Şablon:GH/2020/15

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ehmedê Xanî
Ehmedê Xanî

Ehmedê Xanî (z. 1650 gundê Xanê, Colemêrgm. 1707 Bazîd, Agirî), helbestvan, dîroknas, astronom, erdnas û fîlozofê mezin ê kurd e.

Ehmedê Xanî di sala 1650 an jî 1651ê de li bajarê Colemêrgê li gundê Xanê hatiye dinyayê. Di sala 1707an de li Bazîdê wefat kiriye. Navê bavê wî Şêx Îlyas e, navê kalikê wî Eyaz e û ji eşîra Xaniyan e. Di derbarê zewaca wî de agahî tuneye lê tê gotin ku bi xwe qet nezewiciye.

Jiyana Xanî di nav perwerdehiyê de derbas bûye. Xanî perwerdehiya xwe ya pêşîn Quran û fiqihê li cem bavê xwe Şêx Îlyas digire, piştî xwendina li cem bavê diçe di medreseyên Bidlîs û Xelatê de dixwîne, xwendina xwe li Bexda, Şam, Heleb û di medreseyên Îranê de jî pêş ve dixe. Di medreseyên Îranê de hînê felsefeya îslamê, astronomî û fîlolojiyê dibe.

Di medreseyên Sûriyê de jî hînî felsefeya yewnanê dibe. Xanî piştî demekî diçe bajarê Mekeyê heca xwe dike, ji wê şûn de diçe Misirê jî digere û dizivire Bazîdê. Xanî bi xwe di bin bandora fîlozofên weke Aristoteles, Farabî, Şihabedînê Suhrewerdî, Muhyedîn ibn Erebî, Eliyê Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û gelek fîlozofên din de dimîne û bi fikr û ramanên xwe ve rê li pêşiya fîlozofên dû xwe vekiriye. (bêhtir…)