Nînok

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nînok ji şeş beşên sereke pêk tê; reg, besta nînokê, lewheya nînokê, eponîkum (kutîkil), perîonîkum û hîponîkûm.

Nînok, neynok an jî neynûk yek ji endamên poşerekoendama (bi îngilîzî: integumentary system) mirov e[1].

Li cîhana ajalan de, serê tilî û pêçiyên mirov û meymûnan bi nînok in, li ajalên din li dewsa nînokan, penc an jî sim heye. Wekî mînak pencê şêran, sîmê hespan heye.

Erk û parastin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nînok, epîdermîs û mû ji heman cor xaneyan pêk tên, lê xaneyên nînokê, lewheyên zexm ên keratînî yên bi şeweyê qiloçî (şax) ava dikin. Bi vî awayê serê tilî û pêçiyan diparêzin[2]. Li gel parastinê, hestkirin jî erkêk din a nînokê ye. Serê tilî û pêçiyên mirov gellek hestedemar lixwe digire. Gava mirov tiliyên xwe li ser tiştek digerîne an jî tiştek digire destê xwe, bi alîkariya van hestedemaran, mirov dikare ji qebare û şêweyê wê tiştê ve agahdar bibe. Nînok karê hestkirina serê tiliyan hêsantir dike[3]. Herwisa ji boy xurandina çerm jî nînok tên bikaranîn.

Berevajiyê mûyan, nînok hertim dirêj dibin. Nînok rojê bi qasî 0.1 mîlîmetre dirêj dibin[4]. Nînok zivistanê hedî, havînê zûtir dirêj dibe. Herwisa nînokên dergûş û kal û pîran ji yên ciwanan hedîtir dirêj dibe[5]. Nînokên tiliyê ji yên pêçiyê hê zûtir dirêj dibin[2].

Pêkhateya nînokê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nînok ji şeş beşên serekî pêk tê; reg, besta nînokê, lewheya nînokê, eponîkum (kutîkil), perîonîkum û hîponîkûm.

Reg[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rega nînokê wekî matrîksa binçîne jî tê navkirin. Reg li binê çerm, li paş nînokê de cih digire. Rega nînokê bi çîna kutîkilê rûpoşî ye. Piraniya qebareya lewheya nînokê û besta nînokê ji rega nînokê peyda dibin. Ango nînok ji regê peyda dibe[6]. Li rega nînokê de xaneyên melanosîtî tune. Loma ev beş bêreng e. Qeraxa matrîksa binçîneyê bi rengê spî ye û bi şêweyê hivik e, loma ev beş wekî hîvik tê navkirin. Di beşa hivikê de, di binê nînokê de çînek stûr a rûkeşeşane heye, ango lûleyên xwînê ji nînokê dûr in, loma beşa hîvikê ne bi rengê pembeyî lê bi rengê spî xuya dibe[7]. Her wisa hivîk, wekî spika ninokê jî tê navkirin. Ji xeynî tiliyên qilîçê , bi gelemperî hemû nînokên tilî û pêçiyan, hîvik lixwe digirin.

Besta nînokê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Besta nînokê beşek ji matrîksa nînokê ye û wekî matrîksa stewr (sterîl) tê navkirin. Besta nînokê, ji hîvikê heta cemserê (hîponîkûm) dirêj dibe. Besta nînokê gellek hestedemar, lûleyên xwînê û xaneyên melaninê lixwe digire. Her ko nînok ji regê dirêj dibe, besta nînokê hin madeyan li ser rûyê jêr ê nînokê zêde dike. Bi vî awayê stûriya lewheya nînokê zêde dibe, lewhe zexm dibe. Ji boy derketin û dirêjbûna nînoka asayî, divê rûyê basta nînokê lûs (pehn) be, an na neynûk xiloxawarî derdikeve.

Lewheya nînokê (Tenê nînokê)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tenê nînokê an jî lewheya nînokê, beşa bingehîn a nînokê ye. Ango di jiyana rojane de lewheya nînokê wekî nînok tê navkirin[8]. Lewheya nînokê li ser besta nînokê ava dibe, serê tilî û pêçiyan ji zexta hawirdore diparêze. Her wisa ji boy hildana (pê girtin) tiştên piçûk jî serê serbest ên nînokê alîkariya tiliyan dike[9]. Bi eslê xwe lewheya nînokê nîvçe zelal (ron) e. Lewheya nînokê ji xaneyên keratînî yên mirî pêk tê. Xaneyên lewheya nînokê di rega nînokê de, ji xaneyên taybet ên epîdermîsê peyda dibin. Besta nînokê bi lûleyên xwînê dewlemend e, loma ji xeynî beşa hîvikê, lewheya nînokan bi rengê pembeyî ne[7]. Li ser rûyê binî ya lewheya nînokê de şovên dirêj û tenik hene, bi navbeynkariya van şovan nînok bi besta nînokê ve tê girêdan[3].

Hin caran gava tefşû an jî çakûç li tiliya mirov dikeve, li besta nînokê lûleyên xwînê diteqin, xwîn belavê navbera besta nînok û lewheya nînokê dibe. Xwîna ji lûleyan derketî bêoksîjen dimîne loma rengê wê ji sor diguhere ber bi reş û birîna binê lewheya nînokê reş dibe.

Eponîkum[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kutîkila nînokê wekî eponîkum tê navkirin. Kutîkil di navbera çermê tilî û lewheya nînokê de cih digire, nînokê bi çerm ve girê dide. Eponîkum li dij avê berbestek sirûştî ava dike, nahêle av an jî hokarên nexweşiyê derbasî rega nînokê bibe. Loma divê ev beş ji nînokê neyê rakirin û jêkirin.

Perîonîkum (Perionychium )[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Perîonîkum navê qatên çermên li herdu aliyên nînokê ye, herwisa wekî qatên kêlekî yên nînokê (bi îngilîzî: lateral nail fold) jî tên navkirin. Qatên kêlekî yên nînokê li herdu aliyan ve nînokê dipêçin, bi vî awayê lewheya nînokê bi tilî û pêçiyan ve girêdayî dimîne. Hin caran nînok di qata kêlekî de diçe. Qata kêlekiya nînokê diwerme, kul dibe û birîn çêdibe. Bi taybetî nînokên pêçiyê wisa ne.

Hîponîkum[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li binê beşa qeraxa serbest (cemser) a nînokê de hîponîkum (hyponychium) heye. Hîponîkum di navbera lewheya nînokê û çermê serê tiliyê de cih digire. Hîponîkûm, çînek stûr e, ji qata hişk (stratum corneum) a epîdermîsê pêk tê[9]. Hîponîkum besta nînokê ji hawirdorê diparêze.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  2. ^ a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  3. ^ a b Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.
  4. ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  5. ^ ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Nails [1]
  6. ^ Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  7. ^ a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  8. ^ InformedHealth.org [Internet]. Cologne, Germany: Institute for Quality and Efficiency in Health Care (IQWiG); 2006-. Structure of the nails. 2018 Jun 28. Available from: [2]
  9. ^ a b Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,