Tbîlîsî
Tbîlîsî
| |
---|---|
| |
თბილისი | |
Tbîlîsî li ser nexşeyê | |
Koordînat: 41°43′21″Bk 44°47′33″Rh / 41.72250°Bk 44.79250°Rh | |
Parzemîn | Ewropa, Asya |
Dewlet | Gurcistan, Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst, Komara Sosyalîst a Federatîv a Sovyet a Piştqefqazê, Democratic Republic of Georgia, Transcaucasian Democratic Federative Republic, Transcaucasian Commissariat, Komara rûsî, Împeratoriya Rûsî, Kingdom of Kartli-Kakheti, Kingdom of Kartli, Keyaniya Gurcistanê |
Paytexta |
|
Dema avabûnê | c. 455 |
Îdarî | |
• Şaredar | Kakha Kaladze (2017–) |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 720 km2 (280 sq mi) |
Bilindahî | 575 m (1886 ft) |
Nifûs | 1.118.035 (2014) |
Dem | |
Koda telefonê | 32 |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Tbîlîsî,[1] Tilbîs[1] yan jî Tiflîs (bi gurcî: თბილისი), paytext û bajarê herî mezin ê Gurcistanê ye ku li peravên Çemê Kurayê hatiye avakirin û nifûsa bajarê bi qasî 1.5 milyon kes e. Tiblîsî di sedsala pêncan ê zayînê de ji aliyê Vakhtang I ê îberî ve hatiye avakirin û ji wê demê vir ve bajar bûye paytexta gelek qral û komarên Gurcistanê. Di navbera salên 1801 û 1917an de ku di vê demê beşek ji Împeratoriya Rûsî bû, Tiblîsî navenda Cîgirparêziya Kafkasyayê bû ku hem li bakurê û hem jî li başûrê Qafkasyayê serwerî dikir.
Ji ber ku cihê bajêr li ser xaçerêya di navbera Ewropa û Asyayê ye û ji ber nêzîkbûna bajêr a Rêya Îpekê, bi dîrokek demdirêj, Tiblîs di navbera hêzên cihêrengên cîhanê de bûye cihê nakokiyan. Heta roja îro cihê bajêr pozîsyona xwe wekî rêyek girîng a derbasbûnê ji bo projeyên enerjî û bazirganiyê misoger dike. Dîroka Tiflîsê di mîmariya bajêr de tê diyarkirin ku tevliheviyek ji avahiyên serdema navîn, neoklasîk, Hunerên Beaux, Art Nouveau û mîmariyên Stalînîst heye.
Her çend bajêr bi gelemperî xiristiyanên Ortodoks ên Rojhilatî jiyan kirine, ji hêla dîrokî ve Tbîlîsî bûye wargeha mirovên ji gelek çand, etnîkî û dînî. Di avahiyên geştyariyên girîng ê bajêr, Katedralên Sameba û Sioni, Qada Azadî, Kolana Rustavelî û Avenue Agmashenebeli, Keleha Narîkala ya Navîn, Şanoya Operaya pseudo-Moorish û Muzexaneya Neteweyî ya Gurcistanê hene. Avhewaya Tiblîsê di demsalên havînan germahî bi piranî ji 20 °C heta 32 °C û di zivistanê de -1 °C heta 7 °C (santîgrat) diguhere.
Wêne
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Dîmenek ji taxa dîrokî ya Tiblîsê.
-
Kaukasus, Tiblîs.
-
Katedrala Sîonî.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev gotara li ser bajarekî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |