Keyaniya Yekbûyî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search


Keyaniya Yekbûyî ya Brîtanya Mezin û Bakurê Îrlendayê
United Kingdom of Great Britain and Northern Ireland
Ala Mertal
Sirûd: God Save the Queen
Paytext
û bajarê mezin
London
51°30′Bk 0°7′Ra / 51.500°Bk 0.117°Ra / 51.500; -0.117
Zimanên fermî Inglîzî
Ziman naskirin Skotî, skotiya Ulsterê, walesî, kornîşî, skotiya gaelî, îrlendî
Demonîm Brîtanî
(bi înglîzî: Briton, British)
Rêveberî
 •  Keybanû Elizabeth II
 •  Serokwezîr Boris Johnson
Pêşvebirî Parliament
 •  Meclîsa jorîn House of Lords
 •  Meclîsa jêrîn House of Commons
Rûerd
 •  Giştî 242.495 km2 (78)
 •  Av (%) 1.51
Gelhe
 •  2021 Texmînkirin 66,052,076 (22)
 •  2011 Giştî 63,182,178
 •  Tîrbûn 270.7/km2}
Dirav Sterling (GBP)
Demjimêr UTC
 •  Havîn (DH) +1 seet (UTC+1)
Hatûçûna ajotinê çep
Koda telefonê +44
ISO 3166 GB
Înternet TLD .uk, .gb

Keyaniya Yekbûyî ya Brîtaniya Mezin û Bakurê Îrlendayê, an jî Keyaniya Yekbûyî (UK) an Brîtanya (bi înglîzî: Britain), dewleteke li bakurê rojavaya Ewropayê ye. Bi şiklê keyaniya makezagonî û demokrasiya parlamentoyê tê îdarekirin. Ev dewleta giravî ji Brîtanya Mezin (Înglistan, Skotlenda, û Wales) û ji bakurê girava Îrlendayê tê meydanê (Îrlendaya Bakur).

Nexşeya topografîk

Dîrok[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Keyaniya Yekbûyî dema ku Keyaniya Îngilistanê û Keyaniya Skotlendayê di 1707an de bûn yek pêk hat. Bi vî awayî Brîtanya Mezin (bi înglîzî: Great Britain) bû yek keyanî. Tenê parlamentoyeke wê hebû. Di 1801an de, Keyaniya Îrlendayê bi Brîtanya Mezin re bû yek. Vê yekê Keyaniya Yekbûyî ya Brîtanya Mezin û Îrlendayê çêkir. Giravên Brîtanya (bi înglîzî: British Isles) di bin yek parlamentoyê lêvegerekê bûn.

Piraniya Îrlendayê di 1922an de ji welêt serbixwe bû. Niha ji wê dewletê re Komara Îrlendayê tê gotin ku Bakurê Îrlendayê tê de nîne.

Berê împeratoriyeke brîtanî hebû ku navê wê Împeratoriya Brîtanyayê (bi înglîzî: British Empire) bû û împeratorîya herî mezin a dinyayê bû. Brîtanya û împeratoriya brîtanî yek ji beşdarên di herdu Şerê Cîhanê yê Yekem û Şerê Cîhanê yê Duyemîn de bûn. Di her du şeran de, Brîtanya neşikestî bû. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, hin koloniyên Alman û Osmanî dane Brîtanya. Li Rojhilata Nêzîk, FilistînUrdun – bi înglîzî: Transjordan) û Mezopotamya (Mandateriya Iraqê) bûn Brîtanî. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, Împaratorîya Brîtanî dest bi perçebûnê kir. Hindistana Brîtanî (bi înglîzî: British Raj (en)) di 1947 de serbixwe bû, û bû dabeş li Hindistan û Pakistan (û piştra jî Bangladeş).

Demografîk[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Nifûsa herî mezin li London, li başûr-rojhilatê Îngilistan e. Li navenda Brîtanya Mezin (bakurê Îngilistan) gelek kes li dora Manchester û Liverpool dijîn. Li deşt Skoçyayê li dora Edinburgh û Glasgow, û li başûrê Wales li nêzê Cardiff gelheyên mezin hene. Li Îrlendaya Bakur, pir kes li rojhilat, li nêzê Belfast dijîn.[1] Di sala 2020 de, 83,9% mirovên li Brîtanya li bajaran dijiyan.[1]

Dîn[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Ji gelê Keyaniya Yekbûyîyê 59,5% xiristiyanên ne[1] (45% angîlîkî, 19% protestanî û 10% katolîk).[çavkanî hewce ye] 4,4% jî misilman in.[1]

Neteweyên Keyaniya Yekbûyî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Al Welat Paytext Nifûs Rûerd
Îngilistan Înglistan London 50.100.000 (84%) 120.395 km²
Skotlenda Skotlenda Edinburgh (bi gaelîka skotî: Dùn Èideann) 5.062.000 (8%) 88.782 km²
Wales Wales Cardiff (bi weylsî: Caerdydd) 2.950.000 (5%) 20.779 km²
Îrlendaya Bakur Îrlendaya Bakur Belfast (bi îrlendî: Béal Feirste) 1.685.000 (3%) 13.843 km²

Girêdayîbûnên Taca Brîtanî wek Guernsey û Jersey û Girava Manê ne li nava Keyaniya Yekbûyî ne, lê ew têkildarên keyana ku seroka dewleta Keyaniya Yekbûyî ye.

Têkiliyên Brîtanyayê û Tirkiyeyê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. a b c d "United Kingdom". The World Factbook. Central Intelligence Agency. 5 adar 2021. Roja wergirtinê: 13 adar 2021.

Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)