Here naverokê

Medyaya kurdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Medyaya kurdî
  • Lîsteya Wîkîmedyayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Kurd li herêma xwe ya kevneşopî ya niştecihbûnê û li diyasporayê, mîna komên din ên etnîkî, pêşkêşkirina medyayê bi zimanekî ku jê têdigihîjin tercîh dikin û medyayên ku ji herêma wan, Kurdistanê, radigihînin.[1]

Destpêka medyaya kurdî

Ji ber nebûna dewletbûna kurdan a dîrokî, zimanê kurdî derfet nedît ku çanda xwe ya nivîskî bi awayeke dewlemend pêş bixe. Her çend berhemên wek destana evînê ya Mem û Zîn a alim Ehmedê Xanî hişyariya kurdî ya xwende-nivîsendetiyeke serbixwe xurt kiribe jî zimanê kurdî bêtir li ser kevneşopiyên devkî bû. Ev jî ji ber wê yekê ye ku ji ber cudahiyên zimanî, erdnîgarî û çandî yên gelê kurd ti carî sîstemeke perwerdehiya kurdî ya yekgirtî derneketiye holê. Vê perçebûna zimanî ya gelê kurd jî hişt ku li welatên têkildar tîp û alfabeyên cuda derkevin holê. Kurdên Tirkiyê, Sûriye û Ermenistanê ji salên 1930an vir ve bi tîpên latînî dinivîsin lê kurdên Iraq û yên Îranê bi piranî alfabeya soranî ya ku bi tîpên erebî hatine nivîsandin bi kar tînin.

Weşanên nûjen ên bi zimanê kurdî li Împeratoriya Osmanî dest pê kirin ku piraniya herêma niştecihbûna kurdan digirt. Bi vî rengî yekemîn kovara/rojnameya bi kurdî ya bi navê “Kurdistan” di sala 1898ê de li Qahîreyê derket.[2] Bi taybetî jî ronakbîrên kurdên osmanî yên wek doktor û helbestvan Ebdullah Cewdetê Daskûzayî, rêberê ruhanî Seîdê Nûrsî û nivîskar Sureya Bedirxan û Celadet Alî Bedirxan hewl dan ku pergaleke perwerdehiya kurdî ava bikin. Daxwaza ku piştî hilweşîna osmaniyan, li dewletên li pey xwe yên li herêma niştecihbûna kurdan nekarî pêk were. Ev yek dê wek daxwazek bimîne, ji ber ku piştî hilweşîna Împeratoriya Osmanî, li dewletên li pey xwe li herêma niştecihbûna kurdan perwerdehiya bi zimanê kurdî nehate bicih kirin.

Dewletên ku li pey Împeratoriya Osmanî avabûn, wek dewletên ereb ên Sûrî û Iraq an jî Tirkiye, ji bo nedixwestin bila çanda kurdî pêş bikeve. Berevajî vê, zimanê kurdî li hemû dewletan rastî zextên dijwar hatiye. Ev yek jî diyar dike ku çima diyasporaya kurdan her tim ji bo weşanên kurdî roleke sereke lîstine. Di dîroka weşanên kurdî de bi dehan salan nivîs û weşanên kurdî tenê li derveyî welat mimkun bû. Wek mînak, li Tirkiyê weşanên bi zimanê kurdî bi tevahî qedexe bûn û bi girtîgehê dihat cezakirin. Gelek nivîskarên kurd ên ku ji ber xebata xwe neçar man welatê xwe biterikînin, tenê bi koçberiyê derfeta nivîsandina azad dîtin. Ji ber vê yekê weşanên bi kurmancî bi giranî li wan deverên Ewropayê ku kurdên diyasporayê peyda bûn derketin holê. Heta îro hin kurd tenê dema ku li sirgûnê bin (mînak li Ewropayê) fêrî bikaranîna zimanê xwe yê kurdî wek zimanê nivîskî dibin.

Medyaya çapkirî

Rojnameya Kurdistan, sal 1898

Rojnamegeriya kurdî

 Gotara bingehîn: Rojnamegeriya kurdî

Yekemîn rojnameya kurdî bi navê “Kurdistan” di 22ê nîsanê 1898an de ji aliyê Miqdad Midhet Bedirxan ve li Qahîreya paytexta Misirê dest bi weşana xwe kiriye. Ji wê demê ve roja 22ê nîsanê wek roja rojnamegeriya kurdî tê zanîn. Ev roj li hikûmeta herêma Kurdistanê bi awayekî fermî wekî roja “Rojnamegeriya Kurdî” hatiye qebûl kirin. Ev rojnameya yekem ê di dîroka Kurdistanê de ye. Her wiha gelê kurd wê demê hem ji aliyê fîzîkî, hem ji aliyê çandî û ramanî, hem jî di warê ziman û gelek aliyên din de li hemberî êrîş, zilm û zordariya desthilatdaran têkoşîna man û nemanê dane. Taybetî û girîngiyeke din a mezin a rojnameya Kurdistanê jî ev bû ku di demeke wiha de hatiye weşandin.

Îro çend rojname û kovarên bi zaravayên kurdî li Kurdistan û cîhanê têne weşandin. Digel ku hinek bi awayekî serbixwe têne çapkirin û xwediyê malperên înternetê û yên medyaya civakî ne jî, her weha her ku diçe zêdetir şaxên portalên nûçeyan ên mezin jî hene ku bi kurdî weşanê dikin - wek Dengê Amerîka Kurdî[3] an Le Monde Diplomatique Kurdî[4].

Radyoya kurdî

Logoya Radyoya Êrîvanê
 Gotara bingehîn: Radyoya Êrîvanê

Radyoya Erîvanê beşa Kurdî bi xebat û keftûleftên giran ên kesên wekî Heciyê Cindî, Emînê Evdal û Xelîl Muradov di sala 1955an da dest bi weşana xwe kiriye.[5][6] Xelîl Muradov 24 salan (ji 1957an heta 1981ê) serokatiya radyoyê kiriye û hemû stiran, awaz, miqam û pîêsên kurdî di dema wî de bi serokatiya wî hatine qeydkirin. Eznîva Reşîd ku jina Xelîl Muradov e, piştî bêjer ango spîkeriya 24 salan (ji sala 1955an da, ango ji destpêkê) di sala 1982an de ji ber temendirêjiya xwe dest ji karê radyoyê dikişîne. Fermo, Eznîva Reşîd yekem bêjera kurdan ê li cihanê ye.

Kanalên televîzyonê

Logoya Med TV, yekemîn kanala televizyonê ya satelîtê

Bi destpêkirina weşanên herêmî a televîzyonên PDK û YNK 1991an ji vir ve nêzî 15 sal derbas bû. Di 15 salan de televîzyonvaniya kurdî gelek pêşket. XEBAT TV ku li Dihokê di sala 1992an de hate damezirandin û hin jî bi navê K.TV-DUHOK weşan dike, televîzyona pêşîn a bi kurdî li Kurdistanê bû. Her wiha li Başûrê Kurdistanê televîzyona Parlamena Kurdistanê jî her roj 1-2 katjimêr weşan dikir.[çavkanî hewce ye]

Yekemîn kanala televîzyona satelîtê ku cara ewil weşana xwe bi kurdî kir di sala 1995ê de bi navê Med TV hat vekirin.[7] Med TV di sala 1994an de dest bi weşanê kir û di sala 1999an de hate girtin. Piştî girtina MED TV Medya TV dest bi weşanê kir. Medya TV jî di sala 2003an de hate girtin. Di heman salan de Kurdistan TV û Kurdsat TV jî li Herêma Kurdistanê ya Başurê Kurdistanê de bi riya satelît dest bi weşanê kirin. Televîzyona fermî ya Îranê Sahar TV jî her roj nêzî 5 katjimêr kurdî weşan dike. Televîzyona fermî ya Tirkiyê TRT jî di 2004an de dest bi weşana bi kurdî dike.[8] Li Bakurê Kurdistanê hin televîzyonên cigayî hindik be jî kurdî weşan dikin, piranî klipên kurdî diweşînin.

Platformên înternetê

Logoya Wîkîpediya, ensîklopediya azad, bi rengên kurdî yên kesk û sor û zer.

Çêbûna Înternetê ji bo gelek kurdan gihandina agahiyên bi zimanê xwe yên zikmakî hêsantir kiriye. Di heman demê de rêyên bi tevahî nû vebûne ji bo hevkarî û danûstendinê. Zimanê kurdî bi telefonên destan yên biaqil bi vî awayî gihîştiye dest û bêrîka kurdên çar aliyê cîhanê. Mirov kare bêje ku ji salên 2000î û vir ve têkîlî û danûstendinên bi zimanê kurdî zêdetir bûye, ji ber ku saya înternetê, potansiyelên nû û nedîtî li ser înternetê hatin afirandin.

Yek ji van derfet û potansiyelên nû jî platforma zanînê Wîkîpediya ye ku derfeta çêkirina ansîklopediyeke azad bi zimanê kurdî afirandiye. Wîkîpediyaya kurdî ku di sala 2004ê de kete weşanê gelekî populer bûye[9] û ji bo hemû kurdên eleqedar, çalakvan, rojnamevan û zanyaran bûye çavkaniyeke pêbawer a zanînê.[10]

Bi derketina medyaya civakî re eleqeya li ser zimanê kurdî her ku çû zêde bû. Bi vî awayî kurd li çar aliyê cîhanê eleqeya xwe ya bi zimanê kurdî re bi awayekî hêsantir û otantîk bi gelek kesên din ên eleqedar re parve dikin. Îro li ser Facebook[11], Instagram û platforma X (berê Twitter) bandorkerên/influencerên kurdîaxêv hene ku jiyana kurdî, muzîk, wêje û şanoya kurdî belav dikin. Fenomenên înternetê yên kurd jî bi rêkûpêk li seranserê cîhanê navdar dibin.

Rewşa îro ya medyaya kurdî

Rûdaw

Gelek medayên kurdî yên heyî ji ber herêma ku dişopînin nêzî rêxistin an partiyek siyasî ne. Di sedsala 21ê de jî bi vekirina beşên bi zimanê kurdî yên platformên nûçeyan ên navneteweyî û kovarên cuda, weşanên kêm-zêde bêalî hatin afirandin. Wekî din, bi damezrandina Rûdawê re weşana kurdî gihîştiye asteke profesyonel. Îro Rûdaw yek ji girîngtirîn jêderên nûçeyan e li rojhilata navîn.[12]

Ji aliyê din ve kanalên televîzyonê yên kurd ku ji hêla kurdên diyasporayê ve li bajarên Ewropayê tên birêvebirin û wekî paşmayiyên Med TV tên dîtin, rastî zextên polîs û dewletê tên.[13] Herî dawî di nîsana 2024ê de, piştî ku li Stembol û Enqereyê rojnamegerên rexnegirên hikûmetê hatibûn girtin[14], li Brukselê serdegirtin li studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê pêk hat. Tirkiye hewl dide zextê li ser welatên têkildar zêdetir bike da ku çapemeniya Stêrk TV bê rawestandin.[15]

Lîsteya medyayên kurdî

Kanalên televîzyonê

Medya TV

Li jêr lîsteyên televîzyonên kurdî hatine nivîsandin ku di dîrokên cihêreng de hatine vekirin.

Ji Kurdistana başûr

Ji Kurdistana bakur

  • TRT Kurdî − Beşa Kurdî ya tv ya Komara Tirkiyeyê ye. Satelît [12]
  • Zarok TV − Kanaleke esmanî ji bo zarokan (bi Kurmancî, Kirmanckî û Soranî), ji Amed [13]

Yên hatine girtin an sekinandin

Ji Kurdistana rojhilat

  • Ilam − Kanaleke parêzgeha (Ilam) e, girêdayî komara îslamî ya Îranê ye (IRIB), bi kurdî û fairsî weşan dike
  • Kurd TV − Kanaleke parêzgeha Sine ye, girêdayî komara îslamî ya Îranê ye (IRIB), bi kurdî û farisî weşan dike
  • Mihabad − Kanaleke herêmî ya Mehabadê ye, girêdayî komara îslamî ya Îranê ye (IRIB), bi kurdî û fairsî weşan dike
  • SAHAR TV−BEŞA KURDÎ − Ji Îranê weşan dike, beşa Kurdiya tv ya Komara Îranê ye. Satalyt−Netewî [14]
  • Urmiye TV
  • West Azerbaijan − Kanaleke herêmî ya Ûrmiyeyê ye, girêdayî komara îslamî ya Îranê ye (IRIB), bi kurdî û fairsî weşan dike
  • Kurdistan TV − Li Kurdistana Rojhilat (Sîne) weşanê dike.

Ji Ewropa

Çavkanî

  1. ^ keremschamberger (15 gulan 2017). "Die lange Geschichte der Verfolgung kurdischer Medien – in Europa". MEDIENREALITÄT (bi almanî). Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2024.
  2. ^ "122 Jahre kurdische Presse". ANF News (bi almanî). Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2024.
  3. ^ "VOA Kurmanji". Voice of America. Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2024.
  4. ^ "Le Monde diplomatique kurdî - rojnamegerîya navneteweyî, hizra azad". ku.mondediplo.com. Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2024.
  5. ^ "Erivan Radyosu kayıtları erişime açıldı". Agos (bi tirkî). 5 adar 2020. Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2024.
  6. ^ LLC, Helix Consulting. "Ermenı radyosu'nun Kürtçe arşivi erişime açıldı". www.ermenihaber.am (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2024.
  7. ^ ""20 Years After": The first ever Kurdish Satellite Television Channel Med TV". Vrije Universiteit Brussel (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 5 çiriya paşîn 2024.
  8. ^ "TRT Kurdî-Zindî TV". trtkurdi.com.tr. Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2024.
  9. ^ "Wikipedia looks to expand Kurdish content". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2024.
  10. ^ "Wîkîpediya:Ziman". Wîkîpediya. 29 çiriya pêşîn 2023.
  11. ^ Haber, Internet (15 kanûna paşîn 2010). "Facebook êdî bi kurdî jî heye". İnternethaber (bi tirkî). Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2024.
  12. ^ "About Us". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2024.
  13. ^ "Belgische Polizei verwüstet kurdische Medienhäuser". ANF News (bi almanî). Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2024.
  14. ^ "Journalist:innen in Ankara und Istanbul festgenommen - UPDATE". ANF News (bi almanî). Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2024.
  15. ^ "Belçika polisinden terör örgütü PKK'nın televizyon kanallarına operasyon". www.aa.com.tr. Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2024.