Henryk Sienkiewicz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Henryk Sienkiewicz

Henryk Adam Aleksander Pius Sienkiewicz, Navkirinek: Litwos, (jdb. 5ê gulanê 1846 li Wola Okrzejska, Polonya; m. 15ê çiriya paşîn 1916 li Vevey, Swîsre) yek ji nivîskarên Polonî yên wergirê Xelata Nobelê ya wêjeyê ye.

Bi pirtûka xwe ya navdar "Quo Vadis - (bi) ku ve" tê bîra gelekan. Di vê pirtûkê de Mesîhiyên pêşîn ên dema împaratoriya Roma wekî mijar digire û zilm û pêkutiyên li an hatine kirin bi zimanekî bandorbarî radixe pêşberî xwendevanan. Dîsa pirtûkên wî yên mijar û serpêhatiyên çanda devkî ya Polonî bingeh digire jî gelek bi nirx in. Sala 1905î de Xelata Nobelê ya wêjeyê werdigire.

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Na marne (1872)
  • Szkice Węglem Nexşên komirpênûsê; (1877)
  • Listy z Podróży do Ameryki ( Name ji DYAyê, 1878)
  • Janko Muzykant (1879)
  • Z pamiętnika poznańskiego nauczyciela (Ji rojîna mamosteyek Poznanî; Novelle 1879)
  • Nowele amerykańskie (Vegotinên Amerîkayî)
    • Za Chlebem (Nanê bêevînî; 1880)
    • Latarnik (Panêrê birca tîrêjî; 1882)
  • Bartek Zwycięzca (Serkeftî Bartek; Kurteroman 1882)
  • Die Trilogie (hatiye fîlmkirin ji aliyê Jerzy Hoffman), ji:
    • Ogniem i mieczem (Bi agir û şûr; 1884); hatiye bi mijarkirin Serhildana Ûkraynayiyan di bin navê Chmelnyzkyj li dijî Desthilatdariya Polon-Lîtwanî
    • Potop (Reva rezîl; 1886), behsa şerê Polon û Swêdiyan dike
    • Pan Wołodyjowski (Serek Wdyjowski; 1888); Behsa desthilatiya Osmanî dike û barbariya Tirkan tîne zimên. Herwekî di vê pirtûkê de aliyên negatîv ên Îslamê jî rave dike
  • Bez dogmatu (Bêî Dogma" 1891)
  • Rodzina Połanieckich (Familya Rodzina"; 1894)
  • Quo Vadis (Quo vadis. Dema Neron 1896)
  • Krzyżacy (Xaçparêz 1900), Behsa Têkçûyîna Tannenberg dike
  • W pustyni i w puszczy (Nav çol û bejiyê de; 1912)