Cil û bergên jinên kurd ên êzdî yên Qefqasyayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Pîrekeke êzdî ji Gurcistanê, 1920
Cil û bergên jinên êzdî, ji Tiblîsê, 1922
Wêne:Yezidi Necklace.png
Gerdeniyeke êzdî yên Gurcistanê

Li cîhanê her gel, bi çand, tore û kevneşopiyên xwe tên naskirin. Nasnameya gelekî; bi çand, kevneşopî û kelepora wî xwe dide der. Bi taybetî jî, di warê çanda xwekirinê de, her gelek xwedî cil û bergên bi şêwazên cihê cihê ye. Wekî hemû gelan gelê êzidî jî, bi çand, tore û kevneşopiyên xwe yên cihêreng balê dikişîne û wek xezîneyeke dewlemend ya dîroka civakî ye. Lê wekî hemû qadên jiyanê nebûna welatekî yekpare, di warê cil û bergan de jî di nava kurdan de cihêtiyek derxistiye holê. Ji ber vê yekê jî her parçeyek Kurdistanê, her herem û her hawirdorek, di warê modelê de xwedî hin xweseriyên taybet e. Ligel parçeyên Kurdistanê jinên êzidî yên li derveyî welêt, bi taybetî jî yên ku li Kafkasan dijîn jî, bi cil û bergên xwe yên xweser û cihêreng balê dikişînin. Heya roja îro jî, keleporê lixwekirinê hîn tê parastin, bi taybetî jî di nava jinên temen-mezin de. Lê çi mexabin ku bayê guherînê yê demê êdî hêdî- hêdî berê xwe daye wan jî...

Bê guman wekî gelek warên jiyanê, di warê cil bergan de jî xaka ku mirov li ser dijî diyarker e. Ango cil û bergên ku em li xwe dikin raste rast bi dîroka me û xaka ku em li ser dijîn re girêdayî ne. Yanî girêdaneke mezin di nava xaknîgariyê û kelupora civakekê de heye. Dîsa di warê cil û bergan de; ol û aborî jî diyarker in. Lê ev hemû hêman bi hev bandor dibin û bandorê li hevdikin; tu caran ji hev cuda nabin.

Êzîdiyên li Qafqasya (Ermenistan û Gurcîstan) jî bi pirahî ji ola Êziditî ne. Êzidî ku ji heremên Kurdistanê yên wek (Qers, Sînek, Şerfedîn, Mûş, Îxdir û Wan ê) koç kirine ji ber qetliamen dewleta tirk û hevlabendiyen kurd a ye hemidiye hatine van deran; hîn jî bi çand û kevneşipiyên cîhên ku lê hatî bi xwere anîbûn dijîn. Di warê cil û bergan de jî ew yek wisa ye û hema- hema di vî warî de jî hîn tişteke wan neguheriye. Ev yek bi taybetî ji bona jinê derbas dibe; jiber ku cil û bergên mêran(zilam) hatine guhertin, lê jin hîn li ser kevneşopiyên xwe yên dimeşe.

Êzîdî yên ku li Qafqasya dijîn; bi pirahî li bajarên wekî Qers, Wan Bitlîs û bajarên din hatine. Wan çand û cil û bergên xwe jî li sînoran derbaskirine û bi xwe re anîne. Ew hîn jî cil û bergên wekî kesên li aliyê sînor ên din, ên ku qet nedîtine lixwe dikin. Ew li pişt sînoran dengê dohol, zirne, dawet, stran û çekan guhdarî dikin û xeyalên rabirdû û pêşerojê dikin. Ji ber ku bi dîtina wan, ew deng û rengê kal û bavên wan in. Çendî ku cudatiyeke olî di nava Kurdên herdu aliyên sînor de hebe jî, lê mirov dikare bêje ku kelopor û awayê jiyana wan ya civakî wek hevin. Ev jî derdixe holê ku cilên jina Êzîdî ya Qafqasya, ne hêmaneke olî ye. Yanî ne cilên olî ne, lê ewna cilên netewî yên herema Serhede nin. Di heman dem de, dema ku mirov mêze dike, dibîne ku cilên jina Êzîdî ya Elegezê, ne weke ya jineke Êzîdî ya çiyayên Şengalê ye! Ev yek jî dide nîşan ku cil, berg, kultur û şemala jinekê, ji hêmanên olî bêhetir, bi hêmanên aborî, xaknîgar3i û şêwazê jiyanê re girêdayîye.

Nav û taybetmendiyên resen yên Cil û bergên Jina Êzîdî ya Qafqasya[biguherîne]

Di warê model û şêwazê de, di kincan de hin guherîn pêk hatine. Her wiha hin modelên nû jî hatine bipêşxistin. Li Qafqasya, bi taybetî jî li Ermenistanê, êzidîyen li herêma Elegez, Oktonberya û Şamîramê cil û bergên xwe yên kevneşopî berdikin. Belkî ku yên ji wan diçin komarên Rusyayê, an jî Ewropaya rojhilat, dev ji lixwekirina cilên netewî berdidin. Lê yên ku li qafqasya di nava gundan û heremên çiyayî de dijîn, hîn; serê xwe bi “hirbî”, pêşiya xwe bi “pêşmalê”, pişta xwe “kefiye” girêdidin û “elêk” li ber dikin.

Me der barê mijarê pirsên xwe yên wekî, "Jinên ciwan yên li Qafqasya û bergên çawa ber dikin, yên pîr cil û bergên çawa ber dikin?" aresteyî dayîkeke temen-mezin a ku li herema Elegezê dijî kir. Dayîkê wiha bersîva me da:

"Niha cil û bergên jinên mezin li xwe dikin, wekî cil û bergên ku li walêtên bav û kalan têne berkirin e, modela wan yek e. Lê jinên ciwan van kincên berê- yên ku dinî vê temsîl dikin- zêde ber nakin. Tenê di şahî û dîlanan de ber dikin. Ji ber ku em di nava gelên din de dijîn; ciwan di bin bandora wan de dimînin. Jinên temenê wan mezin hîn jî pêşmalê li pêşiya xwe girê didin, yêlek ber dikin. Berê mezinên me Qutik ber dikirin. Niha tam nayê bîra min, li niha tam wekî Qutikê nebe jî pêşmal û kefye û kremsatine têne berkirin. Şaxrareşiyê jî li serê xwe girê didin. Lê wek me got, ji ber ku em di nava gelên din de dijîn bandora wan a li ser cil û bergan tê dîtin. Ciwan di bin bandora çanda wan de dimînin. Serê xwe girê nadin. Kincên modern ber dikin. Dema ku em diçin dawetan kincên wekî yên ku em di jiyana rojane de berdikin, lê ew bi qumaşên bibuha hatine çêkirin ber dikin."

Ji hin cil û bergên ku jinên êzidîyen yên li Qafqasya li xwe dikin:

Di jiyana rojane ya jinan de jî, cilên bermalê tên liberkirin, her wiha jî jina Êzîdî ya Qafqasya, serê xwe bi awakî xweser û cuda girêdide.

Li nava Kurdên Qafqasya, bi taybetî jî Ermenîstanê de, tişta herî girîng ewe ku jinên temen-mezin hîn jî cil û bergên ku netewî temsîl dikin ber dikin. Lê di nava ciwanan de, di warê çanda berkirinê de gelek tişt diguherin.

Dema ku mirov bi giştî li cil û bergên jinên êzidî yên li Qafqasya dijîn mêze dike, ji ber ernîgariyê her çiqas hin guherîn pêk tên jî, dîsa dişibin cil û bergên jinên kurd ên misilman ên li Wan, Qers û bajarên din. Jixwe demê ku mirov di mehên buharê de diçe zozanên Elegezê û jina kurd li wir dibîne, mirov yekser xwe li Kurdsitanê hîs dike. Birastî jî tiştekî pir balkêşe ku piştî 90 salî ji koçkirina ji welat û jiyankirina li xerîbiyê hîn jî jina Êzîdî rastiya xwe ya resen diparêze û nirxên netewî nake qurbana moderinîzmê. Hîn jî ew kincên ku li cih û warên bav û kalan bi xwe re anîne vedişêrin û diparêzin, ji dê derbasî keçê an jî bûkê dibe. Hîn jî jina Êzîdî bi serbilindî eşker dike ku parazvana kelopora netewî ya sereke ku tu caran binkeftin nepejrandiye ew jina Kurd bi xwe ye!