Qereçorlû

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Qereçorlû êleke Kurdên Xorasanê ye. Ev êl li Rojavayê parêzgeha Îranê ya Xorasana Bakur û li Gulistanê dimînin. Navenda wan navçeya Moneh û Samalqan e.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di dema Safewiyan de Şah Ebas çend êlên Kurdan ji Kurdistan û Azerbeycanê (Yirmîdortler) koçberî an dinê Tehranê û ji vira jî ê Xorasanê kir. Sedema vê koçberî an dinê êrişê eşîrên Uzbekan ên serhediyên Îranê bûn. Yek ji van êla Qereçorlû (bbn. Şadlû) bû a ji Yirmîdortler, bîst û çar eşîrên Kurdên Qefqasyayê. Çawa ku tê xûyandin Qereçorlû bi Şadlûyan ve li Xorasanê hatin bi cîh kirin û hetanî demeke nêzîkî jî yek ji eşîrên Şadlû bû ne. Piştê veqetandina wan ji êla Şadlû gihiştinê êlên Tirkmenan, her wiha Torinên wan her tim ji ezbetên eslê xwe Tirkmen bû ne. Belqî ji vî sedemê ye jî Qereçorlû gorê êl û eşîrên Kurdan ên din li Xorasanê zêdeyî bişavtine bû û Tirkmenî diaxivin. Qereçorlûyî niha Kurmancî û Tirkî diaxivin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]