Miguel Ángel Asturias

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Miguel Ángel Asturias

Miguel Ángel Asturias (jdb. 19ê çiriya pêşîn a 1899an li Guatemala (bajar); m. 9ê hezîrana 1974an  li Madrid) dîplomat û nivîskarekî Gûatemalayî bû. Sala 1967î guncavê Xelata Nobelê hatiye dîtin.

Perwerdeya dadnasiyê dîtiye. Bi tevî hevalên xwe bo xizanan derfetên perwerdeyê geriyane, dibistan avakirine. Sala 1923î çûye Ewropa bo xwandina aborîpolîtîk lê bidawî nekiriye. Li Fransayê perwerdeya olnasî û folklora gelêrî dîtiye. Piştî têkçûyîna dîktatoriya Jorge Ubicoli Gûatemala, wekî dîplomat kardike. Ji sala 1962 heya 1966'î li Arjantînê wekî penaber dijî.

Rêbaza wî di bin siya realîzma majîk (bisêhr) de tê jimartin. Wî çîrok û efsaneyên Latînamerîkayê ji xwe re bingeh girtiye. Bi saya wekî yên wî, çanda çermesorên kevnexwediyên Amerîkayê radeyek bêhtir hatiye parastin.

Berhem[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  • Lehengên (legendên) Guatemala (1930)
  • Serok beg, Roman (1946)
  • Mirovên lazûtan, Roman (1949)
  • Trîlojiya mûzan, Roman
    • Bager (1949)
    • Papa yê kesk (1954)
    • Çavên goriyan (1960)
  • Vewestana (dawiya hefteyê) Gûatemala, Novellen (1955)
  • Don Niño an cografiya ramanan, Roman (1961)
  • Neynika Lida Sal, Nivîsar (1967)
  • Kişikvanên bêhnteng, Roman (1968),
  • Welatek bi çêj, Ceribandin û helbest (bi tevî Pablo Neruda, 1970)
  • Sê ji çar lawan, Roman (1971)