşîn 2019. r. 7.
  • Ebdulla Xefur (2001). Kurdistan - Rûpêw u jimarey danîştuwan. Stokholm.

Girêdayî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]